
Bedirxan Epözdemir
Texmîn dikim, çîrokê gelek kes dizanin. Li gundek, bi navê Mendo zilamek hebû ye. Mendo, bi jina xwe wa pir girêdayî bûye. Di rabûn û rûniştina xwe da, di hizir û gavavêtinên xwe da tim û tim pîvana wî jina wî bûye. Gund xîra dibe, dinya ser û bin dibe, xema Mendo nîne. Gelek doz û pirs têne holê, lê misqal zere bala Mendo nakişîne. Bi kurtasî avabûn û ruxandîna cîhanê li cem Mendo; bi rewşa jina wî wa girêdayî ye.
Gundîyên Mendo bi rojan gûhdarê Mendo ne. Rewşa Mendo pir bala wan dikşîne. Gelek hewil didin, ku Mendo ji vê rewşê xilasbikin û lê bikşînine nav civata xwe.
Ez, serê we zêde ne êşînim.
Gundîyên Mendo bi ser nakevin.
Di dawîyê da hêvîya xwe ji Mendo dibirin. Lê metelokek li ser Mendo derdixin ku ew heya îro jî didome.
Dibêjin; “Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.
Mala gundîyên Mendo avabe ku vê gotina xweş û bedew ji edebîyata me ya devikî ra dane kezenç kirin. Çimkî êdî di saya vê gotina xweşik da hewcedarîya westabûnê nema ye. Li himberî gelek merheze û dîtinên kironîk bersiv gelek hêsa ye;
“Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.
***
Temaşa berpirsîyar û reyedarên me bikin.
Bi salan e ku eynî benîşt dicûn, eynî meqam lêdixin û li ber eynî meqam dileyîzin.
Lê di warê pirsegirikên sîyasîda yek bihust bi pêşva naçin û ji ya xwe jî nayêne jêr.
Pirsên xîmî yên welat û gel li holê dimînin. Welat bûye gola xwînê, birçîbûn û xîzanî çar alî girtîye. Lê xema wan nîne.
Hêja jî bi dîtinê kevnar û xeyalî dijîn. Bi şiarên kewnar girseyan ditewzînin.
Dema gotina aşitî, nermbûn û dîyalogê derbaz dîbe xwîn li serê wan dikelijê. Dîn û hartir dibin. Azadîya civatê xema wan nine. Hebe-tine be azadîya kes û kesayeta ji bo wan giring e.
Ji guhartinên Cîhanê bênesibin. Tenê dîtina wan rast e.
Gelo qe kerin, gêjin, şaşin yan korin ?
Bi ya min na.
Ew bi xwe jî ji xwe bawer nakin. Dizanin rîya ku ewan girtîye, rîyeke sererast nîne.
Lê heya ku çûn, kar e ji wan ra. Sedem vî jî bezirganî ya aşitî, hevdemî û demoqrasîyê dikin.
Hawar û qîre-qîra dinyayê jî wan zêde eleqedar nake.
Sedem ku, “Dinê bi dine ve, Mendo bi jinê ve” ye.
Lê şik tûneye, wê rojek fêl û finazên jina Mendo mala wî xira bike.
Rika me jî jê bê, em ne ecbînîn jî, em çiqas jî kirasê nûjenîyê li xwe bikin; dîsa jî bi gelemperî me hêja jî nîr û qeydên kevnar neşikandî ye.
Ne hevceye ku em hêrs bibin. Bi hêsayî gava em rewşa xwe bîveznînin, wê rastîya me bê holê.
Lê bi ya min gelek mesele û metelokên gundîtîyê hene, ku îro jî em dikarin ji wan sûd hildin. Sedem vî gerek em zêde jî ji gundîtîya xwe aciz nebin.
Ya girîng ev e ku em bikarbin; ji wana yên baş biparêzin, yên ku bêne temîrê temîr bikin, yên xirap jî terk bikin. Ku me vî pêkanî, destxistina pêşveçûn û nûjenîyê hêsa dibe.
Sedem vî serê we bi êşe jî divem, gotina xwe ya dawî bi meseleyeke dîn yê gundîtî va gîrêbidim.
Kurê Qaso, gundîyeke sêwî bû. Li derî û xopana mezin bibû. Kî ji şûna xwe radibû li nava çevên wî dixist. Kîn û hêrsa wî çiqas diçû zêde dibû.
Rojek meseleyekê Kurê Qaso yê pir girîng diqewimê. Wusan giring bûye ku mesele bûye ya hemû gundîyan. Gundî, di dawîyê da mecbur man ku lî ser vê pirsê biaxifin. Her şev li mala mezinê gund dicivin. Bi roj heya dereng di xebitîyan. Dema dihatin malê pir westîyayî bûn.
Dema dihatin cem hev, herkes wê rojê kirinê xwe yên rojane qisedikir. Dawî li qisekirinên wan nedihat.
Hinek ji wana diponijîyan, hinek di xew ra diçûn.
Di bû nîvê şevê. Tam diwê wextê da yekî digot;
-Dê em bêne ser mesela Kurê Qaso.
Gundîyan bi tevayî dîgot;
-Ka bila îşev jî bimînê.
Ev rewş, şevek, du şev, sê şev domkir. Êdî gundî bêzar bûn.
Şevek dîsa rewş dubare bû.
Gundîyek got;
Vêca em bêne ser mesela Kurê Qaso.
Gundîyên mayî bi hêrs û yek deng gotin;
-Nelet bê li Kurê Qaso û babê wî. Ma qe tu tişt nema ku em li ser wî kise bikin. Di dawîyê da mesela Kurê Qaso ma û nepişkifî.
Pirsegirikên me yên netewî mina giloka benik in.
Yan meseleyên me jî bûne mesela “Kurê Qaso” .
Gerek em hemû ji bo aşitî û dîyaloxê pêwîstîyên xwe bêwestan bînine cîh.
Yekîtî ya me bi vî wa girêdayî ye.
Di roja îro da yekîtî jî weka nan û av ji me ra pêwîst e.