
İkram Oguz
Ev çend roj e bi Oblomov ra hevaltîyê dikim.
Oblomovê ku wek lehengê romana Gonçarov nave xwe daye romanê.
Romaneke dirêj e û ji 615 rûpelan pêk tê.
Ev cara duyemîn e, ku ez wergera wê ya bi Tirkî dixwînim.
Xwezila wergera wê ya bi Kurdî jî heba û tama ku bi Tirkî jê girt, bi zimanê xwe yê şirîn, bi Kurdî jî jê bigirta…
Cara yekem min di dema xortanîya xwe da xwendibû, piştî 40-45 salan şûnda herçiqas ji stûrîya wê çavtirsî bibim jî, min dîsa dest pê kir û bi kêf û kelecan xwend.
Hefteyek berê bi trênê çûm Berlîne, bi trênê rêwîtîyeke şeş saet.
Rêwîtîyên dirêj jî bê xwendin dirêj dibin û dawî lê nayên.
Loma min jî Oblomov a Gonçarov bi xwe ra bir û rêwîtîya min dirêj jî bi xwendina wê va derbas bû.
Trên ji Stuttgartê rabû û ber bi Berlînê diçû, ez jî bi Oblomov ra ji Oblomovkayê derketibûm û ber bi Petersbûrgê diçûm. Di vegera ji Berlînê jî dîsa 6 saetên min di trenê da û bi xwendina Oblomov derbas bû.
Ji xwendinê çavên min qerimîn û bêhemdê min hatin girtin…
Lêbelê jibo ku rêwîtîya min a bi Oblomov ra dest pê kiribû, neqede, herçiqas nexwast dawî lê were were jî, piştî vegerê jî min dev ji xwendinê berneda û dawî lê anî.
Îvan Aleksandrovîç Gonçarov di sala 1849an da bi navê „Xewna Oblomov“ wek çîrokeke dirêj diweşîne. Piştî deh salan şûnda, di sala 1859an da jî bi lêzêdekirinên nivîskar û ji nû va bi nave Oblomov tê weşandin. Ji wê rojê pê va Oblomov wek romaneke klasîk li seransere cîhanê tê xwendin û wek klasîkek sereke di nav wêjeya cîhanî da cîheke mayînde digre û heta roja îro tê.
Sedem vê yekê ye, ku ne hewceye ez bi hûrgulî qala Oblomov bikim bidim naskirin. Jiber ku ew qasî tê ra xwe hatîye naskirin û hatîye/tê xwendin.
Bi kurtayî dikarim bibêjim, ku ev roman çîroka esilzadeyekî Rus e. Lehengê romanê Oblomov wek xwedîyê du gundan û miroveki navsere karê xwe berdaye, hemû hevalên xwe ji xwe dûr xistiye, ketiye bin deynan û hemû karûbarên xwe yên dinyayî di nav nivînên xwe da birêve dibe.
Ev esilzadeyê bêzar, ku di apartmaneke hilweşiyayî da bi xizmetkarê xwe yê bi heman rengî tembel ra dijî, wek sembola tebeqeya çînekê ku bi derketina li dijberî guhertinan fonksîyona xwe wenda kirîye û ber bi rûxandinê diçe. Ev karakterê ku gor taybetmendîya civaka Rûsî, ji roja ku Gonçarov di romana xwe da afirandîye, bi peyva „Oblomovîzm“ di nav zimanê rojane ya civaka Rûsî da jî cih girtiye.
Herwiha Oblomov ne tenê wek pêkenoka ku ji bo esilzadeyên di dawiya sedsala 19-an da xwe di vê rewşa dijwar da dîtine, di heman demê da sosretî û neheqiyên pergala civakî ya heyî jî bi zimaneke şirîn pêşkêş dike.
Lev Tolstoy ji bo Oblomov wuha gotîye: Ez Oblomov bi kêf û kelecan dubare û dûbare dixwînim.
Bi rastî ji hinek roman hene, ku wek gotina Tolstoy dubare û sêbare bike û bixwîne jî, mirov tu car jê nakerixe. Bi xwendina hercarê ra kêf û kelecana merîya zêde dibê, lê kêm nabe.
Min salan berê ji rexnegirekî ku niha navê wî nayê bîra min bihîstibû.
Digot, “deh romanan bikirin û bixwînin. Di encama xwendinê da ger ku bibêjin romana ez binivîsim kêmasi ji sê heb romanên ku min xwendine baştir dibe, wê gavê dev ji xwendinê berdin û binivîsin… Pirtûka we neye xwendinê jî, hûn dikarin xwe wek nivîskar bihesibînin.”
Dema ku ez pirtûkên ku ji alî nivîsikarên kurd va hatine nivîsandin dixwînim, ev gotina camêrê ku navê wî nayê bîra min, bibîr tînim.
Jiber ku ez di wê bawerîyê da me, ku piranîya nivîskarên meyên kurd jî bi vî rengî dev ji xwendinê berdane û dest bi nivîsandinê kirine…
Loma çîrok û romanên wan jî bê tam, ji hunandin û xemilandina wêjeyî bêpar û dûr in.
Lê hinek roman jî hene, ku wek Oblomov a Gonçarov, Anna Karenina ya Tolstoy, Memê Zirav a Yaşar Kemal, lehengên ku ji alî nivîskar va hatine afirandin û navê xwe dane romanan, di nav klasîkên cîhanê da cîhekî mayînde girtine, dixwîne û bi kêf û kelecan dawî lê tîne, mirov nivîskar be jî, li alîki bixwe ji xwe ra dibêje, kesên ku van romanan nivîsîne ji me ra tu tiştek nehîştine. Loma ne hewece ye ku mirov piştî wan xwe biwestîne û binivîsine…
Li alîyekî din jî, bi xwendina wan ra bêguman asoya merîya fire, şewqa merîya a ji bo nivîsandinê jî zêde dibe.
Ez jî bi xwendina Oblomov ra careke din çûm sedsala 19an û min bi Oblomovê teral ra û di navbera Oblompovkayê û Ptersburgê da rêwîtîyeke bi kêf û kelecan kir.
Mixabin bi rûpela dawîyê ra xwendina min qedîya û dawî li rêwîtîya min hat…
Lêbelê niha jî li dorhêla xwe gelek Oblomovên ku Gonçarov du sed sal berê afirandîye, dibinim û xemgîn dibim…
02.10.2025