
Lokman Polat
”Tofan” navê pirtûka Hesenê Metê ye. Piştî ku ev pirtûka wî derket ango hate weşandin heta niha gelek rexne û heqaret lê hate kirin. Rexneyên ku di Tv, weşanên matbû, kovar û rojname, malper û weşanên elektronîk ên înternetê de lê hatin girtin rexneyên neheq bû, nerast bû. Ez dikarim bibêjim ku; di nav hemû pirtûkên Hesenê Metê de ya ku herî pir rexne wergirt ev pirtûka wî ya bi navê ”Tofan”e. Helbet yên ku derbarê pirtûkê de baş jî nivîsîne jî hene. Rexnegiriya çêker û rexnekujî ji hev cuda ne.
Tofan çapa yekem di nav weşanên Apecê de li Swêdê û çapa duyem di nav weşanên Avesta de li Stenbolê hatiye weşandin, du car hatiye çap kirin. Pirtûk 88 rûpel e. Hesenê Metê ji bo berhemên xwe peyva ”Novel”ê bi kar tîne. Herçiqas Novel bi îngilîziya Amerîkî di maneya romanê de be jî, li gor Ewropiyan çîrok e. Ji xwe Hesenê Metê jî wê di maneya Çîrokê de bi kar tîne. Lêbelê li gorê min, li gorê Rohat Alakom û hinekên din hinek berhemên ku H. Metê ji wan re Novel dibêje çîrok nîn in, kurteroman in. Weşanxaneya ”J.J” jî ji bo van berheman peyva ”Romançe” bi kar tîne.
Niha em binêrin ka naveroka vê pirtûka novel yan jî kurteromanê li ser çiye? Di pirtûkê de qala çi tê kirin? Nivîskar bi devê vebêjê berhemê çi rave dike? Mijarên ku di pirtûkê de ne çine?
Di beşa yekem a destpêkê de vebêjê pirtûkê bi devê Sofî Merwan pesnê Ahmedê Xanî dide, bi radeyeke bilind qîmet û rûmeta wî rave dike. Ew wî wisa bilind dike, dibe erş û ezmanan, dibe erşa jorîn ya li cem Xwedê/a. Bi ya min jî cihê Ahmedê Xanî, qîmet û rûmeta wî ji bo netewa kurd di radeyeke gelek bilind de ye. Ahmedê Xanî bi nivîskarên kurd yên din ên klasîk ve ruknê edebiyata kurdî ye. Berhemên van nivîskarên kurd ên klasîk nemir in. Pirtûka Ahmedê Xanî ya giranbiha û bi qîmet û rûmeta bêpayan ya wêjeya kurdî Mem û Zîn dewlemendiya bingehîn a edebiyata kurdî ye. Wê berhema hêja Ahmedê Xanî kiriye navdar, kiriye nemir, kiriye hostayê edebiyata kurdî, Destana Mem û Zîn ya ku Ahmedê Xanî bi kurdî nivîsiye ji bo kurdan bûye kanon. Hizr, dîtin û ramanên ku aniye zimên jî ji bo kurdan bingeh e û hêj jî rastiya xwe didomîne.
Evîna Mem û Zînê û ev destana neteweya kurd li cem Xwedê jî bi qîmet û rûmet e ku, vebêjê pirtûkê di nav rûpelên ”Tofan”ê de dibêje : ”Xwedê ji cenabê Ahmedê Xanî re gotiye; Ji te xweş û kêfxweş im ku te evîna min di ruh û canê wan xortan de kolaye, te bi aveke zêrîn kiriye rîvayet û te li defteran neqişandiye. ” Rûpel / 14,
Vebêjê novelê/kurteromanê di hiş û dilê xwe de dirame, di serê wî de gelek fikir û raman, daxwaz derbas dibin. Ew xwe bi xwe di hundirê xwe de weke herka hiş /bi tirkî bilînç akişî dibêjin/ daxwazên xwe yên ku dixwaze Xwedê bi cih bîne, rave dike û dibêje : ”Û di dawiya herî dawîn de jî ez hebûna xwe dispêrim dilovaniya Xwedê û dixwazim bi min ve eyan bibe, eyan bibe û wê şevê ez hertiştî bibînim.” Rûpel / 20.
