
Lokman Polat
Derbarê Celadet Alî Bedirxan de mirov çi bibêje, çiqas pesnê wî bide jî têr nake. Ew hîmdarê alfabeya latînî kurdî ye. Pispor, zanyar, zimanzan û xebatkarê çand, ziman û edebiyata kurdî ye. Xizmetên wî, ekola Hawarê û berhemên wî yên giranbiha li hole ne. Mîr Celadet Alî Bedirxan ne tenê weşangerî kiriye, wî ne tenê berhemên edebî, çîrok, helbest, roman afirandiye, ne tenê pirtûkên rêzimana/gramera kurdî nivîsiye. Wî berhemek şanoyî jî afirandiye.
Hevînd nave şanoya/tiyatroya ku Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsiye. Hevînd kurteşanoyeke. Bi tevahî 63 rûpelîn pirtûkek bi ber, ferehî û dirêjiya xwe biçûk e. Lêbelê naveroka wê dewlemend e, giranbiha ye. Emîn Narozî ji alfabeya erebî kiriye alfabeya latinî. Ev pirtûka biçûk di nav weşanên “Avesta” de li Stenbolê derketiye. Ji bo vê pirtûka hêja a biçûk/lêbelê naveroka wê mezin û bi nirx/ bi alîkariya Celal Talebanî û xanima wî Xêro hatiye çapkirin. Mam Celal û Xêro Xanim ji bo çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan gelek alîkariya diravî/pere dane weşanên Avestayê. Weşanên Avesta bi alîkariya Mam Celal û Kendal Nezan/Enstituya kurdî ya li Parîsê bûye weşanxaneyeke ku ji hêla aborî ve herî dewlemend e.
Di pirtûkê de li ser jînegeriya C. A. Bedirxan rûpelek kurteagahî heye lêbelê derbarê vê şanoyê de tu agahdarî tune. Ji bo ku Emîn Narozî wê ji alfabeya erebî bo latînî amade kiriye, diyare Celadet Alî Bedirxan wê bi alfabeya erebî, bi tîpên aramî nivîsiye. Lê di dawiya şanoyê de ku êdî diqede, perde tê girtin, li binî Hawar hejmar 20, 1933 hatiye nivîsîn. Heger ev şano di kovara Hawar hejmar 20 de hatiye weşandin, çima di destpêka nivîsîne de “Ji alfabeya erebî bo latînî Emîn Narozî” nivîsîne?
Leheng, Kes, Kesayetî û fîgurên ku di şanoyê de hene, ango leyistikvanê şanoyê deh kes û digel van deh kesan qasidek, zar û zêç, kalek, pîrejinek, birîndar, Segman û xelk hene. Hevînd sêwiyekî diwanzde salî ye ku nave wî li şanoyê hatiye danîn. Serwer Beg ji torinên Serhedan e. Lewend Axa serekê eşîrekê ye. Xurşîd axa serekê eşîrekê. Du jinên ku di tiyatroyê de ne Qeşem û Menîje ne. Perdeya şanoyê bi van herdu jinan bi Qeşem û Menîjeyê vedibe.
Di şanoyê de 10 leyistikvan hene. Navên hemuyan jî bi kurdî ne. Ez baş nizanim lê bi ya min leyistika şanoyê a nivîskî ya yekem ev şanoya ku Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsiye ye. Helbet ev ji bo bakurê Kurdistanê ez dibêjime ku Hevînd şanoya yekem a nivîskî ye. Kurdên Kafkasyayê beriya Celadet nivîsîne. Ji xwe romana yekem, çîrok û şanoya yeke ango a pêşîn yên nivîskî ji alî kurdên Kafkasyayê ve hatine nivîsîn.
Leyistikvanîn şanoyê serwer Beg ji torinên serhedê ye. Lewend Axa serekê eşîrekê ye. Xurşîd axa serekê eşîrê ye. Bijîjkek û Gurgîn, Felemez, Qesem, destgirtiya Gurgîn e. Menêje destgirtiya Felemez e. Qubad xulamê Felemez Axa ye. Hevînd sêwiyekî diwanzdeh salî.
Naveroka şanoyê li ser serîhildana Agriyî/Araratê ye. Di serhildanê de digel şervanên mêr şervanên keç û jin jî hebûn. Di şanoyê de keça kurd Menîje dibêje ”Welato! Neyarê te zehf, dostên te kêm in…. çarmedora me girtî, ji heralî rêya me birî, ji her millî dijmin….”
Rûpel 13 Niha îrojî rewşa netewa kurd û welatê kurdan Kurdistan weha ye.
Naveroka şanoyê gelek xurt e. Tê de hestên netewî tê rave kirin. Mêrxasî û şervaniya kurdan di serîhildanê de tê qalkirin. Di serîhildana Agriyê de dewleta dagirker a kemalîst li hembrê kurdan balafirên şer jî bi kar anî, bi balafiran gelê kurd, gundên kurdan, axa kurdan, dehl, dar û zeviyên kurdan bombe kirin, şewitandin, wêran kirin. Qeşem ji Menîje re dibêje, ”Balafir rast bi rast bi ser me de tên….Balafir nêzîk dibin, li dorê gule dikevin…sê çar bombe li ser hev dikevin holikê. Dinya toz û tarî ye. Çav çavan nabîne. Balafir heta qedandina bombeê xwe di ser pêhnavê re digrin.” Rûpel 20.
Di şanoya de behsa Mêrxasî û lehengiya Serwer Begê tê kirin. Di hemû serîhildanên kurdan de lehengên bi navûdeng hebûne ku kurdan tim behsa mêraniya wan, şergeriya wan kirine. Serwer Beg jî ”..beramberê hezar mêrî bû. Serek bû, xwenda bû, zana bû, bi her awayî hêja bû. Elk pê disekinin, dijmin jê dilerizin. Ruhniya çavên Kurdistanê bû. Ji bona mêraniyê ji bona qewmandinê ji diya xwe bubû.” Rûpel 29.
Hevînd jî şervanekî xort î serhildêr e. Ew bi serhildêran re li hemberê leşkerên artêşa dagirker a dewleta kemalîst têdikoşe, şer dike. Di şanoyê de şervanî û şerkeriya wî tê rave kirin. Şano bi merşa/sirûda Segmanan dawî dibe.
Divê xwendevanên kurd pirtûka şanoyî ya Mîr Celadet Alî Bedirxan û hemû pirtûkên wî bixwînin. Pirtûka şanoyî Hevînd di nav weşanên Avesta de li Stenbolê derketiye. Wê bikirin û bixwînin.




