Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku bi Tirkiye û HSDyê re li ser xetê ne û naxwazin di navbera wan da şer derkeve.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê da, li ser pirsa ku di vî warî da jê hate kirin, wiha got:
“Em niha çavdêriya rewşê dikin û li gel çend komên di nava Sûriyeyê da jî di pêwendiyê da ne.
Agirbesta di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ku li derdora bajarê Minbicê hat kirin, heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin. Daxwaza me ew e, ku agirbest were dirêjkirin. Jiber ku şer û pevçûnên li Sûriyeyê diqewimin, di berjewendiya ti aliyan da nîne.“
Di derbarê têkilîyên bi HSDê ra jî Miller wiha got; „Em bi HSD û Tirkiyeyê ra li ser nexşerêyeke paşerojê gotûbêjan dikin.
Em naxwazin ti aliyek ji rewşa ne aram a heyî sûdê wergire û berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên neteweyî yên Sûriyeyê berfireh bike.”