De ka em binêrin vebêj ew şev çi dibîne? Ew/vebêj ji bo li benda hîkmeteke Xwedê ye. Li benda mucîzeyeke. Ka dê azameta Xwedê hîkmetek, mucîzeyek nîşan bide yan na…
Di berhemên Hesenê Metê de fikrên ruhanî, nexşên semawî, ramanên îlahî hene. Ew car caran ji pirtûkên pîroz yên hersê olên/dînên semawî gotinan werdigre. Di pirtûkên wî de ji Încîlê, Quranê û Tewratê jêbergirtin/jêder hene. Di pirtûka ”Tofan”ê de jî jêbergirtinên Tewratê/Telmutê gotinan wergirtiye û pêşkêşê xwendevanan dike. Ji xwe di seriya pirtûkê de hevokek ji Tewratê hatiye wergirtin. ”Vê çîrokê..divê ”Hûn e vê ji zarokên xwe re vebêjin, zarokên we jî ji zarokên xwe re û zarokên wan jî ji nifşên dahatû re.” Tewrat / Joel 1:3.
Nivîskar kesayetiyên/karekterên ku di pirtûkê de ne kiriye vebêjê pirtûkê jî. Her vebêj bi devê xwe gotinan dibêje. Yek ji vebêjê pirtûkê dibêje ”….heta ku ji min tê ez tenê li ser tiştên ruhanî,li ser tiştên îlahî difikirim. Ez wisa dikim ku îşev tiştên di min de bibin û jiyana min bête guhertinê…bi ruh û raman mîna wan hemû kesên ji Xwedê re ez jî xwe dispêrim hêzên ruhanî.” Rûpel / 21.
Û piştre vebêj bi devê xwe halê ruhiyeta xwe/derûniya xwe eyan dike. Ango halê ruhiyeta wî, derûniya wî, psîkolojiya ruhê wî diyar dibe. Ew vê rewşê bi devê xwe tîne zimên. Ew/vebêj di hiş û ramanên xwe de, bi monolog û diyalogên hundirin, di hest û ruhê xwe de, di fikr û ramanên xwe de bi vî halê ruhîyeta xwe, bi vî rewşa xwe ya derûnî/psîkolojîk de dibêje : ”…gorna cenabê Ahmedê Xanî bi wê hişmeta xwe bi ber çavên min dikeve û ez dibînim ku êdî dilive jî.” Rûpel : 22.
Vebêj (Wek ku min li jorê gote vebêjê pirtûkê ne tenê nivîskar e, ne yek kes e, kesayetiyên/karekterên ku di pirtûkê de hene cih bi cih her yek dibe vebêj) ji Ahmedê Xanî kerametekî dixwaze. Ahmedê Xanî wek qerebutikek, leylanek wek peykerek zindî li pêşberê wî peyda dibe, Vebêj taswîra şikl û şemalê wî, rengê wî, şaşika serê wî dike û şaşika serê wî dişibîne şaşika serê Mihemed Pêxember. Paşê ew qerebutik/rewrewk, leylan/serab ango şiklê Ahmedê Xanî ji ber çavên wî wenda dibe.
Vêca di hiş û mejiyê vebêj de leylan çêdibe. Qerebutikek zindî derdikeve pêşberê wî û dibêje : ”Ez Beko me, Bekoyê Ewan.” Wek tê zanîn Bekoyê Ewan di destana Mem û Zînê de kesayetiyeke/karektereke xerab, şelaf, sîxur, du rû, derewçîn û fesad e. Hemû xirabî tê de heye.
Nivîskarê pirtûkê pêşî wek vebêj bi devê Sofî Merwan hinek tişt dide gotin, paşê jî ew bi xwe qala hinek tiştan dike û vêca jî bi devê Beko Ewan tiştan dide gotin. Beko Ewan wek vebêjekî pirtûkê dibêje vê çîrokê ji devê min bibihîsin. Di jêrenota/têbiniya qalkirina Beko Ewan de qalkirina efsaneya Eshabê Kehf heye. Û Cizîr Cizîra Botan, warê kurdan, cihê gorîstana Mem û Zînê hene. Bi devê Sofî Temir rexneya li navê Beko ku dibêje navekî genî ye û êdî kes li vî navî xwedî dernakeve, vî navê namerd li zarokên xwe danaynê.
