
Riza Çolpan
Xuşk û birayê minên Kurd, li gor gotinên bav û kalên me, li gor dirokzanên cîhan, ên dirist, dilsoz û xudan ar û namûs, li gor arkeologên ne xwe firoş, bê alî, em gelê Kurd sedi sed niştecîh, ango dîmatîyên wê ax û erda ku di nav du çêmên pîroz, av pak û zelal da diherikin, Dîcle û Firat, Mezopotamya yê ne. Ango em ne li Rojhilata cîhan Çîn, Japon û Moxolistanê, ne ji li Rojava cihan kîşwera Amêrîka, ne jî li Afrîqa reşikan hatine. Ango em gîya, gul û gulistan, kulîlk, sinc û sitirîyên wê erd û axa pîroz, axa şarwerî û şaristanîya cîhan in. Rastîya vê gotinê lêkolina Girê mirazan (Göbeklipepe) û Newala Çor e, ku dîrokek 13 hezar salan e. Ango em bi hezaran sal berê jî dîmatîyên wê ax û erda pîroz in.
Xuşk û biryâyê minên delal û xoşewîst, li berî wê dirokê û wan salan em Kurd di nav çi rewşê da bûne, cîranên me kî bûne, navê wan çi bûne, peywendîyê me ji cîranên me ra çi bûne kesek bi rastî nizane; lê piştî 5-6 hezar salan di serdema Sumer, Hûrî û Gutî da îro hinek belge di dest dîrokvanên cîhanê da hene. Ango rastîya dîroka cînanê, îro gelek dîroknasên cîhanê rind dizanin.
Belê xuşk û birayê minên Kurd, min bi sedan car gotîye “Dijminê me yê yekhem ew erdnîgarîya me ya wekî bihişt e, li dor wê bihiştê jî sê nijadên barbar û xwînxwar em di nav xwe da kirine nav çeperek pola”. Berê Akadên barbar û rût hatin li bakûrê Afrîqa, dûra Persên parsevan, piştî van barbaran, vêca jî barbarên herî barbar esl Moxol, li navçeya kîşwera Asya hatin, bi saya bomik bav-kalên me yên sedsala yanzdeh, ku îro jî navê wan Tirk e.
Xwendevanên hêja, bi rastî ez bi kûrayî, berî derketina ola Îslamê, serdema Hûrî, Gutî, Kardûk, Med, Mîtanî sedî sedî çi bûye nizanim, lê Xwedê şikir niha gelek dîroknasên me Kurdan derketine bi derzîyê rastîya dîroka bav kalanên xwe dikolin, lê sed mixabin piştî derketina ola Îslamê çi hatîye serê bav û kalên me yên wê çax û demê, heta roja îro rastîyan nanivîsînin. Lê li gor bawerîya min di sedsala heftemîn da heya vê roja me, me Kurdan rojek dilşabûnê nedîtîye, hemû rojên me, sê harên ola Îslamê kirine Rojên Reş, rojên bi gîrî û şînê, jîyan jî ji me ra kirine dojeh.
Xuşk û birayê minên Kurd, berî 200 sal heya roja îro, vê roja me. Ango di sala 1806 da tevkujîya Abdulrahman Paşa, di sala 1847’an da tevkujîya Bedîrxan, 1880 da tevkujîya tevgera Şêx Ubeydullah, 1913 ê Şêx Selîm, 1921-22 Qoçkîrı, 1925 Şêx Saîd, 1927-32 Agirî-Zîlan, 1937-38 Dêrsim, 1988 Helebçe û Enfal. Ango bi sed hazaran cangori. Jin, zarok, pitikên ku di zikê dayîkên Kurd da, keç, bûk, xortên ciwan û kal û pîr hemû bûne cangorîyên dayîka me Kurdistana dîl û bindest.
Belê, ev e bextê me Kurdan. Gelo ev bexta kê ji me ra pêşkêş kirîye, bê hemde daye me? Li gor bawerîya min Xwedêyê sê nijad haran. Van haran ev e 1400 selên ku şewqa roja me jî bi ewrên wekî qir û qetran va tarî kirinê. Ango hemû rojên me ji me ra kirine şevên tarî û zulmat. Di wan rojan da rojek jî roja 16’yê Adara 1988’an, roja tevkujîya Helebçê ye. Îro salvegera wê roja Reş Girêdanê ye. Ango salvegera 47’an.
