Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê dîyar dike, ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî bajarên Şam, Hema, Laziqiye, Dera û Quneytreyê kirîye. Di êrişê da navendên leşkerî, topxane û binesaziyên mûşekan hatine armanckirin
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) yê jî di derbarê êrîşan da daxûyaneîyek daû di daxûyanîyê da wiha tê gotin, ku li Sûriyeyê navendeke leşkerî, topxane binesaziyên mûşekên hatine armanckirin.
Dezgeha ragihandinê ya neteweyî ya Îsraîlê ragihand, ku hikûmeta Îsraîlê roja înê navendên leşkerî û cihên ku girêdayî birêveberiya nû ya Sûriyeyê bombebaran kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz armanckirina hedefên nû pesend kirine.
Herwiha, li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Brîtanyayê ye, Îsraîlê herî kêm 10 êrişên hewayî li dijî herêma derdora taxên rojhilatê Herestayê pêk anîne, di nav cîhê ku hatine armanckirin da baregeheke leşkerî ya nêzîkî Nexweşxaneya Leşkerî ya Herestayê jî heye.
Kanala televizyonê ya dewletê ya Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ragihand ku êrişên hewayî bûne sedema xisareke madî ya girîng lê heta êvara înê ti mirinên pişrastkirî nebûne û ambûlans û tîmên sivîl ên rizgarkirinê şandine cihê bûyerê.