
Sirac Oguz
Îro 12ê Îlonê ye, ji bo min 12ê Îlonê rojek bi taybete. Ji ber ku ew roj, bi despêka îşkencê, zilm û kesên ku di odeyên îşkenceyê da mirin û herdem wan îşkenceya tîne bîra min. 45 sal e ew qêrîn û qîjîna dengê mirovan hê dikeve nav xewnên min.
Berîya 12ê îlonê û piştî wê, çend caran hatim girtin û binçavkirin, lê qasî wan roj û salên bêyom qet tiştek ewqas zêde li ser min tesîr nekiribû.
Di sala 1979an da, piştî ku Urfan (Orhan) Alpaslan di hilbijartinên şaredarîyê da li Agirîyê bi ser ket û bû şaredar, ra min di şaredarîyê da dest bi xebatê kir. Li Tirkîye û li Kurdistanê atmosferek terora ji hêla dewletê dihat afirandin, ji bo ku rê li ber darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an bê vekirin.
Li seranserî Tirkîyê, hêzên dewletê bi berdewamî li provakasyonan digerîyan. Li Agirîyê jî provokasyonên dewletê kêm nedibûn. Ji ber ku dixwestin şaredarê Agirîyê ji kar dûr bixin. Piştî demekî, ew gihîştin armanca xwe, wan atmosferek pevçûnê afirandin û pişt ra operasyonek çekdarî li dijî şaredarîyê dan destpêkirin.
Bi beheneya şer û provakasyonan, êrîşa li ser şaxê şaredarî yê, Şaredar Şehîd Orhan Alpaslan, Şehîd Metin Aksoy û 105 karmendên şaredarîyê hatin binçavkirin. Ji bo lêpirsînê me birin Alaya Jendermeyan a Agirîyê. Çend roj piştî lêpirsînê, me sewq kirin Girtîgeha Leşkerî ya Erzirumê. Piştî çend rojan bû, nayê bîrya min, Şaredar û deh hevalên me ji alî Dadgeha Leşkerî va hatin girtin, yên mayîn em hatin berdan.
Lê, provakasyonên dewletê yên li dijî şaredarîyê bênavber berdewam kirin. Walî wek kayûm hate tayînkirin û bi fermana walî, hinek heval ji karê şaredarîyê hatın dûrxistin. Hinekan jî cîhê wan û pozîsyona wan hatin guhartin. Piranîya me kirin sergovan, ji ber ku em bibêjên sergovanî tiştek xirabe û em nexebitin. Lê em li dijî biryara Walî derneketin me demek sergovanî kir û em bi kêf dixebitîn. Le kêfa gel û dikandaran bi me dihat, em ji bo gel sergovanîyê jî dikin. Piştî demekî ji xwe darbeya leşkerî pêk hat û bi darbeyêra, ez û piranîya hevalan careke din di nav rewşek lêgerînê da bûn. Piştî sê rojên bêdengîyê, em ji Agirî yê revîyan. Hinek hevalên me, bi Serok Orhan Alpaslan ra derbasî, Ewropayê û Îranê bûn. Piştî demekî ez û komek hevalên xwe, em bê çare li gund û çîyan gerîyan. Dawîyê da me biryar da ku em her yek li çara serê xwe mêzekin.
Di nîvê meha Cotmehê da ez çûm Erzirumê. Roja ez çûm malê wê êvarê, mala me nîvê şevê ji alîyê polîs û leşkeran va hat dorpeçkirin û ez û birayê min Îkram, ku nû bibû 18e salî em hatin girtin.
Qasî sê mehan em hatin îşkencekirin. Ew ên lêpirsîn dikirin mîna wek zebanîyên dojehê li me zulim dikirn. Ez hewce nabînim ku dûr û dirêj qala îşkenceyan bikim, ji ber ku li ser îşkenceya gelek tişt hatine nivîsandin û vegotin. Piştî lêpirsînê, em şandin Girtîgeha Leşkerîyê. Girtîgeh dişibîya kampek wêran. Hema hema her kes wek westîyayî bû, mirov bi zorê dikarî bû biaxife an jî li ser pêyan bisekine. Li gel vê yekê jî, zîndan li gorî cîhê lêpirsînê, hema ji bo me girtîyan wek hotêleke baş xûya dikir.
