
Lokman Polat
Di nav weşanên ”Zîz”ê de, di beşa ”Rexne”yê de pirtûkek balkêş û girîng hate weşandin. Pirtûka birêz Şêxo Fîlîk ya bi navê ”Roja Nehşemê – Derî û Dergehên Çîroknûsiya Kurdî” pirtûkek rexneyî ya rexnegiriya edebî ye. Di analîz û şîroveya pirtûkên edebî de, di nirxandin û şîroveya pirtûkên çîrok û romanên kurdî de nivîsên Şêxo Fîlîk hêjayê xwendinê ne.
Di rexnegiriya edebî de digel birêz Ramazan Alan, Hakî Ocal, Mahmûd Ozçelîk û çend kesên din, navê Şêxo Fîlîk jî nasnavekî ku ji alî xwendevanên kurd û edebiyathezan ve tê zanîn. Ş.Fîlîk nivîsên xwe yên rexneyî bi şîrove û analîzên xwe daye nîşandan ku ew edebiyatnas, edebiyatzanekî eniya wêjeya kurdî ye.
Pirtûka Şêxo Fîlîk di nav weşanên ”Zîz”ê de li Amedê derketiye. Pirtûk 131 rûpel e. Edîtoriya pirtûkê weşanên Zîzê, redaktoriya wê Dîlawer Zeraq, mîzanpajê Jujî û dîzayna bergê Sadik Hangul kiriye. Di pirtûkê de heşt/8/ nivîsên derbarê roman, çîrok û pirtûkên çîrokan de hene. Nivîskarê pirtûkê Şêxo Fîlîk ji bajarê Semsûrê ye. Heta niha sê pirtûkên wî hatine weşandin. Ew herdem bi kurdî dinivîse û hersê pirtûkên wî jî kurdî ne. Ew yek ji xwedî û birêvebirê weşanên ”Zîz”ê ye. Vê weşanxaneyê heta niha tenê pirtûkên kurdî weşandiye.
Pirtûk bi sernivîsa ”Kronotop di çîrokên Brahîm Ronîzêr de” dest pê dike. Kronotop yanî zeman û mekan, wext û cih di çîrokên B. Ronîzêr de tê şîrovekirin. Şêxo Fîlîk Dibêje : ”…..di çîrokên xwe de piranî mekanên derveyî bikar aniye, di nava wan mekanên derveyî de herî zêde cih daye ”Kronotopa Rê û Rasthatinê.” Rûpel : 10.
Ş. Fîlîk bi analîzeke edebî, teorîk çîrokê şîrove dike, dinirxîne. Rave kirina wî li gor şêweya nivîskarê rusî Bahtîn e. Di edebiyatê û herweha di çîrokên B. Ronîzêr de zeman û mekan di vê nivîsa Şêxo Fîlîk de baş hatiye qal kirin. Ş. Fîlîk weha dibêje : ”…….her ku zeman herikiye, her ku sal derbas bûne guherînên di mekanan de bêhtir xuya bûne. Karekterên ku dibin şahidê vê guherînê, bi saya vê guherînê bi herikîna zemên dihesin. Qey lewma ye ji nişkê ve bi leza demê diheyirin…” Rûpel : 18.
Ş. Fîlîk tenê li gor teoriya Bahtîn di çerçeveya zaman û mekan de pirtûka çîrokên B. Ronîzêr nirxandiye, analîz kiriye. Di warê din de bahs nekiriye. Zimanê wê, hunandin, teknîka nivîsîna wî, temaya çîrokê, şaşî û kêmaniyên pirtûkê çine? Diyar nekiriye.
Nivîsa duyem li ser du pirtûkên çîrokan ên mîzahî ye. Sernavê nivîsê : ”Di çîrokên Baran û Şarman de wek derfeteke vegêrana mîzahî.” Ş. Fîlîk jî weke hinekan di şûna peyva ”Vegotinê” de peyva ”Vegêran” bikar tîne. Ev peyv jikur derket? Kî vê peyva çêker çêkir? Ez nizanim. Lêbelê peyveke çêker a bêmane ye. Di lîteratura kurdî de peyva ”Vegotin” rûniştiye loma jî pêwîst nake di şûna wê de mirov peyva ”Vegêran”bikar bîne.
