
İkram Oguz
Yek Gulan, Yek Gulan
Cejna karker û xebatkaran…
(…)
Ev roj îro jî li seranserê dinyayê tê pîrozkirin.
Lêbelê ne wek salên borî.
Bi taybetî li welatên Ewropayê karker û xebatkar vê rojê wek şahîyeke çandî pîroz dikin.
Li welatên wek Tirkîyê jî karker û xebatkar hê ji poles û leşkeran zilm û zordarîyê dibînin û tên derdestkirin.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku ew roj li welatên paşdemayî hê wek roja tekoşîn û azadîyê, li welatên pêşverû jî wek şahîyeke çandî tê pîrozkirin.
1 Gulan jî rojek ji rojên betlanê ye
Karker û xebatkar vê rojê ya da mala xwe da û roja xwe bi zarokên xwe ra derbas dikin ya jî derdikevin kûçe kolanan bi heval û hogirên xwe ra li qadeke mezin kom dibin, bi axaftin û çalakîyên aşîtîyane, bi kilam û stranan berê dimeşin, dû ra li derekê rûdinên û roja xwe bi xwarin û vexwarinan derbas dikin.
Lêbelê ev roj li welatên wek Tirkîyê, hê jî wek roja tekoşîn û azadîyê tê binavkirin, ku ew kesên ku beşdarî pîrozbahîyê vê rojê dibin, ew jî ji karker û xebatkaran bêtir, xwendekar û sîyasetvan in.
Li Tirkîyê, bi taybetîy jî li Stenbolê karker û xebatkar li kûderê kom bibin û roja xwe pîroz bikin, xwendekar û sîyasetvanên tûj û tund berê xwe didin Taksîmê û ji bo ku bigihîjin Qada Taksîmê, hemû rêyên teng û fire bi kar tînin.
Ez jî bi slan li Stenbolê jîyam û di wan deman da ez jî beşdarî rêwîtîya ku ji bo çûyîna Qada Taksîmê di dihat kirin, bûm.
Di wan salan da jî ti kom û hêzên ji xwendekaran pêk dihatin, bi ser nediketin û nedigihîştin Taksîmê…
Di her 1ê Gulanê da, hinek bîranînên min ên di derbarê 1ê Gulanê û zeftkirina Taksîmê da wek şerîda filmeke baldar, ji nû va jîndar dibin û di ber çavên min ra derbas dibin.
Ji wan yek di sala 1987an da qewimî bû.
1ê Gulanê nêzîk dibû.
Lêbelê pîrozkirina wê rojê ji 12ê Îlona 1980yî va hatibû qedexekirin.
Di sala 1987an da cara yekemîn, ji alî dek û dezgeyên karker û xebatkaran, bi beşdarîya sîyasetvan û rewşenbîrên Tirk va li Sînemaya Emekê da dihat pîrozkirin.
Ez wê demê xwendekarê zanîngehê bûm, gelek kesên ku min nas dikirin ji bajarên din hatibûn Stenbolê ku, beşdarî wê pîorzbahîyê bibin.
Ji wan Kesan yek jî, gorbihuşt Fehmî Demir bû, ku piştî salan şûnda ew bû serokê Hak-Parê û di qezayeke trafîkê da jî koça xwe ya dawîyê kir…
Em wek komek xwendekar û Fehmî bi hev ra beşdarî pîrozbahîyê bibûn…
Hunermendên wek Tîmur Selçûk stranên şoreşgerîyê û sirûda 1ê Gulanê distiran, sîyasetvan û nivîskarên çepgir diaxifîn, ku ji wan yên herî sereke jî, Yalçin Kuçuk û Can Yucel bûn…
Dema ku Yalçin Kuçuk derket ser dikê û dest bi axaftinê kir, kesên ku wek li ser pişta hev di eyawana sînemayê da cîh girtibûn, bi deng û tevgera xwe erd dihejandin.