Di wan rojên tarî û îşkenceyê da, cîvanên pir hêja winda bûn. Li Tirkîyê ji ber îşkenceya pir tabûtên xortan ji girtîgehan derketin, ji wan kesên pêşîn ku di encama îşkenceyêda hatibûn kuştin û jîyana xwe ji dest dabûn, ji wan yek jî Metin Aksoy bû.
Her çiqas hinek heval, lêpirsînên wan bi dawî bûn û ew hatin girtin jî, hinek heval ji bo lêpirsînên din, cardin vegerandin îşkencexaneyan. Hinek ji wan bi mehan di odeyên îşkenceyê da man. Di Girtîgeha leşkerî ya duyem da em 75 kes di qawûşek da bûn. Piranîya wan hevalan ji Agirî, Erzirum, Qers û alîgirên Rêya Azadîyê bûn.
Ji wan yek jî Metin Aksoy bû, ku ew bi îşkencekirineke hovane hate kuştin. Piştî ku ew anîn Erzirumê, ji destpêka lêpirsînê heta dema wî ya di girtîgehê da, ez her tim bi wî re bûm. Metin welatparêzekî hêja û Kurdekî maqûl bû. Li Agirîyê wî di her şert û mercî da moral dida min û ji bo min wek birayê minê mezin bû.
Dema ez li Agirîyê bûm, em di warê sîyasî da bi hevra dixebitîn. Di navbera meda dostanîyek xweş çê bibû. Gelek tiştên nayên jibîrkirin, me bi hevra parve dikir. Min tu carî yek ji heval û nasên xwe, çi sax çi mirî, ji bîr nekiriye. Lê min qet rexneyên neheq û bê bingeh ên li ser kesên ku mirine an sax mane nekirîye.
Mixabin, gelek ji wan kesên ku berîya hewldana darbeyê xwe sirgûnî derveyî welêt kirin, îşkenceyên ku di wan deman da hatine kirin, nedîtin. Lê gor nêrîna min, wan ji gelek deweran agahî digirtin.
Di demê ku me di wan rojên tarî da, wekî xilasbûnê li mirinê dinihêrî, ew kesên ku ji her cûre îşkence û zilmê azad bibûn. Li welat û li derveyî welat di kursiyên nerm da qehwe vedixwarin û meraq dikirin di bi işkenceyan da ka kî/kê teslîm bûye kî/kê çiqas axifîye. Digotin, ew hevalên ku axifîne ew ê bi prensîbû bi dîsîplîna partîyê bên tawanbarkirin. Xwedîyê wan gotinan, wê demê rêveber û sekreterê partîyê bûn. Ew ji çil salî şûnda vegerîyan Tirkîyê, bê pirs û bê lêpirsîn li Tirkîyê û niha di vîlayên xwe da dijîn?
Dema ku tên reqnekirin, ew bi retorîkên erzan ên wekî „We çi kirîye? Hûn çi dikin?“ xwe diparêzin. Hinek kesên belengaz ku ji dîrokê bêxeberin û pê nizanin, hîn jî li pey wan sekreter û rêvebirên vala diçin û bala xwe didin wan.
Belê, ji wan rojên tarî 45 sal derbas bûn, em di şert û mercên pir dijwar da derbas bûn.
Metîn Aksoy, di destpêka jîyana xwe da, di zindanê da, li kêleka me, ji ber îşkenceyê giran êş kişand û piştra şehîd bû.
Şehîd Orhan Alpaslan, her çiqas ji Kurdistanê derketibe jî, mîna kesên din, dikarîbû li derveyî welat jîyanek rehet bidomîne. Lê piştî salan ew ji Ewropayê derket û xwe avêt serê Çîyayên Kurdistanê. Li gel çend hevalên xwe yên nêzîk, ew li ser axa ku xeyalên azadîyê dikir şehîd ket.
Di salvegera rojên reş û tarîtîya 12ê Îlonê dâ, ez bi rêzdarî Orhan Alpaslan, Metîn Aksoy û hemû şehîdên Kurdistanê yên ku jîyana xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê feda kirin e, bi rêzdarî bibîr tînim.
Ez ji wan hevalên ku jîyan dikin û doza miletê xwe terk nekirine ra jî jîyaneke dirêj û azad dixwazim.
Bi hêvîya ku rojên tarî yên wekî 12ê Îlonê carekî din dubare nebin.
12.09.2025