
Ehmet Çelîk
Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan Timesê hatiye kirin, nivîskar Ehmed Çelîk dibêje ku “nivîs bîr e, dîrok e, paşeroja gelan e.”
Nivîskarê romana “Dilê Çarperçe” û pirtûka çîrokan “Ûsivê Bafile”, berhemên xwe bi piranî li ser têkoşîna jinan, bûyerên dîrokî yên salên 90î, “Fermana Filan” û pirsgirêkên civakî ava kiriye. Çelîk balkişandineke taybet li ser rola jinan dike û dixwaze bi rêya edebiyatê bûyerên ku civaka kurd tê re derbas bûye ji bîr nebin. Nivîskar diyar dike ku di şertên zehmet de jî divê nivîskarên kurd berxwedana xwe ya ji bo zimanê kurdî bidomînin û daxwaza wî ya dawî ev e: “pêwîstîya me bi axaftin, xwendin, nivîsîn û lêxwedîbûna zimanê kurdî heye.”
Metîn Aydin: Ji bo te nivîs çi ye û tu ji bo çi dinivîsî?
Ahmet Çelîk: Li gor min, nivîs bîr e (hafiza) ye, dîrok e, paşeroja gelan e. Ger nivîs nebûya, ne dîroka kevnar dihate zanîn ne jî paşeroj dihate avakirin. Çand, huner, dîrok, erdnîgarî, zanîstî, felsefe, dîn, xweza, mirovahî û bi kurtasî jîyan bi nivîse têne zanîn û têne jîyandin. Mamostayekî min hebû, her dem ji min tika dikir û ji mirovên derûdora xwe jî tika dikir. Wî digot; “We çi dît, an jî çi bihîst binivîsînin. Lewra tiştên ku neye nivîsîn, dê bê jibîrkirin.” Min jî ev şîreta wî ji xwe re kir guhar û xist guhên xwe. Bûyerên erênî an neyînî, çi dîrok, çi çand, çi erdnîgarî û çi jî tiştên tên bîra mirovan ên di civaka me de bûne, ji bo ku neyên jibîrkirin min dest bi nivîsê kir. Bê gûman berî vê şîreta wî jî min dinivîsî, lê divê ez li xwe mikur bêm ku bi awayekî profesyonelî min piştî vê şîretê dest bi nivîsê kir.
M.A: Serpêhatîya nivîskarîya te çawa dest pê kir û heta îroj çend berhemên te hene? Tu dikarî ji me re bi kurtî behsa wan bikî?
E.Ç: Min di zarokatîya xwe de dixwast ku ez binivîsim. Berê min wekî hewesekê bi rihekî amator çend helbestên kurt nivîsîn. Di pey re her ku temenê min mezintir bû, min di xortanîya xwe de zêdetir bûyerên diqewimîn wekî gotar, wekî nivîsên rojane, carinan jî wekî helbest bi navekî cuda ji qozîkên rojnameyan re dişandin. Ji ber hin sedemên kesayetî û bêderfetbûnê, pirtûkên ku min nivîsîna wan dixwast bi derengî ketin. Bi awayekî li ser navê xwe piştî sala 2013an di quncikên rojnameyên heremî, neteweyî û hin kovaran de min nivîsên xwe weşandin. Heta roja îroj du berhemên min (Roman: “Dilê Çarperçe”, çîrok: “Ûsivê Bafile”) derketine. Berhemek jî ji hêla pêncî nivîskarî ve hevpar bi navê “Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê” derketiye.
Berhema min a yekem roman e. Ev berhema min di sala 2022an de ji alîyê weşanxaneya Sîdarê ve hat weşandin. Serpêhatiyek e ku bi tevahî xwe dispêre buyerên rasteqîn. Di pirtûkê de jîyana Seydayekî hêja yê dîndar, welatperwer, kurdîhez û bergîzan hatiye nivîsîn. Lewra jîyana wî jîyanek balkêş û manedar e. Divê berhemê de têkoşîna vî mirovê hêja hatiye vegotin ku di salên 80yî de dest pê kiriye û di salên 90î da bi awayekî hovane di şkenceyê de hatiye kuştin.