Yalçin Kuçuk bi kelecan diaxifî û digot, “Di berbanga roja ku me rêvebîrîya sosyalîst ava kir, em dê hemû hoparlorên camîyan daxînin xwarê, ku bila bi dengê wan xewa karker û xebatkaran nereve…”
Bi ev gotina wî ra Can Yucelê ku hergav serxoş, ji cîhê xwe rabû, “ezê di dîya te …, bênamûs, hemwelatîyên vî welatî ji %98 Misilman in, tu çawa gotinekl wusa dikî…” got û êrişî Yalçin kir.
Bi nevbekarîya Bilgesu Erenus û Tîmur Selçûk, Yalçin Kuçuk ji derba ku Can Yucel lêbixe filitî. Dîk ser û binê hev bû, Yalçin di kuncikeke tarî da melisî bû, lêbelê dengê Can Yucel nedihat birrîn. Piştî çend xulekan û bi navbeynkarîya beşdarvanan, herdu bi hev ra derketin ser dîkê û li hev hatin, bi lihevhatina wan ra çalakî ji nû va berdewam kir.
Di derengîya şevê da çalakî qedîya û herkes derkete derva. Ji derê sînemayê bigre heta Qada Taksîmê, Sûka Îstiklalê ji polêsan gav nedihat avêtin.
Em jî wek komek heval ber bi Taksîmê diçûn, ku li otobosek siwar bin û heta Fatîhê biçin. Di rê da Fehmî Demir sekinî û ji me ra got, “ez ji êşa ku avêtîye pişta min, ez nikarim mile xwe yê çepê bilivînim…”
Ser wê yekê me berê xwe da nexwaşxaneya Taksîmê, li wir Fehmi Demir muayene dikin û jê ra dibêjin, ku wî pîyê xwe ewqas zêde û bihêzli ba kirîye, ku ji serê mil va ji cîh derketîye…
Şeva me li ber derê nexwaşxanê, ya Fehmî jî li hundurê nexwaşxanê derbas bû. Milê Fehmî kirin cîh û girêdan, dû ra em bi berbanga sibê ra gihîştin mala hevalên ku li taxeke Fatîhê diman.
Bi salan şûnda rûyê Yalçin Kuçuk bi zelalî derket hole, ku ew di her demê da miorvekî provokator û parêzvanê dewleta Kemalîst bû ye.
Pişt ra kîngê em bihatana ba hev û Fehmî Demir, rexne li Yalçin Kuçuk bigirta, mi qilf û henekên xwe pê dikir û jê ra digot, “Kek Fehmî qet nebe li ba min Yalçin Kuçuk rexne neke.
Sedem kêf û kelecana ku te ji axaftina Yalçin Kuçuk digirt, kulma xwe dişidand û bi hêz li ba dikir, mile xwe ji kokê va ji cîh derdixist…”
Bi ev gotina min ra dengê xwe dibirrî û di ber xwe da dikenîya.
Bi rastî jî di salên 80ê û 90î da pirtûkên Yalçin Kuçuk di bin çengên me da jî kêm nedibûn, em jî wek hemû kesên çepgir şopînerên wî bûn.
Di ser wê demê ra sal û demsalên dirêj derbas bûn.
Yalçin jî teqawut bû, lê kursîyê ku ew li ser rûniştibû, vala nema û karê wî wê demê dikir, îro jî ji alî kesên din va tê kirin.
Herwiha Qada Taksîmê jî, ji alî çepgirên ji kar û xebatê dûr hê nehatîye zeftkirin…
Ji bo îro jî biryar dabûn û xwe made kiribûn, ku carek dîsa berê xwe bidin Taksîmê, herçiqas karker û xebatkarên ku ev roja xwe li qada Kadikoyê kom bibin û pîroz bikin jî…
Bi ser ketin ya jî dîsa têk çûn, heta ku ev nivîs qedîya hê nedîyar bû…
01.05.2025