
İkram Oguz
Wek tê zanîn kurdên misilman bi gelemperî Şafiî ne.
Herçiqas rê û rêbazên ola Îslamê yek be û ji bo herkesê ku bawerîya xwe pê tîne, derbasbar be jî, hinek rê û rêbaz gor mezheban ji hev cuda tên bicîhanîn.
Ji wan yek jî şikestina destmêjê ye, ku şert û mercên wê jî gor Hanîfî û Şafiîyan tê guhartin.
Wek mînak ji çavên Şafiîyan hisirek jî were xwarê destmêja wan dişikê…
Lê hêsirên Hanîfîyan mîna çemê me yê Erez jî biherike, destmêja wan naşikê.
Ya jî ji derekî Hanifîyan niqutek xwîn were destmêja wan dişike…
Xwîna Şafiîyan jî heta ku gizmeyê wan tîjî nebe û ser ra neçe destmêja wan naşikê.
Hûnê bibêjin ev ji ku tê?
Ev jî ji dem û jîyana Pêxember tê.
Di hedîsan da cîh digre, ku Pêxember rojek ji rojan bi sahabeyan ra rûniştîye.
Bi pirs û pirsgirekên olî û civakî ra mijûl e.
Dem bi ser demê ra derbas dibe.
Di wê navbeynê da, çi qewimî be, hêsirek ji çavê wî tê xwarê…
Dîsa tiştek di tilîya wî ra tere û niqutek xwîn jê tê…
Dema nimêjê nêzîk dibe, pêxember berî ku rabe nimêj bike, derdikeve der û destmêja xwe ji nû va digire.
Dû ra tê û bi cimeata xwe ra nimêj dike.
Bi salan şûnda ev mijar tê rojêvê û nûkirina destmêja pêxember di nav bawermend û şopînerên wî da tê gengeşîkirin.
Îmamê Hanîfi dibêje, „sedem xwîna ku ji tilîya Pêxember hatîye, destmêja wî şikîya ye…“
Îmamê Şafiî jî dibêje, „naxêr ne ji niquta xwînê, sedem hêsira ku ji çavê Pêxember hatîye xwarê destmêja wî şikîya ye…“
Herçiqas neyê bîra îmaman jî, ji şert û mercên şikandina destmêjê yek jî kirina tirr ya jî fisan e, ku gor hemû mezheban jî ew şertekî hevpar e.
Ji îmaman yek nefikirîye, ku Pêxember herçiqas Peyamberê Xwedê be, ew jî wek hemû kesên ku ji alî Xwedê va hatine afirandin, dixwe û vedixwe, herwiha di binê xwe da tirr û fisan jî dike.
Çima?
Jiber ku gor herdu imamên ku îro bi mîlyonan kes li pey wan diçin, Pêxember mirov bibînin jî, wî xwedî taybetmendîyên ku di mirovên ji rêzê da tên dîtin, nabînin. Ji wan taybetmendîyan yek jî bêguman kirina tirr û fisan e…
Loma Îmamê Şafiî ji bo şikandina destmêjê niqutek hêsir…
Îmamê Hanîfî jî niqutek xwîn nîşanda ye.
Di ser wê demê ra bi hezaran sal û demsal derbas bûn.
Dawî li hatina pêxamberan hat.
Dinya, bi dinyayê mirovahî guherî…
Lê tewna hinek bîr û bawerîyên wê demê îro jî bi rengekî din didomin.
Kesên ku ji takekesîya bêhayîdar, hê jî xwe bi mezheb û civak ya jî bi tarîqat û partîyên ku xwe pê girêdane va tarîf dikin.
Loma ew jî Şêx û Seyîd, Serok û Rêberên xwe wek pêxemberên axirzeman dibînin û gor wê nêrînê tebdigerin.
Jiber ku wek murîd ya jî alîgir xwe piçûk, şêx û seyîd ya jî serok û rêvebirê xwe jî mezin dibînin.
Murîd şêx û seyîdên xwe difirînin…
Alîgir jî serok û rêberê xwe afirînêr dibînin.
Ji wan yek di binê xwe da berde û bêhna gûyê wan li dinyayê jî belav bibe, murîd û alîgir nafikirin, ku Şêx û Seyîd ya jî Serok û Rêberê wan jî mirov in û ew jî mîna herkesî dixwin û vedixwin, tirr û fisan dikin, heta carinan di binê da jî berdidin.
Lê ji derveyî wan yek wê bêhnê bigire û sedema wê jî bipirse…
Ew dîsa bê fikr û raman radibin, bi kerb û kelecan dibêjin, “heyran di te da nexweşîyeke bêderman heye, ku bêhna gû tê poze te…
04.03.2025