Berhema min a duyem çîrok e û navê wê “Usivê Bafile” ye. Ev berhema min jî di sala 2024an de ji alîyê weşanxaneya J&Jyê ve hat weşandin. “Usivê Bafile” ji heft çîrokan pêk tê û Ji wan heft çîrokan yek jê “Xezalê” ye ku di pêşbirkeya çîrokan a Ş. Denîz Firatî de li Mexmûrê xelata yekem wergirt. Yek ji wan çîrokan jî bi navê “Rojîn”ê ye ku di pêşbirkeya çîrokan a Huseyîn Çelebîyî de di sala 2024an de li Almanyayê xelata sêyem wergirt. Navê çîrokekê “Kîsoyê Kulek” e ku bi awayekî fabl hatiye nivîsîn. Li gel nêrîn û axaftinên ajalên ku bi zext û zordarîyên mirovan rû bi rû dibin, herweha bi şewata daristanan ve hatiye hûnandin. Di çîrokên din de pirsgirêkên di civaka me de hene û bûyerên qewimîne bi awayekî afirîner hatine nivîsîn. Kevneşopî û çewtîyên bi taybetî li ser jinan bi darê zorê çêdibin, yên wekî zewaca keçên biçûk li gel mêrên temenmezin, hewîtî, berdêlî û zewaca bêdil… Têkoşîna dayikên Şemîyê, mirovên qesasnedîyar û gelek mijarên din di çîrokên min de derdikevin pêş. Di “Ûsivê Bafile”yê de fermana filan, tiştên ku bi awayekî komkujî hatine serê wan, piştî komkujîyê jî êş û azara ku zarokên wan kişandine derketine pêş. Min ev pirtûk diyarî “Dayikên Şemîyê” kiriye.
M.A: Di çîroka yekem de (“Dayika Besna”) bûyerên salên 90î hema ji her alîyî ve erîşî xwendevanan dike… Mirov dikare bibêje ku wekî belgefîlmekî tê ber çavên xwendevanan… Gelo daxwaza te ew e ku tu van buyerên ku hîn jî kêm zêde didomin, ango van bûyerên têrtrawmatîk in û her diqîrin, bi saya edebiyatê “aşt bikin”, bila ew nexweşî nemîne an jî bila hemû tişt “der bibin” da neyên ji bîrkirin?
E.Ç: Bê gûman ji salên 1990î vir ve gelek bûyerên wilo qewimîne. Ev bûyera “Dayika Besna”yê piştî 2000î qewimîye. Min ev bûyer ji bo ku têkoşîna wan dayikan nivîsî ku wekî “Dayikên Şemîyê” tête binavkirin û hê jî têkoşîna wan didome. Min xwast ku ez wê êş û azarê têxim rojevê ku wan kişandiye û hîn jî dikişînin û bi vî awayî nehêlim ew ecêbên ku hatine sere wan bên jibîrkirin. Normalîzekirina vî tiştî tu carî di hişê min de derbas nebûye. Û ji xwe, divê ku neyê normalîzekirin jî. Ji ber ku em dizanin normalîzekirina bûyerên wilo di paşerojê de bergîyê ji bo ducarekirina wan hovîtîyan vedike. Heta ku mirov bi dîroka xwe re rûqalî hev neyê, ew şaşî û nebaşîyên ku têne kirin, dê bi ducarekirinê re rû bi rû bibin û sûd jê nayê wergirtin. Dibe ku destûr ji dayikan bê stendin, li ser navê binaskaran ji birêveberên dewletê lêborîn bê xwestin û di paşerojê de ji bo ku aştîyek birûmet bê avakirin, ev tometa nemirovî, nehiqûqî, neexlaqî bi awayekî ji holê bête rakirin ku careke din neyê kirin. Lê di dîrokê de divê ku cihê xwe bigire û neyê jibîrkirin.
M.A: Di çîroka te de tekîlîyen xweza, ajal û însanan, danûstendinên wan, bi şewitandina daristan tê şîrovekirin… Bi taybetî di şexsê Kîso û çêçikên wê de danûstendinê însan û ajalan (desthilatdar û bindestan) hatine hûnandin… Wekî terz fabl hatiye bikaranîn… Edebiyat dikare van tiştên di însanan de peyda dibin, yên wekî “başî û nebaşî”, “çêbûn û xerabbûn”ê çawa çareser bike? Fonksiyona edebiyatê di vê derê de çi ye?
