
Memo Şahin
Min hewl da ku rontgenek giştî ya Kurdistanê bikşînim. Dizanim rontgen, teknik û teknolojiyek kevn e. Alaf û cûreyên teknikî wek CT (tomografiya komputerî) an jî MRT (Magnetic Resonance Imaging – rezonansa magnetîk) hên baş û pêşketî ne. Bona wê jî dibe ku rapor û tahlîla ku min ji rontgenê derxistine, ne sedî sed rast bin. Şaraze û pisporên CT û MRT dikarin rapor û tahlîlek baş û kemilî derxin û barê min jî siviktir kin.
- Ev çar sed sal in ku Kurdistan bi destên dagirkeran ve hatiye perçekirin. Sed sal in ku Kurdistan di bin lepên çar dewletan – Tirkiyê, Iran, Iraq û Suriyê – dinale.
- Hebûna netewa Kurd – ziman, çand, nasname û ax û welat- tê înkarkirin û Kurd di bin asimîlasyonek bê nimûne tên helandin û demografiya Kurdistanê jî tê guhertin.
- Ax û xaka Kurdistanê her sal kêm dibe, nişteciyên gelek herem û bajaran xwe êdî wek Tirk, Ereb û Faris bi nav dikin.
Encam: Kurdistan kolonî û dagirkirî ye û Kurd jî gel û netewek bindest in.
Self determination û mafê çarenûsînê
Di hiquk û peymanên navnetewî de bo welatên dagirkirî û gelên bindest mafê çarenûsînê hatiye şirove û zelal kirin. Sê rê, sê şêveyên mafê çarenûsînê hatine binavkirin;
- Serxwebûn
- Federasyon
- Otonomî
Encam: Xeynî wan sê rêyan, her rê derdikeve asîmîlasyon û helandinê.
Rewşa heyî ya çar beş an jî perçeyên Kurdistanê
Bakur:
- Peyva Kurdistanê hên jî nayê bikaranîn û bakurê Kurdistanê wek Rojhilatê Anadolu û Başûr-Rojhilatê Anadolu tê binavkirin.
- Sî mîlyon Kurd ji mafên bingehîn bêpar in.
- Zimanê Kurdî ne fermi ye û perwerde bi zimanê Tirkî tê meşandin.
- Asîmilasyon û helandin bê hempa berdewam in.
- Her çiqes çend parlamenter di meclîsa Tirkiyê de cih digrin jî, têsir û bandora wan kêm e.
- Şaraderiyên ku tên bidestxistin, dîsa bi riya qayyuman tên desteserkirin.
- Zindan bi girtiyên siyasî ve tijî ne.
- Bi hezaran Kurdên şareza û hîşyar, parlamenter û şaredar xwe avetine derve û koçber in.
- Ev sî sal in ku PKK bi hikumetên Tirk re dişêwire ku pirsa Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bike. Dialog, şêwirandin û danûstandinên PKK bi dewleta Tirk re nedişibe yên Afrîka Başûr, Irlanda û Filîstînê. Salûniveke ku pêvajoyek nû dest pê kiriye. Qet encamek berbiçav ji pêvajoya entegrasyonê, ku ji aliyê Tirkan bi „Pêvajoya Tirkiyê ya bê Teror“ û ji aliyê PKK bi „Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk“ tên binavkirin, derneketin. Ser de jî serokê PKK, „serxwebûn, federasyon, otonomî û mafên kulturalîst“ derwayî çareseriyê dihêle.
Encam: Ger Kurdistan dagirtî û kolonî be, gelê Kurd jî bindest be, şêve û rêyên mafê çarenûsînê jî vekirî û eşkere ne. Her ûsa ger armanc û menzîl zelal nebin, ne pêkan e ku helwestek netewî û destkevtiyên berbiçav derkevin holê. Ser de jî ne hêsan e ku bere û cepheyek netewî, an jî bi kêmasî hemahengiyek di navbêra hêzên Kurd de pêkbên.
Her çiqes gel hişyar be jî, piştî 60 sal kar û xebat, rewşa Kurdan dîsa ket qonaxa salên 1970yan, ber ku hêzekî gelek bi qiwet dest ji armancên sereke ya mafê çarenûsînê kişand û yên mayîn jî bêteqet, gelek lawaz û sist in.
