
Bedirxan Epozdemir
Ez ne şaş bim, min Mamosta Bozarslan di sala 1963yan da dît. Wê demê ez şagirtê dibîstana navîn bûm.
Li Amed’ê otela me hebû. Muş Otelî. Bavê min û apên min şirîkê hev bûn. Muş Otelî wargeha welatparezên Kurdistanê bû.
Yek ji wan welatparêzan jî ku bi sekin û axaftina xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi cil û bergên xwe, bi nazik û narinîya xwe ku bala meriya dikşand, ku ew Mamosta Mehmet Emin Bozarslan bû.
Piştî salan ku pêwendîyên me zêde bûn min ew baştir naskir.
Meriv nikarê bi rengekê klasik jîyana Hêja Bozarslan şîrove bike. Ew deryayêkê bêser û bêbin bû. Pir zehmete ku meriv noqê vê deryayê bibe. Ku meriv pispor û şehreza nebe, meriv di vê deryayê da dixiniqê.
Tenê li kerexê vê deryayê gerînê ra jî, hişmendîyekê bi rêk û pêk pêwîst e.
Ezê bicerbînim, ka gelo ez dikarim li kerexê wê deryayê bimeşim. Ku ez sernekevim, lêborîn dixwazim ji xwendevanan.
Bozarslan, 15 Îlona 1934an da li Licê hatîyê dinê. Ev roja bûyina ku di nasnameya wî da hatîye nivsandin ya fermîye. Lê tê gotin ku di sala 1933yan da hatîye dinê û kurê Mela Mehmud e. Xwedê rehma xwe lê bike, Mela Mehmud jî di dema xwe da alim bûye.
Navê dîya Mamosta M. Emin, Ayşe bû ye. Bi domama xwe Fatma Xanim ra zewiciyê. Cîhê Fatma Xanim, di jîyana mamosta da pir giring e. Li himberî êş û azaran fedekarîyekê bê hempa kirîye. Ji vê zewaca wan heşt zarokên wan çê bûne.
Dibistana sereteyî ji derve xilas dike. Bi kultira medresê xwe dixemilîne. Di 1956’an da imtihana Mûftîtîyê qezenç dike û dibe Mûftî.
Li Hênê, Pasûr û li Şarkköyü (Tekirdağ) Mûftîtî kirî ye.
Mehmet Emin Bozarslan; zanyar, niviskar û entellektuelek bû, ku zû bi zû cîhe wî nayê tijîkirin.
Ew diroknas, zimanzan û hafiza çand û edebîyata Kurd bû.
Ew revengîyê bêwestan yê rastîyê bû. Merc çî dibû bila biba,l i gor Bozarslan, pewîst bû rastî bêparastin. Ku em ji rastîyê bitirsin, emê wê demê têk biçin. Rastîya herî giring ji bo Mamosta Bozarslan, zindîgirtina ramana neteweperwerî ye.
Bê şik û guman dibejim, ew filozofê qirnê me û Ehmed ê Xanê yê demî yê gelê Kurd bû.
Însanekê bêwestan, belkî rojê 10-15 demjimêr dixwend, dinivsand û lêkolin dikir. Bi plan û bername tevdigerîya. Arşîvwanekê nedîtî bû. Bi hezaran mesele, metelok, gotin û helbest di mejîyê xwe da barkiri bû (depo). Wek “harddiska compîtorê bû. Di jîyan û xebatê da rêzkarêke (disiplin) û berhemdarêkê bêhempa bû.
Baş dizanim, vêga ku cenabê wî van gotinan seh bikira wê li min gelek hêrs bibûya. Sedem mûtevazî bûna wî meriv ji bo kesayeta wî tiştêkê herî realîst jî bigota, li wî xweş nedihat.
Ew mirovekî nefspiçûk bû. Kêfa wî tu car ji pesin û metha ra nedihat. Jîyana wî jîyaneke xwezayî bû.
Jîyanekê bi azar û zehmet, lê bî şan û bi rûmet.
Jîyana Mamosta Bozarslan, jîyanekê êş-azar, teda, penahendî û xizanî ye. Lê li himberî hemû mercên dijwar tu car serê xwe netewandîye. Ji rîya rastî û heqîqetê yek dirhem tawîz nedaye. Afirandinên wî û karesatê ku di serê wî da derbazbûne govanê wî ye.
Dema ku Mûftîyê Pasûr’ê bû, di sala 1964an da “Îslamiyet Açısından Şeyhlik ve Ağalık – Li gor Îslamê Şêxîtî û Axatî” nivisand. Meşter awête avahîya wê demê ya civata kurd. Pirtûk dengêkê mezin derxist li heremê.
Şêx û Melayên kevneperst li dijî Mûftî, enîyek danîn. Mûftîyê wê demê yê Amedê li dijî Bozarslan broşûrek belav kir, ku bi wê dîtinê Bozarslan pûç bike. Lê bi ser neket. Bozaslan, dîtinên wan yê rizyayi bi ayet û hedîsan pûç kir.
Di sala 1966an da “Doğunun Sorunları – Pirsegirikên Rojhelat” weşand. Dive pirtûkê da jî pirsê ku li herema kurdan hene lêkolîn kir.
Sedem van xebatan ji kar hate avêtin.
Piştî ji kar hate avêtin, li Amedê, li ser Şahrê (Cadde) ya Înönü, li kêleka Îşmen Xan di Nîl Pasajî da dikana pirtûkan (Pirtûkfiroş) vekir. Bi axaftin nesîhetên Mamosta yên zanyarî navê pirtûkxanê bû Akademî. Her kes dema karê xwe diqedand, serîyek li wê Akademîyê dida.
