
Bedirxan Epözdemir
Kurd, bi tirkî hevdu rexne dikin û heqaret dikin.
Gelekên wan jî xwedan berpirsîyarî nînin.
Aşê xwe dihêrin û destên van di bin kevir da nîne.
Ya sosrettir çîye?
Doza Kurdistaneke serbixwe dikin û ji derveyê xwe herkesî şaş heta bi hêsayî tawanbar dikin.
Xelk ava dike, em xira dikin. Xelk yekitîya xwe ava dike em her tişt berevacî dikin.
Dek, dolap, fesadî û teklîhevî karê welatparêzan nîne. Gotinên vala û pûç ji tevgera welatparêz û demoqrat ra xizmet nakin.
Siyaset gerek xwedan wate û kalîte be.
Siyasetmedarên me gerek ferqek bixine navbeyna xwe û siyaseta zordaran.
Li metropolan xezal xwendin hêsa ye.
Fermo welat bendewarê we ye.
Xêra xwe ku hun nikarin awa bikin, qet nebî xirab nekin.
Û êşa herî giran; hingî ku em dijatîya hev dikin, seda yek dijî dagirkeran dernakevin.
Birayên eziz, ewên alema seyah ji xwe ra xistine star û armanc, ji kerema xwe ra piçek hêsa bin, etîk bin, hinek jî niqteyên hevbeş binine holê.
Kin û edawetê belav nekin.
Hinek jî rê bidine evîn û rêzdarîyê.
Ji kereme xwe ra hinek van bicerbînin.
Hizkirin, kilîda hemû pirsekirikan e.