Mazda Pola
ŞAŞ: MIXABIN BERÎ KU EW JI MIN RA BIBÊJIN EZ JI ÇAPEMENÎYÊ “HÎN BÛM” KU EZ BEŞDAR IM.
RAVE: Hînbûn û fêrbûn qonaxeka dûr û dirêj e, perwerdekirin û perwerdebûn tê da heye. Mirov hînî tembûrlêdanê dibe an hînî zimanekî dibe. Her weha mirov hînî hev dibe, hînî jîyana bajarekî dibe. Lewra nabe em bêjin “hate hîn bûn ku” divê em bêjin “hate zanîn ku”. Her weha divê em bêjin “Bersiva me bidin da em jî bizanin.”
ŞAŞ: JI BO ZAROKÊN KURD PERWERDEYA KURDÎ JI BO WE ÇI ÎFADE DIKE. BERSIV BIDIN DA EM JÎ “FÊR BIBIN”.
ŞAŞ: PIŞTÎ XWENDEKARÊN KURD “HÎNΔ BÛYERÊ BÛN LI BER DERÊ BÎRAXANEYÊ KOM BÛN Û ALOZÎ DERKET.
ŞAŞ: HATE “HÎNBÛN” KU TEVGERA ARTÊŞÊ LI HERÊMA KU BI NAVÊ ‘KAVAR’ TÊ ZANÎN ZÊDE BÛYE.
ŞAŞ: HATE HÎNBÛN KU..
RAST: Hate zanîn ku…
RAST: Zanîna ez zanim ew hê nehatîye. (Rave: Xelk nabêje: “Hînbûna ez hînbûyî”.
ŞAŞ: TÊKOŞÎNA HER DU ALÎYAN “WEKHEVÎ XERA NEKIR”. (FUTBOL)
ŞAŞ: LÎSTIKVANÊ ÎNTERÊ DI DEQÎQEYA 35’AN Û 70’YÎ DA DU CARAN “GOL AVÊT”.
RAST: Lîstikvanê Înterê di deqîqeya 35’an û 70’yî da du caran “gol kir”.
RAVE: “Golavêtin”, yekser li gorî “gol atmak” tirkî hatîye dariştin ku kurdîya wê “golkirin”e ku di kurdîya başûr da jî bi vî awayî tê xebitandin.
ŞAŞ: INTER MAÇÊ 1-0 “QEZENC KIR” Û LI SER HEV CARA PÊNCEMÎN BÛ ŞAMPÎYONÊ ÎTALYAYÊ.
RAST: Inter maçê 1-0 “jêbir” û li ser hev cara pêncemîn bû şampîyonê Îtalyayê.
RAVE: Di yarî û lîstik da kurd dibêjin, “jêbirin (yenmek)” an “jêçûn (yenilmek).”
RAST: Bi qumarê leyist, deh zêrê wî “jê çûn”. (Jibo lîstikan.)
RAST: Înter 1-0 “ji Romayê bir”. (Jibo lîstikan.)
RAST: “Ji hev nebirin/ Serbiser man”. (Jibo lîstikan.)
RAVE: “wek hev” di zimanê kurdî da çawanîyê dinimîne ne ku çendanîyê.
RAST: Mîrê Botan, leşkerê Osmanîyan şkênand. (jibo şer û pevçûnan.)
RAST: Her dû bi navê lîstin, hev dû birin û anîn, lê dawîyê Şêro “zora Biro bir”.
RAST: Di hefteya dawî da fenerbahçe li hember Trabzonê 1-1 man û “jı hev nebirin/ serbiser man”.
RAVE: Her weha hindek malper û kes li şûna “jêbirin”ê “têkbirinê”, li şûna “jêçûnê” “têkçûnê” bi kar tînin ku ev yek digel konteksa zimanê kurdî nagunce. Lewra “yenmek” û “yenilmek” di zimanê kurdî li gorî konteksê diguhere. Jibo lîstikan peyvên cüda û jibo şer û pevçûnan peyvên ûda dihên bikarînan.
ŞAŞ: KARÊ ALBÛMÊ “ÇIQAS DEM AJOT.
RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend kêşa”?
RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend vekêşa”?
RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend tê ve çû”?
RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend pê ve çû”?
RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend tê çû”?
ŞAŞ: KARÊ ELBÛMÊ “DEMEKA DIRÊJ GIRT”. (UZUN ZAMAN ALDI), “PIR AJOT”. (ÇOK SÜRDÜ).
