Rêberê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, piştî nexweşiya wi ya ku demeke dirêj bû berdewam dikir, di 88 saliya xwe da li Roma yê mir û koça xwe ya dawiyê kir.
Sedem mirina Papa Francis Vatîkanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da tê gotin, ku Papa Francis îro sibehê li gorî dema herêmê saet 07:35an mirî ye..
Papa Francîsê yekemîn ku rêberê Latin Amerîkî yê Dêra Katolîk a Romayê bû.
Wek tê zanîn Papa Francîsê 88 salî, di heyama 12 salên Papatiya xwe de, gelek nexweşî derbas kiribûn.
Serok Mesûd Barzanî jî li ser mirina Papa Francis peyameke sersaxiyê belav kir.
Barzanî di peyama xwe da ji bo Papa wiha dibêje:
„Bi xemeke mezin nûçeya koça dawîyê ya Papayê Pîroz ê Vatîkanê (Papa Francis) gihîşt min.
Papa Francis kesayetekî mezin bû, ku di belavkirina peyama mirovdostî û aştiyê da roleke wî ya bilind hebû.
Ez ji xwişk û birayên xwe yên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û sersaxiyê dixwazimn seranserê cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dibînim.
Ruhê Papayê Pîroz Francis şad be û ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyan bibexşîne.“
Papa Francis kî ye?
Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an da li paytexta Arjentînê, Buenos Airesa hatiye dinê.
Bi eslê xwe ji malbateke Îtalî bûye. Bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû ye.
Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe dike û di temenekî ciwan da perwerdeya teknîkeriya kîmyayê werdigre.
Di sala 1958an da, dest bi xwendina li dibistana olî dike û tevlî terîqeta Cezwîtan dibe. Di warê teolojiyê da perwerde dibe û di sala 1969an da wekî keşe tê tayînkirin.
Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan da wekî mamoste û birêveber xizmetê dike.
Di sala 1973yan da wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê tê tayînkirin û ev peywira wî 6 sal berdewam dike.
Di sala 1992yan da dibe alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos tê wezîfedarkirin.
Di sala 2001ê da ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn va nasnava Kardînal jê ra tê dayin.
Di 13ê Adara 2013an da, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hat hilbijartin.
Papa Francis, bi vê nasnavê xwe, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk da cihê xwe girt.