Li Parlamentoya Federal a Almanyayê projeyasaya ku dê sînordariyên tund li ser penaberan bianiya hat redkirin.
Projeyasaya ku ji aliyê Partiya Xirîstiyan Demokrat (CDU) va hatibû pêşkêşkirin, ji bo sînordarkirina penaberiya neyasayî hin tedbîrên tund li xwe digirtin.
Projeyasayê daxwaza danîna xalên kontrolê yên berdewam li ser sînoran û sûcdarkirina kesên ku bê vîze tên Almanyayê dikir.
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku wekî rastgir û li dijî penaberan tê zanîn jî piştgirî da vê projeyasayê.
AfDyê li dijî malbatên penaber kampanyayek bi rê xistibû û ji wan ra bilêtên yekalî yên ji bo derketina ji Almanyayê şandibûn.
Gelek ji van malbatan zêdetirî 50 salan e li Almanyayê ne û neviyên wan jî li wir ji dayîk bûne.
Li gorî çanda siyasî ya Almanyayê partiyên rast û çep her tim li dijî wê yekê ne ku partiyên tundajo bandorê li ser yasayan bikin.