RAST: Karê elbûmê “gelek/pir kêşa/vekêşa”.
RAST: Karê elbûmê “gelek/pir pê ve çû/ tê çû/ tê ve çû”.
ŞAŞ: DEMA WE STRAN “ANÎN CEM HEV”, “KÎ BÛ ALÎKAR”?
RAST: Dema te stran “berhev kir/da hev/ gihande hev/lêk da, kê arî /alîkarîya te kir”?
ŞAŞ: MIN… “DI NAVA XWE DA …” DUBARE DIKIR.
RAST: Min “di dilê xwe da …” dubare dikir.
RAVE: Yekser “içimden tekrarlıyordum…” tirkî hatîye wergirtin ku bi kurdî dibêjin, “min di dilê xwe de…”
ŞAŞ: MIN “DI HUNDIRÊ XWE DA GOT…”
RAST: Min “di dilê xwe da got …”
RAVE: ku ev jî li gorî mentiqê tirkî hatîye sazkirin. “Hundir” di kurdî da bi tenê beranberî “nava malê an xênî” tê bi kar anîn, nabe di vê konteksê da bê xebitandin. RAST: Min di dilê xwe da got…”
ŞAŞ: RÊHEVAL.
RAST: Hevrê.
RAVE: Ev peyv jî li gorî “yoldaş”a tirkî hatîye dariştin ku bi kurmancîya jorîn dibêjin “hevrê” û bi kurmancîya jêrîn (soranî) jê ra dibêjin, “hawrê”. Feqîyê Teyran di pirtûka “Ey Avê Avê” da ev peyv çend caran bi kar anîye bi awayê “hevrê û hevrî”: “Îro qewî bê rengî tu / Bêhevrê û hevdeng î tu / Nabê ji kî dilteng î tu / Ji maşitan bi dûr ket.) Rastîya wê “hevrê” ye.
MÎNAKÊN BÊŞÎROVE!..
ŞAŞ: LEHÎYÊ LI QEREKOSEYÊ “JÎYAN RAWESTAND”.
RAST: Lehîyê li Qarakoseyê “jîyan felç kir.”
RAVE: Gelek dîyar e ku ev hevok li gorî “Hayat Durdu”ya tirkî hatîye dariştin.
ŞAŞ: “DI SAETÊN ŞEVÊ DE” DENG JI TAXÊ BILIND BÛ.
Rave: Ev qalib yekser ji “gece saatlerinde-dün gece saatlerinde”ya tirkî hatîye wergirtin ku di zimanê kurdî da her nîn e.
ŞAŞ: LIGEL VÊ YEKÊ EW HÊ JÎ DIXWAZE BIBE SEROK, JI BONA VÊ “CAN DIAVÊJE”.
RAST: Ligel vê yekê ew hê jî dixwaze bibe serok, “li ser vê dimirî”.)
RAVE: Ev îdyom yekser ji “can atmak”a tirkî hatîye wergirtin ku cîyê têfikirîn û pêêşînê ye.
ŞAŞ: WÎ DI NAV “ALBUMA TÊKILHEV” “GOLHA” DA JÎ CIH GIRTÎYE.
RAST: Wî di nav “albuma stranên bijartî” “Golha” da jî cih girtîye.
RAVE: Gelek caran ji ber “stranên bijartî” an “stranên têvel”, “tevîhev an têkilhev” tê xebitandin ku “tevîhev û têkilhevî” di zimanê kurdî da bêserûberî û nesererastîyê dinimîne, lê ji ber ku qalib li ser lojîka tirkî hatîye dariştin ev yek rû dide.
ŞAŞ: EM WEKA TV Û RADYOYA AMED EM DÊ HERTIM “DI WEŞANA GELÊ XWE DA BIN”.
Rave: Bi rastî mirov nikare vê hevokê şirove bike bê li ser çi hîmî hatîye saz kirin!.. 🙂
ŞAŞ: DÎYARBEKIRSPOR JI SERÊ LÎGÊ VE HER “BI NÎQAŞ BÛ”.
RAVE: Ev hevok yekser “tartışmalı”ya tirkî hatîye wergirtin ku bi kurdî jê ra dibêjin, “cîyê nîqaşan bû”
ŞAŞ: EV ÇEND HEFTE YE “NAVÊ WÎ (JOSE MOURINHO) BI REAL MADRÎD DIHAT BIBÎRANÎN”.
