
Sirac Oguz
Ji dema damezrandina komara kemalîst heta roja îro, miletê Tirk bi bawerîya monîst perwerde bûye û bi îdeolojîya kemalîst hatîye îdare kirin. Loma fikir û bawerîya miletê Tirk çi dibe bila bibe qet ferq nake. Ji ber ku mêjîyê wan wekheve û bi qalibê îdeolojîya kemalîzmê dixebite.
Sed sale li Tirkîyê bi îdeolojîya monîst û kemalîst, zarok tên perwerde kirin. Zarokên şeş heft salî di destpêka dibistana seretayî da bi gotinên nîjadperestî, wek gotinê “yê ku dibêje ez tirkim û pir kêfxweşim”, (ne mutlu türküm dîyene.) heta dawîya emrê xwe, karîyera wan çi dibe bila bibe wer perwerde dibin. Piştra dibin rêveber û di sazîyên fermi û cûdan da cîh digrin.
Ew di jîyana xwe da, ha bi nave demokratîyê ha bi navê oldarîyê tevbigerin jî, di navbera wanda pir ferq tune ye. Ji ber ku ew bi îdeolojîya kemalîzmê ya bi tekparêzî perwerde bûne.
Loma ew xêncî îdeolojîya monîst û kemalîst bi parastina, yek milet, yek dewlet, yek ziman yek al, bi nîjadperestî di ware sîyasî û neteweyî da xwe diparêzin.
Xwedêgiravî kesên bi nave zanyar û xwedî tîtil jî, an jî ew kesên bênivîs û bêxwendin jî, hemû wek hev difikirin û kemalîzmê diparêzin.
Sed sale li Tirkiyê di despêka dibistana seretayî û heta qedandina zanîngehê bi neyartiya miletên bîyanî, zarokên Tirkan tên perwerdekirin.
Kurd jî bi vê sîstemê tên perwerde kirin û asîmîle kirin. Komara Kemalist sed sale, bi vê fêl û fêlbaziyê desthilatdarîya xwe didomîne. Dewletê, piranîya Kurda asîmîle kir û di vê armancê da biser jî ket.
Roj tê bi biratîya ometê, roj tê bi biratîya gelan dekbazîyê dikin û Kurdan dixapînin.
Ji ber ve yekê ye ku, li Tirkiyê demokrasi ne qasî serê derziyê cîh girt, ne jî di civaka Tirkan da çend kesên demokrat derketin.
Sed sale sîstema kemalîst di her rêvebirîyê fermi da bi dîktatorî û bi zor û hikûmranî tê rêvebirîn. Sîstem ne demokrate, sed sale bi dehan hikûmet hatin avakirin, lê qanûn û sîstema kemalîst û monîst hê jî di hemû sazîyên resmî da bibandore.
Iro jî hemû akademîsyen, ronakbîr û rewşenbîrên Tirk, ji bo mafên kurdan wekhev negatîf difikirin.
Ya rastî di nav sedsali da cara yekem, hikûmeta desthilatdar di demek kurtda be jî, ji salên 2004 dan heta 2014da gelek tiştên baş kir. Nebes be jî di dibistanan da sonda tirkîtîyê “yê ku dibêje ez tirkim û tirkim serastim û pir kêfxweşim”, qedexe kir. Bi PKKê ra hevdîtin çêkir. Ji gerîla deh danzdeh kes, ji Ewropayê dîsa danzdeh kes, ji bo pêvajoya aşitî û çareserîyê çûn Tirkîyê. Îfadê wan di konan da girtin. Bi navê TRTe şeşê qanalek TVê ya bi kurdi vekir. Ji bo zimanê kurdî mafê dersên bijarte da. Di hinek Zanîngehan da beşên Mamosteyên zimanê kurdî vekir.
Di dîroka komara kemalîst da ew bûyer wek şoreş bûn. Lê ya rastî hinek jî ji bêtifaqî û bê ferasetîya sîyaseta kurdan, kurd çi dixwazên ew baş nehatin ziman. Ew pevajo jî çima hat hilweşandin, heta roja îro, tu baş nehatîye fehm kirin.
Ji ber van gavên wer piçûk li Tirkîyê kemalîst û nîjadperest îslamîstên Tirkan bêdeng neman. Ew bi her awayî ji bo hinek mafên kurdan yê însanî bîle li dijî desthilatdarên xwe derketin û îdeolojîya kemalîzmê parastin.
Gelo ҫima, hûn jî qet li ser vê yekê difikirin?
Gava mirov partî û siyasetmedarê Kurda dişopîne, dibêje qey wek kopya sîyasetmedarên Tirkanin û wan teqlîd dikin.
Li Tirkîyê peyva demokratî û demokrasîyê, ji Tirkan zêdetir Kurd bikartînin. Piranîya partîyên kurdan 50 sale di bin emrê serok û sekreteranda ne. Lê ne rêvebirên partîyan ne jî alîgirên wan nikarin vê rewşê biguherînin. Dema devê wan vedibe peyva yekemîn xwe demokrat dibînin û demokrasîyê diparêzin. Di nav pêncî salîda nikarin serokê xwe bigûherînin, li ser serê miletê kurd jî dibin demokratparêz.
Ew sîyaseta şaş jî, ji bo xapandina miletê kurd e. Gelo partî û sîyasetmedarên Tirkîyê çiqas demokratin û doza demokrasîyê dikin. Kopya wan sîyasetmedar û partîyên kurd jî bibin demokrat!
An jî sîyasetmedarên kurda çiqas demokratin?
Bila Kurd vê yeke bibînin û bi sextekarîya sîyaseta derewîn neyên xapandin.
Partî û sîyaset, serok û sekreter, ji bo hebûna kurdan ne tiştin.
Lê ziman hebûna miletê kurd e.
Kurd gerek bi dil û can ji bo mafên xwe yên xwezayî, li ku derê dijîn, berî her tiştî bi zimanê xwe yên şêrîn bipeyvin, bixwînin, binivîsin û wî biparêzin….
04.02.2025