Belê, xwendevanên hêja 47 sal berê, min bi dilekî agirpêj û nav histêrên tam şor da jibo vê zalimî û barbarîya dijmin helbestek dûr û dirêj nivîsî, ku dilê xwe pîçekî hênik bikim, lê dil hênik nebû, ew axîn û jar hêj di dilê min da derneketîye, jan dide, dê ev jan ji min ra were bin axa reş, navê xwe di bin wê tarîya axê da winda bike.
Xwendevanên hêja ev helbesta min di heman wan rojan da bû pirtûk, navê pirtûkê jî min danî “HÎROŞÎMA DUHEM HELEBÇE”. Niha bi destûra we, ez dixwazim wê helbesta xwe ji we Kurdperwerên Kurd ra dubare bikim binivîsînım. Ji ber ku min bi salan berê di heman vê roje da ev helbest ji malperek Kurd ra şandibû, di wê malperê da hatibû weşandin. Helbest gelek dirêj e, lê ez bawer im bi xwendinê ew we gelekî bikesirîne û bibe sedema pejna we ya xemgînîyê, we gîrî bixîne. Hêvî dikim gîrîyên we bibin lehî û lesar jibo sê nijadên har û barbar, di nav xwe da bixeniqîne û canî dojeh bike. Bi vê hêvîyê, divê ez destpêka helbestê bikim. Dîsa bi destûra we.
Reş girêdan
Hezar nehsed heştê heşt bû
Kurdperweran reş girêdan
Nûçe ya reş zû belav bû
Kurdevînan reş girêdan
Eman, eman, eman, eman
Helebçe bû mij û dûman
Pênc hezar Kurd cangorî bûn
Birîndaran nedît derman
Eman, eman, eman yadê
Zar, zêç, pîr, kal, teyrên Xwedê
Bi ba yê kîmyewî mirin
Reş girêda Kurdo, Werdê
(Li gorî mîtolojîyê ev herdu kesana bav û dayîka me Kurdan, ên yekhemîn in)
Hewa ewr bû, hînêk û sar
Mehe Adar, demsal bihar
Bi êrîş çû dijminê har
Deşt û çîyan reş girêdan
Di jor da bombe barandin
Kîmyewî bûn can helandin
Qîrîn, hewar û nalandin
Erd û ezman reş girêdan
Hewa yê jehr jîyan kir zor
Cîhan bêdeng ma bû çav kor
Mirin Kurmanc, Soran û Lor
Kurdên cîhan reş girêdan
Mij-dûman bû ezman, sema
Zar-zêç mirin kesek nema
Helebçe bû Hîroşîma
Kurdistanê reş girêda
Pêşmerge zû derketin der
Dijmin ba bû nedibû şer
Çav kor dibûn, guh dibûn kerr
Kevir-daran reş girêdan
Di kûçan da meyît hezar
Hewşan da pez dewar mirar
Gelê Kurd dît, xeser, zerar
Hêzên Kurdan reş girêdan
Di newal û çal û kortan
Têda laşê keç û xortan
Bihîst Dêrsim, Cîzra Botan
Tev Mem û Zîn reş girêdan
Çar hezar gund war û banî
Dijmin hilşand dawî anî
Di tirbê da Feqî, Xanî
Tev Cîgerxwîn reş girêdan
Sed û heştê du hezar kes
Saddam girt bir bêdeng û ses
Kir bin qûman kelpê teres
Tav û rojê reş girêdan
Boldizeran çal kirin ed
Di çalan da gorkirin merd
Ev ji Kurd ra bû jan û derd
Çalên tarî reş girêdan
Li derva bûn zarokên hûr
Bê nûçe bûn, ji gundan dûr
Yekcar mat man çav kirin zûr
Kaw û gogan reş girêdan
Bav, dê û ap, tev zar-zêçan
Xortên ciwan tev bûk keçan
Laşên wan gîşt natin pêçan
Caw tawûtan reş girêdan