Ş. Fîlîk pirtûka Bahoz Baran ya bi navê ”A Baş” û pirtûka Mehmed Şarman a bi navê ”Pirça Wenda” dinirxîne, li gor zanîna mîzahî şîrove dike. Van herdu pirtûkên çîrokan min jî xwendibû û min li ser a B. Baran nivîseke rexneyî nivîsîbû. Ya M. Şarman ji xwe qet neserketî bû, li gor pîvanên mîzahî jî qels bû. Hinek çîrokên di pirtûka M. Şarman de tu eleqeya wê û mîzahê bi hev tunebû. Di hinek çîrokên wî de, ken, mîzah, pêkenîn tunene, trajedî heye. Ji xwe Ş. Fîlîk jî dibêje : ”Mijarên çîrokan di eslê xwe de ne mijarên ”komîk” in û yekane armanca wan ne kenandin e.” Rûpel : 28.
Ş. Fîlîk di gotara xwe ya li ser pirtûkên Baran û Şarman de herdu pirtûkan dinirxîne, şîrove dike. Lêbelê rexneyek bi rêk û pêk li herdu pirtûkan nagre.
Di sernivîsa bi navê ”Şaşiyên Teknîkî û Çend Çîrokên Derblêketî” de şaşiyên hinek nivîskarên biyanî û hinek nivîskarên kurd destnîşan dike. Nivîskarên kurd ev in: Helîm Yusiv, Burhan Tek, Mem Zînistanî, Bahoz Baran, Mehmed Şerman û Bawer Rûken e. Şêxo Fîlîk şaşiyên van nivîskarên kurd ku di çîrokên xwe de kirine, tîne zimên. Bal dikşîne ser şaşiyên wan.
Ez ê qala şaşiyên van hemû nivîskarên kurd nekim. Ji van şeş nivîskaran behsa şaşî û kêmaniyên M. Şarman bikim. Di esasê xwe de şaşî û kêmaniyên M. Şarman hema bibêj di hemû pirtûkên wî de hene. Min di pirtûka xwe ya bi navê ”Romanên Kurdî – Rexne, Nirxandin û Analîz” de rexneyek dirêj li M. Şarman û romanek wî girtibû, wî rexne kiribû. M. Şarman pêşî çîrok nivîsî, çîrokek ji nivîskarekî biyanî girtibû û weke ku wî nivîsiye, navên di çîrokê de guhertibû û li ser navê xwe di pirtûka xwe de weşandibû. Min ew kirinên wî jî rexne kiribû. Paşê ew di çîrokê de biser neket, vêca dest avêt romannivîseriyê, romanek nivîsî, di romanê de jî bi ser neket û ev çend salin ku bêdeng e. Pirtûkek wî ya nû derneketiye. (Heger pirtûkek wî ya nû derketiye, haya min jê tune. Gelek weşanên kurdan reklama/anonsa pirtûkên nûderketî nakin, lewre jî dereng xebera mirov jê dibe ku kîjan pirtûk nû derketiye.)
Niha em binêrin şaşiyên wê ên ku Şêxo Fîlîk destnîşan kiriye. Şêxo Fîlîk dibêje : ”M. Şarman di çîroka Muxtarê kîrdirêj de tûşî şaşiyeke mîna ya Burhan Tek hatiye û leheng li hev şaş kirine.” Rûpel : 49. Bi ya min, ewkê muxtar(!), naveroka vê çîrokê tewş e, ji tiştek re nabe. Loma jî pêwîst nake ez qal bikim. Naverokên çîrok û romana M. Şarman badilhewa ne, nebalkêş in, qels in, bala mirov nakşînin.