Vebêj bi devê Ahmedê Xanî ji Xwedê daxwaz dike ku; ”Her sêsed û sê salan careke Bekoyê Ewan bi ruyê vê dunyayê bikevit.” Rûpel : 46. Bi ya min ne di 303 salan de, di sed salan carek de Beko Ewanek tê ruyê dunyayê û dibe belayê serê kurdan, dibe belayê serê evîndaran.
Di esasê xwe de yek Beko Ewanek tune, gelek Beko Ewan hene. Di her civakê de, di bajar, navçe û gundan de Beko Ewan hene û gelek in. Li Cizîra Botan Beko Ewanê ku ji gorîstana xwe rabuye, diçe qehwexaneyek. Li qahweyê zilamekî diaxife û yên wir jê re çepikan lêdixin. Navê zilam Cîhangîr e. Lê Beko ji zimanê wî, ji gotinên wî fêm nake. Paşê yekî din dest bi axaftinê dike û pesnê Cîhangîr dide. Gotinên vî kesî wekî gotinên şelafekî, mirûdekî pesindayîneke ne di rê de ye, pesindayineke eletewş û derewîn e. Li wir, li qahwexaneyê xortekî radibe diaxife û li hember gotinên Cîhangîr û gotinên wî mirûdî derdikeve, rexne li wan digre.
Di sahneya qehwexaneyê de, her weke panoramaya siyaseteka ku di nav civakê de bi rengekî siyasî û weke tarîqateke olî/dînî belav bûye, tê rave kirin. Vebêj siyaseteka ku dişibe tarîkateke olî, dîtinên wan, devavêtina kesên li derveyê xwe, tawanbarkirina 33 nivîskar û rewşenbîran bi xaîntiyê û şaşiya bîr û ramanên siyasî yên weke olî/dînî tîne zimên.
Û herweha bal dikşîne ser bêtehemuliya li hemberê rexneyên vî xortî ku paşê jî ev xort bi destê wan tê kuştin. Ev bêtehemulî piştî ku ev pirtûka Hesenê Metê ”Tofan” hate weşandinê li hemberê Hesenê Metê û wê pirtûkê jî hate kirin. Li hemberê pirtûka H. Metê ”Tofan”ê tofan rakirin ser serê pirtûka ”Tofan”ê.
Tofana ku li ser ”Tofan”ê rakirin rexneyên îdeolojîk û siyasî bû. Bêtehemuliya rexneyî bû. Li pirtûka ”Tofan”ê rexneyên edebî, rexneyên li gor pîvanên hunera romanê/novelê nehate kirin. Bi şêweyeke îdeolojîk û siyasî li ser navê rexneyê heqaret hat in kirin.
A rastî kesên ku rexne li Hesenê Metê û pirtûjka wî ya bi navê ”Tofan” girtine, lê neheqî kirine. Nivîskar / Vebêj li Cîhangîr rexne nagrin, dîtinên wî bi devê wî bi axaftina wî, bi gotinên ku ew dibêje û bi gotinên axaftina hevalê wî pêşkêş dike û herweke ku bibêje aha dîtinên Cîhangîr ev in. Êdî şîroveya wan dîtinan dimîne ku her xwendevan li gor bîr û raya xwe binirxînin.
Ez bi kurtahî vê jî bibêjim; tiştên ku di ”Tofan”ê de têne qalkirin, gotinê ku têne gotin, dîtin û ramanên ku têne rave kirin, şîroveya ku tê kirin, hemû bi tevahî rast in û tê de derew tune. Tu rexnegirek û rexnekujek nikare bibêje vebêj/nivîskar ev tişt gotiye û nerast e. Hemû tiştên ku hatine gotin rast in, ji devê Cîhangîr û hevalê wî hatine gotin. Lewre jî bi ya min rexneyên rexnekujan nerast in, rexneyên neheq in, rexneyên nebaş in. Rexneyên rexnekujan tu feydeyek nade wêjeya kurdî. Ji bo pêşketina edebiyata kurdî rexneyên çêker pêwîst e.
Hemû pirtûkên Hesenê Metê, çîrok, novel/kurteromanên wî hêjayê xwendinê ne. Min xwend, hûn jî bixwînin!.