Rojhilat:
- Li Kurdistana ku di bin lepên Farisan de ye bi kêmasî 15 mîlyon Kurd ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in.
- Asîmîlasyon û hêlandin her berdewam in.
- Zindanên rejima Ayetollahan bi Kurdan ve tijî ne.
- Her sal bi sedan Kurdên welatparêz bi vîncan tên dardakirin.
- Ev mehûnîvek an jî du meh in ku şerek di navbera Amerika û Îsrail li alîkî û Îran jî li aliyê din, destpêkiriye. Gelek payebilindên rejîmê – çi olî û siyasî, çi jî leşkerî – hatin kuştin û baregehên leşkerî û îstixbaratî, dezgehên dewletî hatin bomberankirin û jinavbirin.
Rejîm bi giştî hat lawazkirin. Lê dîsa jî armaca vî şerî ne zelal e. Ji guhertina rejîmê dest hat kişandin. Ûsa xûya dike ku Amerikî û Îsrailî bi rawestandina projeya ûranyum û çekên atomî, ji destberdana roketên balistîk û bi dawîanîna ixraca terorê wê razî bin û berdewamiya rejîmê bi hinek reforman wê guncav be.
Ya herî baş ev bû ku hêzên Kurd nebûn aliyê vî şerî ne zelal û tevlihev. Lê dîsa jî her roj başûrê Kurdistanê tê bombekirin, binke û baregehên hêzên Kurd yên Rojhilatê tên armancgirtin.
Encam: Ev du meh in ku bereyek hêzên Kurd hatiye damezrandin û şeş partiyên Kurd bi hevre dişêvirin. Ger ev hemahengî bimîne wê bi qezenc û berjewendiya gelê Kurd be. Gelê Kurd bo guhertinan ameye ye, lê rejîm, ber ku hezên berbiçav ya Faris û Azeriyan derneketine meydanê û ne xûrt in, hên jî li ser text e.
Başûr:
- Ji sî salî zêdeye ku başûrê Kurdistanê azad e, Kurd li wê serwer û şirîkên deweletek federalî ne, zimanê Kurdî jî fermi ye.
- Gelek dever û herêmên Kurdistanê hên jî di bin kontrola Baxdayê de ne. Maddeya 140 ya zagonê ji aliyê hikûmetê naye bicihanîn. Butçe û mûçeyên karmendên Kurdistanê hem kêm in û hem jî di wextê de nayên dayîn û wek çek tên bi karanîn.
- Parlamento û hikumetek Kurdistanê hene, hilbijartin tên kirin. Lê dîsa jî başûrê Kurdistanê ev sî sal in ku du perçe ye. Beşek di bin kontrola PDK û beşê din jî li destê YNK da ye, hêzên peşmerge girêdayî wan partîyên sereke ne û hên jî nebûna hêz û artêşek hevbeş.
Berjewendiyên partiyan li pêş dezgehên dewletbûnê ve tên û ev jî rê li ber mudexaleyên derva vedike û gelek xetarnek e.
Ji bo vê dubendiyê encamên referandûma 2017an nehatin cih, ser de jî gelek heremên ku di bin destên Kurdan de bûn, wek Kerkuk, Xaneqîn, Şingal û Maxmur, dîsa ketin destê Bexdayê.
PDK û YNK li ser kaxizê partnerên stratejîk in, lê dijberî hevûdu tevdigerin. Ber ku ûsa ye, hilbijartina Serokkomar ji aliyê PDK ve hat boykotkirin û namzetê YNK wek Serokkomar hat hilbijartin. Beramberî wê jî YNK parêzgariya Kerkukê pêşkeşî Tirkmenan kir û ûsa jî pêwendiyên her du partiyên sereke carek din ketin xeterê.
Dema ku pêwendiyên hêz û partnerên stratejîk ûsa bin, hewcetiya neyar û dijminan jî namîne.
- Ber ku başûrê Kurdistanê dorbeç e, aliyek ji hêzên Kurd xwe nêzikî Iranê, aliyê din jî têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xurt dike. Ev jî rê li pêş mudexaleyên derva vedike.