Dema bê pirsîn di edebiyata kurdî de nivîskarê Kubîst, nivîskarê peyvên çêker, parastvanê berhemên hunera Kubîzmê, pirbikaranîna peyvên Xwedêgiravî akademîk yên ku jê nayê fêmkirin, sazkirina hevokên tevlîhev kiye? Kîjan nivîskarê kurd e? Ê min navê Dîlawer Zeraq tê bîra min. Di pirtûka Şêxo Fîlîk de sernavê nivîseke jî ”Nebaniya di ”Kakil”ê Dîlawer Zeraq de” ye. Min pirtûka D. Zeraq ”Kakil” çapa yekem dema derketibû, xwendibû û derbarê wê de nivîseke rexneyî nivîsîbû. Ji bo wê nivîsa min a rexneyî dilê wî ji min mabû, navbera me sar bubû. Hinek kurd fêrê rexnê nebûne. Dema mirov rexne li wan bigre, dilsar dibin, dixeyidin, lome dikin. Nivîskarekî kurd ji bo rexneyek min ya li romana wî 15 sal bi min re xeber neda.
De ka em binêrin Ş. Fîlîk ji bo pirtûka D. Zeraq a bi navê ”Kakil” çi dibêje. Pêşî ez vê bibêjim; dibe ku gelek xwendevan nizanibin peyva ”Nebanî” çiye? Nivîskar Ş. Fîlîk vê peyvê di şûna peyva ”Biyanîbûn”ê de ku tirkî jê re dibêjin ”Yabancîlaşma” bi kar aniye. Wî sedemê ku vê peyvê bi kar aniya di jorenotek de nivîsiye.
Ş. Fîlîk di çîroka D. Zeraq ”Kakil” de biyanîbûnê, ji xwe dûrketinê şîrove dike. Ew bal dikşîne ser biyanîbûniyên ku di ”Kakil”ê de hene. Herweha li civakê biyanîbûn, li xwe biyanîbûn, li çandê biyanîbûn, li mekanê biyanîbûn û wek metaforên biyanîbûnê û koçberiyê…Şîrove dike.
Di nivîsa sernavê wê ”Dahuraniyeke Berawirdê li ser çîrokên ”Jinek û Mêrek” a Mehmed Dicle û ”Mirî” ya Leyla Erbîl” de Ş. Fîlîk herdu pirtûkên çîrokan dide berhev û bi gotina wî berawerdî dike. Di encamê de Ş. Fîlîk nabêje, lê e bibêjim; M. Dicle çîroka xwe ji ber ya Leyla Erbîl wergirtiye, her weke ku kopî bike, weke wê nivîsiye. Min berê pirtûkek çîrokan a M. Dicle xwendibû, paşê romana wî ya bi navê ”Berfa Sor” derket, min ew kirî û xwend. Lêbelê min ew neeciband. Derbarê wê de min nivîseke rexneyî nivîsiye, ez ê wê di pirtûka xwe ya bi navê ”30 Romanên Kurdî” de biweşînim.
Ş.Fîlîk peyva ”Berawirdî”yê bi maneya ”Danberhev”iyê bikar tîne. Yanî danberheviya berhemên edebî ku bi tirkî jê re ”Karşilaştirmali Edebiyat” dibêjin. Ş. Fîlîk dibêje : ”Çîroka Jinek û mêrek a Mehmet Dicle û Çîroka Mirî/Olu ya Leyla Erbîl ji gelek aliyan ve (tema, naverok, binyat, îmogolojî) dişibin hev. Rûpel 71. Pirtûka L.Erbîl 30 sal beriya a M. Dicle derketiye.
Biqasê ku ez zanim di nav berhemên edebiyata kurdî de hinek berhemên nivîskarên kurd bi taybetî hinek çîrok û hinek romanên kurdî ji berhemên biyaniyan, ewropî û rusan siûd wergirtiye, di bin bandora nivîskarên biyanî de mane û weke ku kopi bikin, nav guhertine naverok wek wan maye.
Ş. Fîlîk di sernivîsa bi navê ”Homoerotîzm û hevzayendî wek têmayeke di metnên edebî de” bal dikşîne ser mijareke girîng. Nivîskarên şermok ku di berhemên xwe de cih Nadine erotîzmê, pevşabûnê, wê li cihek bihêl, leheng û fîgurên wan ên berhemên wan hevûdu maçî jî nakin, hev ranamîsin, Divê ew vê nivîsê bixwînin.