E.Ç: Ji xwe min “Kisoyê Kulek” wekî fablê nivîsiye. Belkî cara yekem û ceribandinek be. Ji hêla mirovan ve ew xwezaya tê talankirin û wêrankirin û herweha ajalên ku têne tunekirin, bi çavên ajalan û bi axaftina wan ve bi awayekî wêjeyî hatine nivîsîn. Di vê çîrokê de min xwast ku ez van bûyerên nebaş ku ji hêla mirovan ve bi awayekî ku aramîyê ne ji mirovan re, ne ji ajalan re ne jî ji xwezayê re hêlaye, bi wêjeyê bînim ziman. Wekî ku te jî di pirsa xwe de gotiye, zordarîya desthilatdar û zaliman li bindestan, a mirovan li ajalan bi xwînerên xwe bidim xwendin û di hafiza wan de bi cih bikim. Ji xwe wêje di mijarên wilo de rola xwe bilîze, wêjevan an nivîskar jî dê bigihêje armanca xwe. Ez û nivîskarên din di wêjeya xwe de gihîştine armanca xwe an na? Ez vê yekê nizanim. Lê divê ku ev ne be sedema nenivîsînê. Li gor min, edebiyat dixwaze mirovahîya mirovan bîne bîra wan.
M.A: Pirtûka te ya ku li gel mijarên dîrokî herweha karakterên di civakê de cih girtine û rewşenbîrên navdar jî di xwe de vedihewîne, di navbera çîrokê û ceribandinê de diçe û tê. Gelo rewşenbîr û kesayetên bi hunerê ve eleqedar dê bikarin civaka xwe û herweha xwe bîne asta gelên dinyayê û kesayetên din?
E.Ç: Yek ji armanca rewşenbîr, hunermend û wêjevanan jî ew e ku civaka xwe di nava civakên din de bidin nasîn û ji bo ku civaka wan mîna civakên pêşketî di nava civakên din de cih bigire rola xwe bilîzin. Gava ku mirov li welat an jî civakên pêşketî dinêre, hingê dibîne ku rewşenbîr û wêjevanên wan li civakên bîyanî jî bi wêjeya xwe ve, bi fikir û ramanên xwe ve tesîreke mezin hêlaye. Bê gûman rewşenbîrên kurdan jî li ser civaka xwe û kesayeta xwe de herçiqas ku ne bes be jî tiştên erênî pêkanîne. Lê ji bo ku em bigihêjin civakên pêşketî divê ku rewşenbîr, hunermend û wêjevanên me bi taybetî jî di warê nivîsa wêjeyî de xwe hîn jî bi pêş de bixin. Di çîrokê de min xwestiye bi awayekî bi minet û bi rêzdarî kesayetên di warê wêje, huner û siyasetê de bûne mînak ji bo gelê me bi bîr bînim.
M.A: Di vê pirtûkê de karakterên te bi piranî “mê” ne. Ev civaka ku em tê de ne, bi salan bi mêranî xwe nîşan dide û bi têgihên mêranîyê ve tev digere. Pirsa min ev e: Sedem çi ye, gelo ev ji bo te tercîhek e an di civakê de ew guharîn çêbûye?
E.Ç: Rast e, Min di çîrokên xwe de bi piranî jin derxistine pêş. Ez dikarim bibêjim ku di fablê de jî dayika “Kîsoyê Kulek” bi têkoşîna xwe ve derdike pêş. Wekî tu jî dizane, bi hezar salan in ku jin di bin desten mêran de bi zihnîyeta mêranîyê ve bi awayekî neyînî, heta mirov dikare bibêje nemirovî û neexlaqî têne eciqandin. Ev zor û zehmetîya ku jin dikişinin û têkoşîna ku didin, li ser her nivîskarî ferz in ku divê ew wan binivîsînin. Di civakê de bi awayekî erênî guhartinek di warê jinan de xuya dibe. Lê civakê xwe bi xwe neguhertiye, şert û mercên jiyanê û têkoşîna azadîyê û di vê têkoşînê de rol û mîsyona jinan ev guhartin çêkiriye. Bê gûman di çîrokên min de pêşderxistina jinan tercîha min e. Min xwast ku ez balê bikişînim ser vê mijarê û van kevneşopîyên ku di nava civaka me de cih digirin ji holê rabin û jîyanek wekhev di navbera jin û mêran de ava bibe.
