
İkram Oguz
„Berê gotin hebû, gotin bi Xwedê re bû, gotin Xwedê bixwe bû“ (Încîl)
Lebelê gotin heye sivik û erzan e…
Çawa ku ji dev derbikeve, bi derketina xwe ra difire û wenda dibe.
Gotin heye mîna zêrê zerîn û giran e…
Ji kurahîya dil tê û bi hest û helwesta xwedîyê xwe va dikemile.
Peyv bi peyv li hev dirêj dibe, dixemile û tê ser zar û ziman
Bi deng û awazên dengbêjan ra dibe stran û di guhê şagirtekî da cîh digre.
Bi vegotina çîrokvanan û bi lihevanîna nîvîskaran ra dibe çîrok û roman û di jîyana mirovahîyê da cîheke mayînde digre, nafire û wenda nabe.
Hest dengê ji dil e…
Carinan hesreta dê û bav…
Carinan hesreta welatê bindest…
Carinan jî bîr û bawerî ye, bîr û bawerîya ku ji bo jîyaneke azad û wekhev.
Bes ku mirov guh bide dengê dilê xwe û lê guhdarî bike, ew deng ji kurahîya dil derdikeve û mîna ava çem û kanîyên li zozanên Serhedê diherike û olan dide.
Bayram Ayaz jî dengê dilê xwe, peyv bi peyv, hevok bi hevok li hev hunandîye û anîye ziman.
Ji dûr va, li xerîbîyê bang li dîya xwe dike û dibêje:
Min bihîst, her roj dema beyanî lêdixe
Dema perda çavên teyr û tûr û çivîkan vedie
Tu jî şîyar dibî, digiri û dilorîni
Dilê xwe disotînî
Dîya min a dilovan…
Taybetmendîyeke xwezayî ye…
Her mirov di dema zarokatîya xwe da bavê xwe ji herkesî bihêztir û zana dibîne.
Di dema xortanîya xwe da, xwe pêşverû, bavê xwe jî paşverû dihesibîne…
Lê belê di çil salîya xwe da jî bavê xwe zana û xwedî tecrûbe, xwe jî wek şagirtê wî dibîne û bi nav dike.
Mirov di hestên Birêz Bayram Ayaz da nêrîna wî ya di herdu demên ewil da nebîne jî, ya di piştî çilsalîya wî da çawa ye, bi zelalî dibîne, ku di helbesteke xwe da ji bo bavê xwe wiha dibêje:
Bavê min,
Belê, ne xwenda bû
Lê zana bû, zanayekî têr û tejî…
Bavê min
Dibistan û zankoya min
Dêr û mizgeft û dergahê min
Çîrokbêj û dengbêjê min
Mamoste û fîlozofê min…
Welatê ku Ayaz lê hatîye dinyayê û li ser mezin bûye, welateke bindest, ew jî ji wê dûr e.
Sedema dûrketînê kar û xebatên wî yên ji bo azadîya welat e. Loma di ronahîya roje da welat hesreta wî ya bêdawî, di tarîya şevê da jî xemla xewn û xeyalên wî ne. Ew hesret û xemla xewn û xeyalên xwe wiha bi nav dikê:
Ax welatê min
Li xerîbîyê kesera dilê min
Tu î xeml û rengê xewnên min
Ax welatê min
Li koçberîyê hêvîya dilê min
li rêwîtîyê bê dawî sebra dilê min…
Ew bi êş û jana gelê xwe ra mijûl e. Bi komkujîya Helepçeyê ra birîndar e û di kurahîya dilê xwe da dinale, hawar û gazîya kal û pîrên ro nedi, keç û xortên civan û bê miraz, zarokên bêxwedî bêxweda mane, tine ziman û dibêje:
16yê Adarê…
Ev roj, roja hewarê
Roja qetlîma bajareke Kurdan e.
Roja kuştina zarokan
Keç û xortan
Kal û pîran e
Roja nalîna dayîkan
Keç û bûkan e…
Bi salan sûnda ew li Şengalê ye, bi fermana 72an ra birîndar e. Ji bo birîna xwe ya kur li dermanek digere. Mixabin mirov û mirovahî kor e, kerr û lal e. Loma bi hawar û gazî dinale û wiha dilorîne:
Mirovê bi vê fermanê u bi van hovîtîyan neêşe
ne mirov e
tenê loda goşt û hestîyan e
bê hest e
bê aqil e
bê vicdan e…
Weke her kurdek welatparêz, Bayram Ayaz jî evîndar e.
Evîndarê welatê xwe yê bindest e. Çawa ku dibêjin „eşa can xwe dide ziman“, evîna wî ya bêdawî wî diêşîne û ew jî wê eşa xwe wiha tîne ziman:
Kurdistan dilê me ye
Dil bê evîn nabe
Kurdsitan evîna me ye
Jîyan bê dil, dilê bê evîn nabe, nabe…
Jîyan bixwe rêyeke bi fitl û qiyame ye, berbijêr û xil û xwar e.