Encam: Kurdistan di bin xeterek mezin da ye, derdor bi gur û çeqelan dagirtiye. Hêzên Kurd hên jî bi belavkirina çend postên bêmane ve mijûl in û hêzên sereke ne bi hevra û dijberî hevdu ne. Hezên Kurd tawîzan didin neyar û dijminan û bi wan re dişewirin, lê ne amadene ku tawîzan bidin hevûdu û bi hevdu re bêtolerans û binteng in.
Rojava:
- Rojavayê Kurdistanê, Binxet sêwî û êtîma Kurdistanê ye; biçûk e, lê tim xatirnas û dilsoz e. Ev sed sal in ku barê Bakur û Başûr dikşîne, xwişka şîrîn û delaliya mala Kurdan e. Mazûvan û mêvanperwera bê nimûne ye. Bêmaf û bêpar e, ne hebûna wê tê qebûlkirin û ne jî xwediya erda xwe ya qedim e, ecnebiya axa xwe ye.
- Rojavayî, di şerê 13 salan de bi mêrxasî xwe îspat kirin û ax û însanên xwe parastin. Dijî her cûre hêzên cîhadist û Dewleta Îslamî navên xwe li bircên dinyayê kolandin, bi deh hezaran cangorî dan; Kurd, Sûryan, Erebên sekulêr û kêmnetewên din derxistin meydanê û pêşberî cîhanê.
- Dawiya sala 2024an rewş hat gûhertin û dewletên ku di şerê navxweyî de piştivaniya Kurdan dikirin, ji nişka ve û bêxeber dest ji Kurdan berdan û cîhadîstên ku berê şerê wan dikirin, anîn li Şamê bi cih kirin. Navê Komara Erebî ya Sûrî ma û cîhadîstek bû Serokkomar.
- Di despêka sala 2026an Kurdên Helebê jî piştî Afrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê ketin rêyên koçberiyê. Ger raya giştî ya Kurdan nebûya, Kurd li her derê cihanê derneketina sûk û kolanan, hezîmet û şikestinek hên jî xirab derdiket meydanê.
- Xweseriya Rojava, an jî bi gotina wan „Xweseriya Bakur û Rojhilata Sûrî“, ku ne amade bû desthilatdarî bi hêzên Kurdên din ve parve bike, an jî kursî û postek bide wan, ji nişka ve dest jî gelek serkevtînên Kurdan kişand û radestî îslamistên cîhadîst kir. Niha jî bi çend postên beredayî qayîle û wê jî wek destkevtî nîşan dide.
- Ev serûbinên çend mehên dawî de Xweseriya Rojava bû xwedî birînên xedar û hêviya gelê me yê Rojava jî hat şikandin. Êdî ne qala riya sêyemîn, ne jî sîstema alternatîf tê kirin. Hebe nebe tenê entegrasyon, ku Ehmed Hîlalî ji qesra Jolanî ûsa tarîf dike: Yek yasa, yek artêş, yek al û yek dewlet.
- Lehengên sedsala 21an bûn qurbaniyên gûhertina armancên dewletên sereke û pêvajoya entegrasyona li Bakur.
Encam: Fîlma ku Kurdan bi dehhezaran cangorî di nav 13 salên dawî de kişandîbûn, qediya û Kurd dîsa wegeriyan sala 2012an. Ser de jî encamên konferansa Nîsana 2025an ku di navbera PYD û ENKS de pêkhat, wala man.
Rapora giştî ya Rontgêna Kurdistanê di Nîsana 2026an:
Ji raporên rontgenên her beşek Kurdistanê jî diyar dike ku mala Kurdan hên jî tevlihev û wêran e û hêzên Kurd ji gûhertinên çerxa cîhanê, ne dersek ne jî encamek derxistine. Bi her rojek derengmayî Kurd tên helandin, demografî tê guhertin û erdnîgariya Kurdistanê jî biçûktir dibe.
Bi vê rastiya tirş û tahl de hêvî belavkirin ne pêkan û hêsan e. Bê şik, ev jî rûreşiyek mezin û şerma me Kurdan bi tevayî ye!




