
Memo Şahin
Dizanim, gotina „dîsa“ li sernivîsê zêde ye, ber ku taxa Kurdan tim tevlihev bû. Lê bo xatirê çend roj û mehên ku taxê me ne tevlihev bû, min gotina „dîsa“ bi kar anî.
Nizanim, ji kû û ji kê dest pê bikim. Ji gazî û hawara Ehmedê Xanî dest pê bikim, nabe, ber ku rêber û serkirdeyên partiyên Kurd, pisporên tevger û felsefeya Ehmedê Xanî ne û ji mesaj û peyam, hawar û qêrîna Xanî ji me hemûyan baştir hayadar in. Her yek ji wan dikarin, bi rojan qala peyamên Xanî û hawara wî şirove bikin, ser de jî pirtûkên stûr û qalin binivîsînin.
Lê ew hawara Xanî, sê sed salin ku li erdê ye, di nav dol, neval û kendalan olan dide, dîsa jî yek ji payebilindên Kurd xwe nalivîne.
Kurd hêvî dikirin ku, partiyên me ji şer û tevliheviya Rojhilata Navîn, ji dron, roket û mûşekên ku her roj li Hewlêr û Silêmanî diteqiyan dersan wergirtibin.
Lê mixabin, hezar car heyf…
Ji ezmanê Kurdistanê agir dibare, gur û çeqel havirdor girtine, lê rêber û serkêşên me hên jî ji bo postan şerê hevdu dikin, şûre xwe li hemberî hev tûj dikin.
Ev ne siyaset e.
Ev ne niştimanperwerî û welatparêzî ye…
Sî sal in ku parlamentoyek me heye, lê bîryarên siyasî ne li Hewlêrê ji aliyê parlamentoyê, lê belê li Pîrmam û Silêmanî ji aliyên mektep siyasi, polîtbûroyan tên dayîn, ber ku partiyên sereke – PDK û YNK – qîmetek, giraniyek nadin parlamentoyê.
Parlamentoyek me heye, lê piştî hilbijartinê ev salûnîvek e ne civîya ye û ne jî hukumetek nû hilbijartiye. Hukumeta heyî jî bê destûr salûnîvek e li ser hukme.
Dema me qîmet neda, bo çi ne ev hilbijartin û parlamento?
Ber ku partiyên desthilatdar rol û giringiyê nadin parlamento û hukumetê, gel jî dilsar dibe û dema hilbijartinan naçe ser sindoqan û boykot dike, ber ku dizane ku gûhertinek çê nabe û parlamento makyaj û kozmetîka partiyên sereke ye.
Rojhilata Navîn di nav agir de ye. Agirê şer gihîştiye Kurdistanê, her roj çend êrişên mûşekî û dronî li ser Kurdistanê pêk dihatin. Ne civînek hevbeş ya parlamentoyê pêkhat, ne jî hemahengiyek di navbera Partî û Yekitî çebû.
Çima?
Ber ku taybetmendiyek me Kurdan e. Em ji neyar û dijminan re tawîzkar in. Em bo neyar û dijminên Kurdistanê re toleransek bê hempa û bê nimûne nîşan didin. Lê ji hev û du re serhişk in, gotina tolerans û tawizan di lugat û ferhenga nav malê de cih nagire.
Ev bîst sal in ku her du partiyên me tawîzan didin partiyên Şîiyan. Her çend sal carekê bi dengên parlamenterên Kurd – ji Malikî bigire heya Haydarî – Erebek wek Serokwezîr tê hilbijartin. Lê li Kurdistanê gûhertinek nabe, maddeya 140 ya zagonê ev bist sal in ku nahetiye bicihanîn. Butçeya Kurdistanê her sal kêm dibe. Muçeya peşmerge û karmendan di wextê de nayên dayîn.
Lê dîsa jî em bi wan re dişewirin, didin distînin. Lê heman tiştî di nav malê de nakin.
Ber ku YNK û PDK nehatin ba hev, hemahengiyek pêyda nebû û her partî ji gotina xwe nehat xarê, ji vê tevliheviyê, partiyên Ereb sûdwergirtin û tovek dijminiyê avêtin nav partiyên Kurd.
Ûsa jî parlamentoya Iraqê civîya û namzetê YNK, Nizar Amedî, wek Serokkomar hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê PDK got, em Nizar Amedî nasnakin û benda navbera her du partiyan jî carek din qetiya.
Rewşa me ev e.
Me aş berdeya ketine ber çeq çeqê.
Aş diçe, agir ketiye nav malê, şer her diçe nêzîk dibe, lê ne xema serkirdeyên me ye.
Ma ev e dûrbînî?
Ma ev e welatparêzî û niştimanperwerî?
Ma me her tişt destxistiye û tenê belavkirina post û kursiyan mane?
Ev çi malwêranî ye?
Ev çi hal e?
We qet nedît li Binxêt û rojavayê Kurdistanê çi qewîmî?
Bala we nakşîne, li bakurê welatê me çi dibe?
Çil roj ser hev agirê li sere we dibariya we çiqas zû ji bîr kir?
Û nêzikbûna agirê şer hûn nabînin?
De werin di wê malwêraniyê de stran û kilamek hêvî û dilşadiyê belavkin!