M.A: Erdnigarîya tu jê îlhamê distînî û karakterên te yên li wê derê dijîn, mirov dikare bibêje ku di atmosfereke awarte de ne. Ew “nexweşî” û “nexweşên” ku te balkişandiye li ser wan nivîsandiye, te êşa wan hûnandiye û li ser xebitîye, bi saya edebiyatê dê bikarin xwe ji wê nexweşiyê xelas bikin? Edebiyat ji bo vê yekê dikare çi bike? Bi taybetî qelema te ji bo wê çi dike?
E.Ç: Di erdnîgarîya ku ez lê dijîm û îlhamê jê distînim, karakterên wê asayî ne. Ji rêzê ne. Ji xwe ev bûyerên ku min anîne zimanî di jiyana civakê de cih digirin. Ev nexweşî û nexweş di nava civakê de ne, bi tenê min balkişandiye ser vê nexweşiyê û van nexweşan. Ev ne tiştên weha ne ku nayên zanîn. Belkî neyên nivîsîn dê di xwezaya xwe de bimînin. Di vê derê de balkişandina edebiyatê li ser van bûyerên neyînî dibe ku bibe mijara nîqaşan, da civak van şaşiyên xwe bibîne û dest ji van çewtîyan berde. Ez jî wekî nivîskarekî bi qelema xwe û bi qasî ku derfetên min hene, van kevneşopîyên civakê dinivîsînim da nebin tiştên ji rêzê û civak xwe jê xelas bike.
M.A: Di vê pirtûka te de heft çîrok hene, di nav wan heft çîrokan de yek jê binavê “Ûsivê Bafile” ye. Di naveroka vê çîrokê de, di sala 1915 an de tirajedîya malûm ya miletê nemisilman bû. Li ser wê mijarê, wê mijara giran a dîrokî, ev demek e ku nivîskarên kurd hem ên bi kurdî û hem jî yên bi tirkî dinivîsin, pirtûkan diweşînin… Te jî di çîroka Ûsivê Bafile de li ser vê bûyerê nivîsiye. Çîroka te çîrokeke dirêj û têra xwe watedar e. Wekî tu dizanî, dîroknas, hiqûqnas û hwd hîn jî li ser vê mijarê bi qasî ku tê xwastin, nesekinîne û ev hîn jî çareser nebûye… Nivîskar bi kîjan motîvayosnê li ser vê mijarê dinivîsin, li vê trajediyê dikolin û ji bo çareserbûnê dixebitin? Mijar ne mijareke hêsan e, mijarek giran e, girîng e! Nivîskar li vê derê dê xwe ji rexneyên tûj çawa bi parêzin? Eger bikarin xwe jê dûr bixin, dê çawa edebiyatê bikin? Ma ne zehmet e?
E.Ç: Belê, bi rastî jî mijareke zehmet e, lê di heman demê de jî rastîyeke civakê ye û di dîrokê de qewimîye. Gelek nivîskaran li ser vê mijarê çi bi kurdî çi jî bi tirkî pirtûk nîvîsandine, hinekan jê rol û mîsyona dîroknasan girtine ser xwe û bi lêkolîneke netêr û netije ev mijar anîye zimanî. Wextê têra xwe lêkolîn neyê kirin, hin tiştên nerast derdikevin holê. Hinek ji wan nivîskaran jî civaka me û gelê me tawanbar dikin û wekî gunehkarên vê bûyerê nîşan didin. Ev çewtîyeke mezin e. Ji ber ku em dizanin bi destûra Siltanê Osmanî ve ev tişt hatiye kirin û di dîrokê de wekî “Fermana Filan” tête binavkirin. Lê yê min di pirtûka min çîroka “Ûsivê Bafile” ne di vê formatê de ye. Bi tenê bûyerek qewimiye û rasteqîn e. Ji hêla leşkeran ve “qeflek file” bi tevahî tê tunekirin û bi tenê lawikekî biçûk xelas dibe û ji hêla mirovekî kurd tê mezinkirin. Di vê çîrokê de lêxwedîderketina gel li zarokên ermen û suryanan û piştî mezinbûna wan, zor û zehmetiyên ji bo ku dê û bavê wan ne misliman bûn, ji hêla mirovên di bîr û baweriyên xwe de xwedîfikrên kevneşopî bûn kişandine hatiye ziman. Xweparastina nivîskaran li gor min jî ne ewqas hêsan e.
