
Bedirxan Epözdemir
Bêqeyd û şert hemû dor û alî, hemû narkokîyên ku hene daynin alîyek.
Mil bidine vê qampanya yê.
Li her derê û bi israr Kurdî biaxifin…
Hûn baş nizanbin jî hemû daxwazên xwe bi Kurdî binivsînin.
Li her cîh pirsa rojname, kowar û pirtûkên Kurdî bikin.
Ku ji we ra gotin tine, telebên xwe dubare bikin.
Zimanê me heyina me ye…
Zimanê me rûmeta me ye.
Jibîr nekin; her tişt bi Kurdî xweş e.
Tikaya ji hemû dezgehê Kurdî, rexistinên sîyasî û sivil ra; bi dengekê bilind helwesta xwe dîyar bikin.
Hawar û gazî!
Qet nebe ji bo vê mijarê bêqeyd û merc dengê xwe bi hevra bilind bikin.
Dubare tika ji xwendevanan ra vê pêyama kurt belav bikin.
Hûn jî tekilî vê bangewazîyê bibin.
Li gel silavên biratî.
Bedirxan Epözdemir