Deh hezaran welat terk kir
Cîhanê dît lê guh kerr kir
Kurdan ji jehrê ra şer kir
Rê û dirban reş girêdan
Pitik berê daykê dimêt
Hewa jehr bû lê wê nedît
Mirin gernas, leheng, egît
Kesên mayîn reş girêdan
Dijminê barbar û bêbext
Gelê Kurd nêçîr kir bêwext
Şewitand war, nehîşt mal, text
Dar û beran reş girêdan
Mal da rûniştibûn pîr, kal
Li derva bûn Heval, Delal
Hemû jehr bûn avên zelal
Çem kanîyan reş girêdan
Li ber pêz bûn zarok, şivan
Mijek derket li pêş çavan
Mirin lawîr, mirin gavan
Kulav, bilûr reş girêdan
Bi hewayê jehr fetisî
Bin tavê da ma helisî
Nedît Yezda, Mehdî, Mehsî
Çil nebîyan reş girêdan
Ax li min, ax li min yadê
Nevîyên Kurdo û Werdê
Mirin laş man li ser erdê
Tevir, bêran reş girêdan
Tawûs û Ahûra Mazda
Ew bêdeng man li tev Yezda
Qet keseki hêzek neda
Nemirin Kurd reş girêdan
Xuya nebû Zerdeştê Kal
Cîh ranebû Rustemê Zal
Tijî cendeg kort û newal
Çal û kortan reş girêdan
Zû belav bû ev nûça reş
Kurdek nema rûken, dilgeş
Şeş kîşwer û Hîn û Hebeş
Yarên Kurdan reş girêdan
Têlewîzyonên cîhanê
Ew rewşa anîn ekranê
Jîn tunebû li meydanê
Temaşvanan reş girêdan
Emperyalan dengek nekir
Hukma Sovyet qet şerm nekir
Wê rewşê Saddam pirr şakir
Pêşverûyan reş girêdan
Saddam, Xumeynî û Ozal
Ew dijmin in nabin heval
Rewş li ber çav ronî, zelal
Pîrkê çavan reş girêdan
Dijminek jı Hafiz Esad
Ehrîmanê bêbext, fêsad
Ew tevkujî li wî xweş hat
Eyûbî Kal reş girêda
Bira Kurdo ders bistîne
Ji xwe ra rêkî bibîne
Cîhanê negot “Kurd kî ne”
Mirovhezan reş girêdan
Li bûyeran em mêze kin
Dost û dijmin hev cuda kin
Bibin yek em dûra şerkin
Yektîxwazan reş girêdan
Em tiba xwe, xwe bikolin
Dijmin Ereb, Tirk Moxol in
Me dikujin hezar sal in
Sal, sedsalan reş girêdan
Kurdino dîrokê vekin
Binivîsînin jibîrhnekin
Gîyana cangorîyan şakin
Pênûs, lênûsk reş girêdan
Şêx Saîd, Helebçe, Zîlan
Dêrsim, Axrî jan kir dilan
Va helbesta Rizê Guran
Riz û Rizan reş girêdan.
Xwendevanên xoşewîst, ez kalekî 91 salî, li benda mirinê me, lê berî ku bimirim ji we hemûyan helalîyê dixwazim û ji we tika min jî, ji hev ra bibin bira, jibo Kurdistanek Azad û Serbixwe kar bikin, bibin kesên welatparêz, mirovhez, demokrat, ji her fikr û rahmanê ra (ji bili hişê faşizan û nijandperestîyê) rêzdar bin, ku hûn bêtir bibin xudan zanîn. Berê ku ez dawî bidin vê nivîsê û helbesta cangorîyên Helebçê, ez li pêş gîyana hemû cangorîyên Şêx Selîm, Qoçkîrî, Şêx Saîd, Axrî, Zîlan, Dêrsim, Helebçê, ên Enfalê û heşt hezar mêrxwasên Barzan û bi tavahîya cangorîyên Kurdistanê serê xwe ditewînim, ji dil wan jibîhrtînim; “Bila ew di nav nûr da razin” dibêjim. Bimînin di nav xêr û xweşîyê da.