M.A: Di çîroka Xezalê de, çîrok ji nivîskarî re rasterast gotiye û nivîskar jî bi zimanekî têra xwe herikbar û zindî ew çîrok nivîsiye. Û çanda gundan têra xwe serketiye. Bi zimanekî xweş bi kar aniye. Ez dibêjim çîroka vê çîrokê jî heye… Ew tişt hatine qewimîn… Hatiye serê mirovekê… Mirov dikare bibêje ku piçek biyografîk e. Ev çîrok bi tenê bi rasteqîna xwe bi ser ketiye jî. Nivîskar ne bi tenê mijaran yan jî çîrokan xweştir an jî bi zimanekî estetîk dinivîsin, erê, dikarin binivîsin. Ji bo edebiyata Ehmed Çelikê nivîskar mirov dikare vê yekê bi hêsanî bibêje; yan jî ez dibêjim. Nivîskar guhdarekî hêja ye jî. Gelo di heqê vê fikra min de tu çi dibêjî? Divê nivîskar guhdarekî baş jî be an na?
E.Ç: Bele, tu dikarî bibêje ku nivîskar guhdarekî baş e. Ji xwe ne guhdarekî baş be, nikare tiştekî baş derxe holê. Di zaroktîya xwe de ez jî wek her zarokekî kurd bi guhdarîkirina çîrokên kal û pîrên xwe ve mezin bûme. Û şevbuhêrkên ku bi çîrokan derbas dibihurîn di binê hişê min de bandoreke mezin hiştiye. Çîroka Xezalê, çîrokek tije êş û jan e. Êşa jinan e. Kevneşopîyên ku di civakê de berdewam in. Berxwedana jinan pîroz e, ew di bin her şert û mercan de têkoşîna ji bo zarokên xwe dikin û li jîyanê bi xwedî derdikevin. Rast e ku çîroka vê çîrokê bi xwe jî heye û mirov dikare bi kurtî bibêje, çawa ku em dibêjin çîrok jîyan e, jîyan bi xwe jî çîrok e.
M.A: Ger em di serî de qebûl bikin ku li vê erdnîgarîya tu lê dijî, huner, çand, wêje û siyaset tev li hev bûne. Di heqê van “têkiliyan” de tu dikari çi bibêjî?
E.Ç: Ne li erdnîgarîya ku ez lê dijîm bi tene, mirov dikare bibêje ku bi tevahî li cîhanê çand, huner û siyaset tevlihev bûbûn. Lê ji ber hin şert û mercên herêmî li erdnîgarîya me hebekî zêdetir tevlihev in. Hûn jî baş dizanin ku gava mirov di heremekê de bi serbestî nikaribe bi çanda xwe bijî, bi zimanê xwe binivîse, ne mimkin e ku wêje û huner bi pêş bikevin. Wê çaxê qada siyasete hebekî derdikeve pêş. Gava ku siyaset derkeve pêş jî tu bixwaze nexwaze huner û wêje di bin bandora wê de dimînin. Lê ez dikarim di roja îroyîn de bi hêsanî bibêjim ku roj bi roj wêjevan û hunermendên me bi berhemên xwe yên astbilind û têr û tijê dikevin pêşîya siyasetê û siyasetmedaran. Ev jî tiştekî pir û pir baş e.
M.A: Gelo hûn dikarin di heqê asta wêjeya kurdî û nivîskarên kurd de fikren xwe bibejin?
