Serokê PDK Mesûd Barzanî gotinên Serokê HTŞyên ku di derbarê Kurdan da gotibû daxûyanîyek da.
Barzanî di daxûyanîya xwe da dibêje, “Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer a derbarê gelê Kurd ê li Sûriyeyê da dît ku gelê Kurd wekî beşek ji niştiman û hevbeşê ji Sûriyeya paşerojê wesf kiribû.
Ev nêrîn ji bo Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê kêfxweşiyê ye û em piştgiriyê didin.
Em hêvîdar in ev ji bo rastkirina rêya dîrok û rastkirina wan miameleyên şaş û nedurist ên li hemberî gelê Kurd li Sûriyeyê dihatin encamdan destpêkek be.
Nêrînên bi vî awayî rê ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz xweş dikin û ji bo ku bi hev ra di damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokrat da beşdar bibin, pêwîst e Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê sûdê ji vê derfetê wergirin.”