Evîn e, ken û henek e, bextewarî ye, bîr û bawerîya ji bo azadî û wekhevîyê ye…
Derd û kul e, şîn û girî ye, koçberî û xemgînî ye, herwiha ji bo me kurdan êş û jana ji bindestî û bêdewletbûnê yê.
Bayram Ayaz jî ji êş û jana bêdewletbûnê bêzar e, lêbelê bê hêvî nîne û hêvîya xwe wiha tîne ziman:
Doh ji destê me çû
Sibê dereng e
Îro dema wê ye
Ji dest bernede…
Bayram Ayaz bi hest û helwesta xwe Kurd û Kurdistanî ye…
Evîndarê zimanê xwe yê kurdî ye.
Ew zimanê ku bi lorîkên dayîkan xemilîye û mîna şîrê wan zelal û şirîn bûye, di kûrahîya dilê xwe da diximilîne û dibêje:
Ji mejîyê min dinisile
Diniqûte ser dilê min
Ji dil difire
Xwe datîne ser zar û zimanê min
ji nav dev û lêv difilite
Dibe gotin û bêje
Carna wek helbest
carna wek xêz û rêz û nivîs…
Gor nêrîna min, gotineke rast û dubarekirîye, ku dibêjin dîrok çîroka serdestan e.
Em Kurd jî miletekî bindest in û dîroka me jî dirokeke dagirkirî ye. Bav û kalên me di her hewldan û serîhildanên ji bo azadîya welatê xwe da têkçûne. Wek axa bav û kalên me, dîroka me jî ji alî dagirkerên hov va hatîye binpêkirin.
Bayram Ayaz gilî û gazinên xwe ji dîrok û lehengên me yên têkçûyî dike û dibêje:
Bêje dîrok, bêje!
Bila rastî bên zanîn,
Da ku iro jî, sibê jî careke din
Em neyên xapandin
Nebin destikê dijmin
Bi destê xwe mala xwe
Bi serê xwe da neynin
Mala xwe xopan nekin!…
Evin û evîndarî parçeyek ji jîyana mirovan e.
Jîyana ku tê da evîn cîh negre, jîyaneke vik û vala ye, bê tahm û bê wate ye.
Bayram Ayaz jî evîndar e û di hestnameya xwe da qala evîn û evîndarîya xwe dike.
Evîna wî ya herî mezin her bihustek ji welatê wî yê parçekirî û bindest, bi taybetî Lice ya ku cîh û warê zarokatî û xortanîya wî ye…
Bêguman hevparê jîyana wî, dilketî û hezkirîyên wî ne.
Di çileyê sala 1997an da û di sir û seqema Almanyayê da evîna ku dilê wî dişewitîne, wiha tine ziman û dibêje:
Di çileyê zivistanê da
Li ser singe min
Hêla çepê
Agirekî vêktîye, agirekî har û pêt
Dilê min dikele
Li cîhê xwe naraweste.
Wekî ava kelî di sîtilê de, qulbika dide
Di hêlê da tê xwar
Dor û berê xwe dişewitîne
Dilê min germ e, dikele,
Min dişewitîne
Wek goitina dawîyê:
Ji demeke dûr û dirêj va min Bayram Ayaz wek mamoste, ronakbir, sîyasetvan û çalakvanekî kurd nas dikir. Lebêle bi ev pirtûka xwe ya, ku navê wê Hestname lêkirîye, têgihîştim ku ew êdî helbestwanekî serkeftîye jî. Jiber ku wî hest û helwesta xwe, xemgînî û bextewarîya xwe, evîn û evîndarîya xwe, bi kurdîyeke zelal û paqij, bi peyv û hevokên ku bi hunereke wêjeyî xemilandî li hev hunandîyê û anîye ziman.
Lê ew di vî karê xwe yê pîroz da jî dilnizm e û hestnameya xwe wek helbest, xwe jî wek helbestvan bi nav nake.
Loma di pêşgotina xwe da, “Tiştên min nivisîye, daye ber destê we xwendevanan, gelo ev helbest in, nivîs û nivîştikên hîs û hestan in, di wêjeyê da çi nav li wan tê kirin?“ dipirse û bersiva pirsa xwe jî ji xwendevanan ra dihêle.
Piştî xwendina xwe, niha ez jî wek xwendevanek ji xwendevanên Hestnameya wî dikarim bi hêsanî bibêjim, gelo kî dikare bibêje, ku ev hestên ku wî anîye ziman, ne helbest in?
25.08.2025
Tebinî: Hestname li Stenbolê û di nav weşanên Doz’da derketîye.