E.Ç: Bê gûman wêjeya kurdî herçiqas kêmasîyên wê zêde bin jî ne di asteke xerab de ye. Di warê wêjeyê de gelek nivîskarên qedirbilind û berhemên hêja derdixin holê. Di bin gelek zor û zehmetîyan de kar û xebatên xwe dimeşînin. Di serî de jî ji hêla aboriyê ve bêderfetîyeke gelek mezin heye. Pirsgirêka herî mezin a yekem jî tunebûna perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Kêmasîya xwendevanên zimanê kurdî jî pirsgirêkek dinê ye. Lê nivîskarên zimanê kurdî bi awayekî fedakar berhemdana xwe û têkoşîna xwe didomînin. Li gor min, ev têkoşîn û berhemdan gelekî hêja ne û dibin sedema biserketinê.
M.A: Pirtûka te ya çîrokan çawa hat holê, gelo heta niha te ji xwînerên xwe rexneyên çawa wergirtine?
E.Ç: Pirtûka min a çîrokan bi tevahî bi awayekî afirîner, tiştên ku li civakê diqewimin çi bi erênî çi bi neyînî, hin jê ez bi xwe bûme şahidê bûyeran û hin jê jî ji min re hatine gotin yan jî bi şiklekî min bihîstiye û ji ber ku min bi zaroktîya xwe gelek ji çîrokan hez dikir û di bin bandora çîrokvanan de mabûm, min jî xwest bi wêjeyî bînim zimanî. Pirtûka min hîn nû ye. Sala wê neqedîyaye. Lê xwînerên ku hetanî niha xwendiye û xwe gihandiye min, çi ên rû bi rû û çi jî ên bi rêya telefon û medyaya civakî ve rexneyên gihîştine min, bi piranî erênî ne. Çiqas erênî zêde bin jî rexneyên ku kêmasiyên min ji min re dibêjin jî hene. Wan rexneyên xweş û kêmasîyan nîşanî mirovî didin, bê gûman ji bo berhemên nû hêza mirovî zêdetir dike.
M.A: Gotinek we a dawî hebe hûn dikarin bibêjin.
E.Ç: Wekî nivîskarekî kurd ez herdem dibêjim û careke din bi alîkariya we dixwazim ducare bikim. Ji her demê û ji her tiştî bêhtir pêwîstîya me bi axaftin, xwendin, nivîsîn û lêbixwedîderketina zimanê kurdî heye. Ez di heman deme de xwendevan û dilsozekî zimanê kurdî me. Eger gelê me li zimanê xwe bi xwedî derkeve, bêgûman nivîskarên me jî dê berhemên bêhtir bi coş û tije wêje bi afirînin. Daxwaza min ji xwendevanan ev e; li berhemên kurdî bi xwedî derkevin.
Ehmed Çelik kî ye?
Di sala 1965an de li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê li gundê Tiledesê hatiye dinê. Bi eslê we ji herêma Surgicîyan, ji gundê Berniştê ye. Xwendina xwe ya seretayî li Tiledesê qedand, a navîn û a amadeyî jî li Amed û Mêrdînê… Piştî qedandina beşa Karebayê ya Fakulteya Endezyarîyê li Zanîngeha Dîcleyê, li Zanîngeha Anadoluyê jî Fakulteya Birêveberiya Gelemperî kuta kiriye. Di sendîqeya “Yapı Yol Sen”ê de ku girêdayî Konfederasyona Sendîqaya Kedkarên Gelemperî (KESK) de wekî endam, wekî birêveber û wekî endamê Navenda Giştî jî cih girt. Di sala 2015an de wî û hin nivîskarên Mêrdînê “Komeleya Nivîskarên Kurd” vekir.
Di sala 2016an de bi “KHK”yê ji kare xwe hat avêtin, Di sala 2019an de wî û çend hevalên xwe “Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê” li Mêrdînê ava kir.
Berhemên wî:
1 – “Antolojiya Çîrokên Mezopotamya yê” berhemeke hevpar ya 50 nivîskarî ye, di sala 2021an de ji alîyê weşanxaneya “AR”ê ve hat weşandin.
2 – “Dilê Çarperçe” Roman e, di sala 2022an de ji alîyê weşanxaneya SîDARê ve hat weşandin.
3 – “Ûsivê Bafile” Çîrok e, di sala 2024an de wekî berhemeke weşanxaneya “J&J”yê derket.
Çavkanî: https://botantimes.com/ahmet-celik-nivis-bir-e-hevpeyvin-metin-aydin/
Ji malpera botantimes.com ê hat standin