RAVE: Kurdekî bi tirkî nizane tu caran di vê hevokê nagihê.
ENCAM:
Îro ro li bakurê welêt bikarhên û xwendîyarên zimanê kurdî, her weha hindek ji nivîskar û rojnamenivîsên kurd gava dipeyivin û dinivîsin, axaftin û nivîsa xwe li gorî destûr û olana zimanê tirkî dadirêjin ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Tew carinan dema peyvekê dibihîzin, ew li gorî awaz û olana zimanê tirkî di mêjîyê wan da deng vedide ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Jê ecêbtir bikarhênên zimanê kurdî hindî ji naverok (contex) û olana zimanê xwe ra bîyanî ketine, “ji zimanê xwe ra kûvî bûne”, tiştên li gorî tevn û destûra kurdî fehm nakin, jê ra xerîb tên. Kesê ku tirkî nizane di zimanê piranîya malperên bakurê welêt nagihê. Tiştê ji hemûyan xirabtir gelek kes, şareza û pispor jî tê da hînî vê yekê bûne û deng nabin xwe. Ew çend malperên kurdî hene lê çavdêrekî zimanî nîne. Ji ber vê hindê em dubare dikin, ji ber van sedemên jorîn lê lê ye kurdîyeka nû peyda bibe û cîyê xwe xweş bike ku li gorî naverok, avanî û olana zimanê tirkî tê dariştin. Her wekî din ev nimûneyên ku me anîn, bi xebateka hûrbînî û dûr û dirêj nehatine peydakirin; her roj çendîn nimûneyên bi vî rengî di nav malperên kurdî peyda dibin. Cîyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihiştîye başûrê welêt jî û kar di kurmancîya başûr da kirîye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmanîyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba başûrîyan jî tiştekî asayî dîyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatîye nivîsîn: BARZAN LOKANTASI.
Li alîyê din, êdî li bakurê welêt zimanê kurdî bûye zimanekî wisa ku mirov pê debar û jîyara xwe dikin; hew maye bibe kert û beşeka nû. Ev yek her çend ji bo geşekirina zimanekî gelek baş e, lê nabe mirov ji bo kurdî heman tiştî bibêje. Ji ber ku berîya niha dilxwaz û dilsozan xema zimanê kurdî dixwar, lê aniha hin kesên “pîşedar” (professional) peyda bûne ku xema wan ne zimanê kurdî û rastxebitandina wê ye; ev kes zimên birîndar dikin, ji ber ku dibêjin: “Min otobus revand!” nabêjin “Min bi otobusê ra negihand” an “Ez ji otobusê mam.”
Baş e ji bo pêşî li tirkîfîkasyonê bê girtin divê çi bê kirin:
1-Pêşîya pêşî divê di rojname û malperan da bêhtir pûte bi çapker (redactor) bê dayîn. Heke çapker şareza û têgihîştî bin dê heta radeyekê pêşî li vê yekê bê girtin, lê cîyê daxê ye di hin malperan da nûçe ne ku bêyî bêne sererastkirin, bêyî ku çavek lê bê gerandin têne belavkirin; ji alîyê xalbendî û rênivîsê ve bêserûberîyeka beloq li dar e.
2-Nûçegihan û nûçesaz, berî ku dest bi kar bikin, divê bêne perwerdekirin, ji ber ku zimanê medyayê ne zimanekî ew hinde aloz û dijwar e, ku mirov nikare zû bi zû fêrî wî nebe; qalibên wî hene. Lê mixabin piranîya nûçegihan û nûçesazan hîna bîra wê yekê nebirine ku hiş û qalibsazîya kurdî bi yekcarî ji tirkî cuda ye.
Çima tu mikûsê xwe dikî? (bi tirkî “surat asmak.”: Bi mirûsê xwe kirinê (birû kirin cot, awir lê dan) maneyeka xeyîdî û dilmayî bi rûyê xwe şanîdan.
Çima tu mahdê xwe dikî? (bi tirkî “somurtmak”: Weka ku ji tiştekî aciz bûye, xeyîdîye û bêkêf e rûyê xwe qermiçandin.
Mikûsoyî: Suratsiz.
Mahd: Îştah (Îro mahdê wî nine: Bê îştah e.)
Mahdkirî: somurtkan.
Ev nivîs ji malpera Çandname hatîye girtin.