
Sirac Oguz
Îro li seranserî welatên Ewropayê, kêm zêde du mîlyon kurd dijîn.
Herî zêde li Almanya yê dijîn. Lêkolîner Prof. Dr. Esther Almstadt ku bi navê pênc platformê medyayên mezin dixebite, dibêje angorî lêkolînên me li Almanyayê mîlyon û sêsed hezar kurd dijîn.
Lê kurd angorî nifûsê xwe, di nav sazî û partîyên Almanyayê da xwedî bandor nînin. Ji ber ku yekitî û sazîyên wanên sivîl û netewe tunin. Piranî ya wan bi partî û komelên îdeolojîk va girêdayîne.
Piranîya kurdan ji bakurê Kurdistanê koçber bûne. Ew jî, di nav komel û sîyaseta kurdên bakur da bi tirkî perwerde dibin û bi ziman û çanda xwe najîn.
Di nav Kurdên ji çar perçeyên Kurdistanê hatine Ewropayê, tu têkilî tune ye. Komel, sazî û bazirganîya wan jî ji hev cûdanin. Ji alîyê sîyasî da, ew partîyên xwe nêzîkî hevdû dibînin bi hevra têkildar in û qismî bi hev dikin.
Kurdên Rojava bi kurdî diaxifin, komelê wan pir hindikin. Kurdên bakur piranîya wan bi zimanê tirkî diaxifin û sîyasetê dikin. Hema li her bajarî komelên wan ên îdeolojîk hene. Kurdên başûr sankî îllegal dijîn. Xencî çend komelên ola Êzdîyan komelê wan tun in. Ji komel û sazîyan dûr lê bi kurdî dijîn. Kurdên rojhilat jî wek başûrîyan tevdigerin. Bi navê partîyan komelên wan tunin.
Yanê perçebûna kurdan li dîasporayê jî bela serê kurdan e. Kurd li dîasporayê da jî parçe parçe dijîn. Lê di salê da carê kurd bi şahîya newrozê bi deh hezaran tên ba hev. Ew jî ji bo jîyana civakîya kurdan û ji bo têkilîya nav mala kurdan nabe bersîv.
Sîyaseta kurdan ji nav çar dîwarê komela derneket û pêşneket. Hinek komel bi hezaran, hinek jî bi neh deh kesan xwedî endamin. Di komela da bi piranî xwerin û wexwarin, car caran jî yek semînerên îdeolojîk, angorî daxwazên partîyan tên organîze kirin.
Di meş û mitînga da her çiqas qelebalix bin jî, deng û daxwazin wan medya gel û sîyasetmedarên wan dewleta nabihîzin. Ji ber ku gotin û daxwazên kurdan ne ji bo daxwazên neteweyî hemû îdeolojîk û siloganin. Loma ne televîzyon ne jî rojnamevanên wan welatan gotinê kurdan naynin ziman û di nûçeyan da cîh nadin.
Kurd li Ewropayê di şîn û şahîyan da jî angorî tevgera bav û kalan û bi kevneşopîya kurdî tevnagerin.
Ya yekem, di dewetan da piranî bi marş û bi kilamên li ser şerwanên kurdan, dilîzin û direqisin. Giranîya deweta li ser xelatan e.
Ya duyem, kurd serxweşîyên xwe di komelan, an jî li malên serxwaşîyê si Mizgeftan da li dar dixin. Pir tiştên ecêb hene, wek xwerin û wexwarinên di tezîyan da pêşkêş dikin. Di dewetan da nayên pêşkêşkirin. Ew jî ji bo wan tiştek bi rûmet e.
Malbatên heznî, xemgîn û heznîtîya xwe ji bîr dikin. Dikevin xizmeta pêşandina xwerin û wexwarinê. Tu dibê qey ji vê malbatê kes nemirî ye.
Di şahîyan da xelat, di şînan da jî bi hatina pir kesan malbat kêfxweş dibin. Ew jî di nav civata kurdan da bûye mecbûrîyetî.
Lê ji bo ziman û dîroka xwe piranîya kurdên Ewropayê xwe naeşînin. Di malên kurdan da, rengê tîmên fûtbola tirkan, rêze fîlm û zimanê tirkî cîh digrin.
Kurdên Misilman daw û doza biratîya olî, Kurdên Elewî jî daw û doza biratîya gelan dikin. Piranîya wan bi ҫepgir û Kemalistan ra tevdigerin. Cîyê îbadet û komelê xwe kirine wek wargehên Kemalizmê.
Komel û Malên Ezidîya jî xêncî Êzdayetîyê çavên xwe ji her tiştî ra girtine. Bi ҫand û zimanê xwe Kurd, lê bi tevger û gotinên xwe ji netewetîyê dûr in. Bi Kurdî diaxifin, lêbelê xwe miletek cuda dibînin û ji Kurdayetîyê dûr disekinin.
Pir kêmasîyên kurdan hene mirov nikare bîne ziman. Miletên ji ziman û netewa xwe dûr, her tiştî ji xwe ra mubah dibînin.
Divê kar û xebata Kurdên li Europayê jî ji bo daw û doza neteweyî û ҫand û zimanê Kurdî be.
Angorî azadî û serbestîya li welatên Ewropayê, Kurd ji alî netew, ziman û çanda xwe pir paşda ne.
25.05.2025