Amerîkayê hêzeke din şande bajarê Kobaniyê û dê li wê derê baregeheke mezin a leşkerî ava bike.
Piştî ku hêzên Rûsyayê ji Kobaniyê vekişiyan, Amerîkayê dest bi şandina hêzên xwe kir û niha jî baregehên nû ava dike.
Doh dîmenê karwanekî mezin ê Amerîkayê hat belavkirin, ku karwan berê xwe dabû Kobaniyê. Karwanê çek, teqemenî, odeyên hazir, karmereyên çavdêriyê û amûrên kolandina xendeqan li xwe digirt.
Li gorî agahîyên ku tên dayîn, Amerîka li nava bajarê Kobaniyê baregeheke mezin ava dike. Wek tê zanîn berî ruxandina rejima Baasê leşkerên Rusya li Kobanîyê bi cîh bibûn. Piştî hilweşandina rejimê cîhên ku Rusya jê vekişîya û niha Amerîka tijî dike.




