
Sirac Oguz
Ev demeke li ser bûyerên Rojhilata Navîn û li ser Rojavayê Kurdistanê gotinên nerast û nûçe tên parvekirin. Gelek nûçeyên bêbingeh… Ji bo xwedîderketina maf û azadîya miletê kurd û berjewendîyên destkeftî divê herkes hîşyar be. Daxwaza me ew e ku bila miletê me bi nûçeyên bêbingeh nexapin. Ji ber dayîna wan bedelê giran, bila bê bandor bibin û azad bijîn.
Dema mirov li rewşa Rojhilata Navîn û sîyaseta li wir tê kirin dibîne, matmayî dimîne. Serokê Sûrîye ya niha Ahmed Şara ji alîyê Amerîkayê wek terorîst dahat naskirin. Heta Amerîkayê ji bo kuştina wî deh mîlyon dolar jî xelat danî bû. Ew ne bi tena yek partî û bi hêza xwe tenê bi serket. Ew bi nêzîkî sîh rêxistinên Îslamîst bûn yek qûwet, di nav heftekî da bû serokê Sûrîyê û bê îtîraz hat naskirin. Ahmet Şara jî îro wek hemparê xwe li dijî mafên kurdan e. Ew di bin bandora Tirkîyê da ye.
Bawerî ew e ku li ser rojavayê Kurdistanê êrîş nebin. Înşallah dîrok carek din dubare nabe. Wekî din ji bo hemû bajarên kurdan tehlîke dewam dike. Ya herî mûhîm ew e ku dewleta Tirkîye êrîş nebe ser bajarê Kobanîyê. Îro sîyaseta ku kurd dikin, siyaseteke pir xirabe. Bi biratîya gelan kurd tên xapandin.
Rêveberên Rojava ji berpirsyarê QSDê di dema dagirkirina Efrînê da, ji reva serokê QSDê ji Talal Silo bawerim wan ders girtîye. Gelo îro dagirkirina Efrînê tê bîrya tu kesî. Tirs ew e ku heger êrîş li ser Kobanîyê bibe, wek dagirkirina Efrînê ewê hinek kesên wek Talal Silo bajar teslimî dagirkeran bikin. Ji ber ku çend dem berê li bajarê Minbîcê û Raqayê eşîrên Ereban û çekdarên wan li dijî kurdan derketin qada û li dijî şervanên kurdan şer kirin.
Angori van bûyeran gerek kurd jî pir baş di her alîda tedbîra parastina xwe bikin. Sîyasetmedarên kurdan jî wan bûyera baş bişopînin, analîz bikin û jê ders bigrin. Wek hevdîtina bi rêz Mesud Barzanî û fermandarê QSDê Mazlûm Ebdî li ser pirsgirêkên Rojava civîyan, ew civîn pir bi qîmet û rojekî dîrokî, ji bo yekitî û yekrêzîya kurdan jî pir balkês bû.
Wekî din sîyaseta girêdayî yek şexs û yekpartî, tu car bi sernakeve. Bi salane ew jî li çar parçeyên Kurdistanê li berçavan e. Sêzdeh sal e li Rojavayê Kurdistanê sîyaseteke pir xelet hat kirin. Wek propoganda li ser derew, xwedêgiravî ji bo serokatî û paradîgma wî xebitîn. Ji xwe ew qet wextekî ji bo xilasbûn û azadîya wan nebû çare jî. Ew jî ji bo dewletên dagirker ancax dibe û bûye firsendên bêhempa.
Ji ber wê sîyaseta şaş û yekalî, loma li Bakurê Kurdistanê kurd pêşneketin. Li serê miletê kurd, dewletên dagirker wek herdem, dîsa ketine nav fêlbazîyan. Li alîkî Îran ji alîyê din Tirkîye, ji bo ku kurd nebin xwedî mafên xwe yên xwezayî, di navbera kurdan da dîsa bêtifaqî û alozîyan derdixin.
Hinek malper û şexsîyet jî bi nave hinek partî û ji bo popilîzmê, xwe derdixin pêş û nûçeyên derew belav dikin. Xema wan kesan ne kurd in ne jî Kurdistan e. Lê bi navê kurd û Kurdistanê di nav miletê kurda malxirabîyên mezin dikin.
Îro li Tirkîyê komîta bi nave aşitîyê bi emrî waqî û bê îrada kurdan hatîye avakirin. Ew jî bi destên kesên ne kurdin didin kirin. Ew ji bo rojavaye Kurdistanê jî metirsîdarî çe dike. Loma îro rojên dîrokî û pir hesasin, her gotin û nûçe jî pir girîngên. Gerek hemû kurd li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pir bi hesas bin. Ji destê kî çi tê gerek bêkirin.
Îro li Bakurê Kurdistan û Tirkîyê ew xebatên ji bo aşitîyê tên kirin, ji alîyekî di cîyê xweda ye. Ji bo miletê Tirk û Kurd gelek girîng be jî. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê ji şerê pence salî şûnda, bi deh hezaran kuştî û birîndaran, bi hezaran valabûna gundan kurd nebûn xwedî opsîyonekî neteweyî. Ji xwe bi giranî partîyên bi nave kurdan sîyasetê dikin, ew jî bêqûwet û bêbandorin. DEM partî jî bi eşkere dibê em ne partîya kurdan in. Îro ew bi parlamenter û bi şaredarîyên xwe di nav miletê kurd da xwedî bandor in. Loma ji bo tevgera aşitîyê kesên Tirkmen û Ereb temsîlîyeta wê pêvajoyê dikin.
Di dem û roja îro da li Tirkîyê mirov bi hestê neteweyî kurd be bes e. Bi îdeolojî û serok û sekretera bibe Kurd, wê demê Kurd qet wextekî ji vî helê xirab dernakevin. Heger ku kurd hê bi vî aqilî tevbigerin qet nabin tiştek!
Kurd divê berî hertiştî bi tevger û bi zimanê xwe bibin kurd, dû ra bibin millet û bibin dewlet.
24.01.2025