Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Parîsê di konferanseke rojnamegeriyê da ragihand, ku Amerîka dê piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di pêkanîna erkên xwe yên niha da bidomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo piştgirîya HSDê got;
“10 hezar girtiyên DAIŞê di bin çavdêriya dostên me yên Kurd da ne.
Di berjewendiya îdareya bê ya Trump da ye ku DAIŞ serî hilnede.
Dilgiraniyên Tirkiyeyê yên rewa ji PKKyê û terorê hene.
Lêbelê ne di berjewendiya ti aliyan da ye ku li Sûriyeyê alozî hebin, em jî hemû hewlên xwe didin ku ev yek pêk neyê.“