Ş. Fîlîk di vê beşê de, ji bo vê mijarê mînakên ji edebiyata cîhanê, ji ya tirkî û paşê jî di edebiyata modern a kurdî de mînakên hêja dide. Di edebiyata kurdî de Jan Dost, Lokman Ayebe, Ferhad Pîrbal, Çîdem Baran, Dîlawer Zeraq, Fewzî Bîlge, H. Kovan Baqî, û Bawer Rûken wek mînak dide, berhemên wan şîrove dike. Bi ya min jî di vê hêlê de berhemên H. Kovan Baqî, bi taybetî jî romana wî ya bi nave ”Heteroglossia” berhemeke ji bo vê mijarê hêjayê xwendinê ye.
Di sernivîsa ”Şerm û Jinûveavakirina civakê” de pirsgirêka jinan, temsîliyeta wan û li ser teoriya femînîstiyê şîrove dike. Ew di vê nivîsa xwe de romana Sîdar Jîr a bi navê ”Şermîn”ê dinirxîne û dibêje di roma ”Şermîn”ê de laşê jinê hatiye erotîzekirin.
Nivîsa herî dawî a di pirtûka Ş. Fîlîk de li ser mijara herkehiş e. Sernavê nivîsê ”Qêrîneke Bêdeng Şîpehiş” Ş. Fîlîk ji bo peyva bi îngilîzî Consciousness readning ku bi tirkî jê re dibêjin ”Bîlînç Akişî” û bi swêdî jê re dibêjin Medvetandeläsnîng, bi kurdî dibêje ”Şîpehiş”. Lê bi qasê ku min di hinek nivîsên kurdî de dîtiye û xwendiye ji bo vê peyvê peyva ”Herkahiş” bi kar tînin.
Axir Şîpehiş yan jî Herkahiş ev mijareke girîng e. Di berhemên edebiyata kurdî de pir hindik ew jî di çend çîrokên nûjen û romanên kurdî de hatiye bikaranînê. Ş. Fîlîk jî vê rastiya hindikbûna herkahiş/şîpehişê tine zimên. ”Weke edebiyata neteweyên din di edebiyata me de jî şîpehiş/monolog têra xwe nehatiye nîqaşkiriin, li ser nehatiye nivîsîn û berhemên bi vê şêwazê zêde nehatine nivîsîn” Rûpel : 124.
Baş e, herkahiş yan jî şîpehiş çiye? Ş. Fîlîk weha dibêje : ”Wexta em bala xwe didin dîroka edebiyatê, wek encameke van lêgerînên nûxwaz û bi nivîsîna romanên psîkolojîk ên ewil ve girêdayî, di destpêka sedsala 20an de bi nave ”şîpehiş” şêwazeke nû ya vegotinê li literature edebiyatê zêde dibe. Li gor vê şêwazê;”nivîskar bêyî ku midaxaleyê metnê bike, fikir û ramanên ku di kêlikeke diyarkirî de, di hişê karekter re derbas dibin, rastrast radixe ber xwîner.” Rûpel: 121.
Wek kurteagahdariyek, ez dixwazim ji xwendevanên kurd re vê bibêjim; di edebiyata cîhanê de nivîskarên ku di berhemên xwe de herkahiş bikar anîne Vîrgînîa Woolf, Wîllîam Faulkner, James Joyce û hinekên din in. Di edebiyata kurdî a nûjen/modern de jî yên ku di hinek çîrokên xwe de bi kar anîne, nivîskar Bajar Mîrzeman, Brahîn Ronîzêr û Lokman Ayebe û hinekên din in. Yên ku di romanên xwede herkahiş/şîpehişê bikar aîne H. Kovan Baqî û Ciwanmerd Kulek in.
Wek gotina dawî. Pirtûka Şêxo Fîlîk ”Roja Nehşemê (ku navekî îronîk e) Derî û Dergehên Çîroknûsiya Kurdî”, nivîsên ku tê de ne, hemû jî hêjayê xwendinê ne. Dema xwendevanên/xwînerên kurd vê pirtûka hêja bixwînin dê gelek tişt jê fêr bibin û herweha dê asoyên wan ên derbarê edebiyatê/wêjeyê de berfereh bibe.