
Sirac Oguz
Kar û hûnerê rewşenbîrek bi kîjan zimanî be, ew bi wî zimanî tê binavkirin!
Kurdên bi tirkî dinivîsin ji xwe ra dibêjin, nivîskarên kurd. Ev binavkirineke ne rast e û xwe bixwe xapandine. Ji ber ku nivîskarên kurd ancax bikaranîna zimanê xwe yên zikmekî dibin rewsenbîrên kurd.
Sala par di meha cotmehê da, di TRT 2 da li ser edebîyata tirkî bernameyek bi navê Sifreyên Wêjeyî (Edebî Sofralar) hebû.
Mijar jî nivîskar Yaşar Kemal û naverokên romanê wî bûn.
Li ser dewlemendîya zimanê tirkî û dewlemendîya naverôkên romanê wî gengeşî dihat kirin.
Nivîskar bi eslê xwe kurd, lê zimanê romanên wî bi tirkî bûn. Loma naverok û ziman jî dibûn dewlemendîya ziman û lîteratûra zimanê tirkî.
Lê ez li ber wê bernameyê pir xemgîn bûm. Ji ber ku ew romanê Yaşar Kemal bi temamî bi eded û tevgerîya miletê kurd, bi bûyer û naveroka li ser erdê Kurdistanê û li ser jîyana miletê kurd bûn.
Bi eslê xwe ew gotin hemû bi zimanê kurdi û li Kurdistanê bûne. Yanê bûyer û naverok bi kurdî, ziman jî bi tirkî, ew jî bê nebê dibû dewlemendîya zimanê tirkî.
Di hinek romanê Yaşar Kemal da, bûyer û naverokê li ser şêx û axa hene. Pêşkevan û reqnegir jî qala axa û şêx û feodalî yê dikirin. Lê ew şêx û axa kî ne ji kîjan miletî ne nedianîn ziman. Digotin wek romana bi nave Mihemedê Dirêj (İnce Mehmed) û Mêzeke Çemê Firatê xwîn diherike (Firat Suyu Kan Akiyor Baksana), Efsaneya Girîdaxê (Agri Dağı Efsanesi) dikirin.
Pêşkêşvan û reqnegir digotin de bala xwe bidin van bûyer û dewlemendîya zimanê tirkî. Digotin wan gotinê dewlemend û xweş xêncî zimanê tirkî gelo dı kîjan zimanîda heye! Xwe bi xwe xwedêgiravî bi zimanê tirkî kêfxweş û serbilind dibûn.
Gelo di van bûyera da rola zimanê tirkî û kevneşopîya bav û kalên tirkan di wan war û erdê Kurdistanê da çi digerîya?
Bûyer û naverokên romanên Yaşar Kemal bi giranî li ser jîyana kurdan û li ser erdnîgarîya Kurdistanê bûn.
Lê ji ber ku nivîskar kurd bû, bi zimanê tirkî nivîsî bû. Loma tirk bi wî dewlemendîya romanên wî şah dibin û methê dewlemendîya zimanê tirkî didin.
Lê mixabin ne nave kurdan ne jî zimanê kurdan û dewlemendîya wê nedihat ziman. Ew parastin û kêfxweşîya li ser wêjeya tirkî jî mafê wan bû.
Lê li ser vê mijarê îro rastîyek heye, ew jî kurd nivîskarê xwe jî baş nasnakin. Her kê/kî bi eslê xwe kurd, lê bi tirkî dinivîse wan wek nivîskarên kurd dibînin.
Îro helbestvanek binav û deng wek Ahmet Arîf piranîya kurdan wî kurd dibînin. Bavê Ahmet Arif bi eslê xwe ji welatekî balkanê ye. Bavê wî ji Rumelîyê, hatîye Kerkûkê, piştra wek memur hatîye Amedê. Bavê wî Arîf Hikmet, dayîka wî Sarê Xanime. Sarê Xanim kurd e. Ahmet Arîf, li Xançepekê 21ê nîsanê di sala 1927an da hatîye dinê. Esil navê wî Ahmet Önal e. Bi navê Filinta Önal kurek wî heye.
Piranîya kurdan Ahmet Arif wek helbestvanêkî kurd nas û bi nav dikin.
Di nav lîteratûra helvestvanan da Ahmet Arîf wek şaîr û rojnamevanê tirk cîh digre. Gelek helbestvan û nivîskarên bi eslê xwe kurd, lê bi tirkî nivîsandine di nav lîteratûra bîyanîyan da, ji bo wan dibêjin nivîskar û helbestvanên tirk an jî tirkîyê.
Mixabin, kurd ne dîroka xwe ne jî wêjeya xwe baş nasnakin. Loma nivîskar û kesên di xizmeta zimanê kurdî da xebat dikin pirtûk û romanên kurdî dinivîsin jî baş nasnakin.
Rexne û gotin ji bo dewlemendîya zimanê kurdî ye. Ji ber ku berhemên bi kurdî dibe dewlemendîya zimanê kurdî. Berhemên bi tirkî jî dibe dewlemendîya zimanê tirkî.
Helbet di dîroka komara tirkîyê da pir kesan bi tirkî li ser dîrok û roman û êşa kurdan nivîsandine. Ji bo ked û xebatên wan tu gotinek tune. Lê dema ew berhemên wan bi kurdî ba, ji bo dewlemendî û nasandina ziman û edebîyata kurdî pir daha bi qîmet û baş dibû.
10.05.2025