Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer da haîyê îmzekirin da piştgirî dewleta xwe dîyar kir û wiha got:
„Amerîka piştgiriyê dide peymanana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê da hatîye ragihandin.“
Marco Rubio wek daxawaza Amerîkayê anî zimên, ku li Surîyê hikûmeteke nemezhebî ya pêbawer were avakirin. Ev jî ji bo rêlibergirtina şer û pevçûnan wekî rêya herî baş nîşan da.
Marco Rubio ji bo bûyerên ku li berava Sûriyeyê qewimînbûn jî wiha got:
„Em ji nêzîk va çavdêriya wan biryaran dikin ku ji aliyê Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê va hatine dayîn.
Her wiha em derbarê tundiya xwînawî ya vê dawiyê ya li dijî pêkhateyan dilgiran in.“
Yekitîya Ewropayê: Peyman ji bo aramiyê rê xweş dike
Yekîtiya Ewropayê jî bi bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ya ji bo peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer eşkere kir.
Di daxûyanîyê da wiha tê gotin; “Peymana hatîye îmzekirin ji bo aramiyê rê xweş dike. Herwiha ev peyman nîşaneza ji bo zêdebûna aramiyê û paşerojeke çêtir eç“
Yekîtiya Ewropayê bi vê daxuyaniyê va, aliyên pêwendîdar teşwîq dike ku ew ji bo bicihanîn û piştgirîdayîna peymanê çi ji destên wan were bikin.




