Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla civiyan.
Piştî civînê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku ew bi fermandarên Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) û du hêzên din ên bi Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ra civiyaye û wan rewşa Sûriyeyê nirxandiye.
Mezlûm Ebdî wiha dibêjê; “Em bi Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla, Fermandarê Operasyona Biryara Pola General Kevin Lehy û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Şamê General Michael Brooks ra civiyan.
Civîn ji bo nirxandina rewşa niha ya Sûriyeyê û operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê girîng bû.
Me tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevpeymaniyê û rola girîng a Amerîkayê ya di bidestxistina agirbesteke mayînde li bakurrojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina ewlehî û aramiyê li seranserî welêt kir.”
Wek tê zanîn nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene û piraniya wan li herêmên di bin kontrola HSDyê da ne.
Pentagon, HSDyê wekî hevpeymanê xwe yê sereke yê şerê li dijî DAIŞê bi nav dike, lê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed herêm rastî êrişên komên çekdar ên Sûriyeyê yên nêzîkî Tirkiyeya endamê NATOyê tê.
Amerîka jî hewl dide, ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de bigire.
Berpirsên Amerîkayê hişyarî didin ku êrişên berdewam ên komên çekdar li herêmên HSDyê, dê bibe sedema lawazkirina hewlên şerê li dijî vejîna DAIŞê.