Mamosta jî wek dersdarêkî zanîngehê şîret û tembîyên xwe dikir.
Rojek kûrapê min Şevket Epözdemir (wê demê li Amedê Ziya Gökalp Lisesiyê da Mamosta bû), Mamosta Bozarslan û ez (ez jî xwendevanê Lîsey bûm) em li Akademîyê rûniştî bûm. Me sohbet germ kiribû. Ji nişkava Aşik Ihsanî kete hindir û bi dengê xwe yê bilind, bi Tirkî got:
– Ho maşallah, öğretmen, dinadamı ve öğrenci. Eğer bunlar bir araya gelmişse, demek Kürdistan kurulacak. (Ho maşala mamosta, seyda û xwendewan ku gîştine hev ez bawerim wê Kurdistan çêbe). Ew jî têkilî sohbeta me bû.
Bozarslan jî jê ra got:
– Tu jî bi tembûra xwe û kilamên xwe vê şahîyê pîroz bike.
Wê demê ez ketibûme imtihana Dibistana Mamostatîyê. Sedem ku encam xûya nebibû, min wek tetbîr qeyda xwe li Lîsêyê çekiri bû. Mamosteyeka me ya dersa Firinsizî bi navê Ayşe Diclelî hebû gelek har bû. Herkes jê ditirsîya. Xwendekarê bê pirtûk nedigirt dersê. Sedem ku ez bendewarê encama îmtihana Dibistana Mamostatîyê bûm min pirtûk nesitandi bû. Ez çûme dersê, lê pirtûka min nebû, loma wê min ji dersê derxist. Ez çûm Akademîyê min pirtûk anî bi wî awayî ez beşdarî dersa wê bûm.
Doza Mamosta ji alîyê Danıştayê va hate iptal kirin. Veca wî sirgunê Şarkoyê kirin. Ew jî sedem hinêk astengîyan neçû, istifa kir.
Veca berê xwe da Stenbol.ê
Di sala 1968an da Alfabe (Alfaba Kûrdî )ya Latînî weşand.
Ew weşan weka tekina bombeyek deng da. Nijadperestên Tirk û rayedar hawar û gazî kirin, gotin; “ Tirkîye perçe dibe. Alfabe qedexe kirin û destr dan ser. Di derheqê Bozarslan’da doz hatê vekirin.
Di heman salî da Mem û Zîn a Ehmedê Xanê ji alîyê weşanxana Gün de hate weşandin. Mem û Zîn jî hate qedexe kirin û desto dan ser wê jî.
Dîsa sala 1969an da ji alîyê Weşanxana Ant va pirtûka Nayif Hawatme ya bi navê “Filistinde Halk Savaşı ve Ortadoğu – Li Filistîn Şerê Gel û Rojhilata Navîn“ ji alîyê Mamosta va ji Zimanê Erebî hate vergerandin û weşandin. Di heman salê da Bozarslan pirtûka xwe ya bi navê “Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu – Pirsegirika Ummet û Xilafetê“ da weşandin.
Di sala 1970yî da pirtûka Jawaharlal Nehru ya bi navê “Sosyal Devrimler Ulusal savaşlar – Şoreşên Civakî Şerên Netewî“ vergerand.
Li gel xebata ji bo van berheman, di wê salê da ji bo aborîya xwe di Rojnama Cumhuriyetê da dest bi kar kir. Di beşa xeberên derva da, bû berpirsîyarê xeberên Rojhilata Navîn..
Di sala 1971an da Şerefnama Şerefxan tercûme kir û bi tipê Latînî da weşandîn.
Bi van weşanan her alî bû toz û duman. Tirs û xofeke mezin kete nava nîjadperestên Tirkan. Hawar û gazîyên wan erd û ezman dihejand. Digotin welat perçe dibe, welat ji dest diçe.
Li alîyê dîn di saya wan berhemanda bi hezaran kes diketin nav refên welatparêzîyê. Bi van xebatên wî li Kurdistanê hêşîyarbûnekê mezin çêbû.
Darbeya faşist ya 12 Adara 1971an hat.
Sedem van weşanan û çalakîyên welatparezî ew jî wekî bi hezaran şoreşger û welatparêzên Kurd hate girtin.
Ji bo ku di damezrandina DDKOyîyan da (Komelên Şoreşgerî û Çandî yên Rojhilat) rolêkê aktîf û di vî warîda xebat kiribû, ku loma ew jî hate darezandin. Ji sala 1971 heya 1974an 3 sal di zîndana Amed’ê da ma.
Di sala 1974an da bi navê “Efûya Ecevit” wek gelek şoreşger û welatparêzên Kurd ew jî ji zîndanê derket.
Li ku mabû, li vê dom kir.
Pirtûka wî ya ku di zîndanê da nivîsibû ya bi navê, “İçerdekiler ve Dışardakiler – Yên li Hindurû yên li Derve”, ji Îbn’ül Erzak “Mervani Kürtleri Tarihi – Dîroka Kurdên Mervanî” û pirtûka Willam Aegleton ya bi navê “1946 Mahabat Kürt Cumhuriyeti“ wergerandibû, di nav weşanên Koral da hatin weşandin.
Dîsa di heman demê da pirtûka Yusuf Ziya Paşa ya bi navê “Kürtçe Türkçe Sözlük – Ferhenga Kûrdî û Tirkî” vergerand û bi zimanê hevdem di nav weşanên Çira da weşand.
(*) Beşek ji pirtûka min ya ku ez li ser jîyan û xebata Mamosta Mehmed Emin Bozarslan bi navê “Dengê Zimanekî/ Mehmed Emin Bozarslan/ Rêvîtîya Jîyan û xebatên wî.




