Şam ket, dawî li dîktatorîya Esad hat.

İkram Oguz
Ti kesî bawer nedikir, ku HTŞ ya ku ji alî hemû dewletên mezin û piçûk va wek hêzeke terorîst tê dîtin, di nav hefteyekê da dawî li rejima Esad bîne.
Dewletên mezinên ku ji dizî va rê û piştgirî dan wan, bêdeng yên piçûk jî şaşwaz in.
Loma niha çav û guhê herkesî li Şamê ye…
Ev çend sal bû, min li televîzyonên Tirkan temaşe nedikir.
Mixabin, sedem bûyera ku li Surîyê qewimî, ez jî carinan berê xwe didim Tirkan û li televîzyonên wan temaşe dikim.
Di her qanalekî da bi dehan şirovekar, bênavber û bêbingeh diaxifin.
Hemû bi nav û nasnavên xwe yên mezin û bilind mijarê dinirxînin.
Sosyolog û sîyasetvan…
Nivîskar û rojnamevan…
General û balyozên teqawut…
Çepgir û nijadperest…
Liberal û olperest in.
Her wiha ker û kurrîyên li ber destê wan in.
Di destê her yekî da çoyên dirêj û li ser nexşeya Surîyê digerîn û gor dilê xwe pê dilîzin.
Hinek bi avakirina dewletên nû va Surîyeyê parçe dikin, hinek jî di nav yekbûyîna Surîyê da heremên federal…
Her çiqas wek nav û nasnavên xwe, bi nêrîn û gotinên xwe va jî ji hev cuda bin, hemû xwe stratejîst dibînin û di xalek da jî digihîjin hev.
Ew xal jî neyartîya li dijberî Kurd û Kurdistanê ye.
Ji bo wan Kurd neyar, avabûna Kurdistaneke serbixwe jî sedema têkçûyîna dewleta wan e.
Bi vê helwestê rewşa Surîyê dinirxînin…
Pêşeroj û paşeroja wê şirove dikin…
Mixabin derd û kulên wan ne çûyîna Esad, ne jî hatina Colanî ye.
Hinek bi çûyîna Esad ra xemgîn, hinek jî bi hatina ra Colanî kêfxweş bibin jî, eşa wan a hevpar hebûn û îhtimala destkeftîyên kurdan e.
Loma wek camêrên aşitîxwaz û demokrat li Şam û Halepê, li Humus û Hamayê ji Erebên cîhadîst ra…
Li Tartus û Lazkîyê ji Nusayrî û Elewîyan ra…
Li Daraa û Suweyda jî ji Suryanî û Durzîyan ra dewletan ava dikin.
Kîjan bajêr ya jî kîjan herêm ji kî û kê ra dikeve, xema wan nine.
Hemû derd û kulên wan, eş û jana wan Rojavayê Kurdistanê ye.
Ew êş ewqas giran bûye, ku qîmê xwe bi şerîta ku li rojavayê Firatê kişandine jî naynin…
Çav berdane rojhilatê Firatê û ji bo wir jî li xwedîyeke nedîyar digerin, bes ku ew der bi çi rengî dibe bila bibe, ji destê kurdan derbikeve û ji wan ra nemîne…
Ji bo mafdarîya Nusyarî û Alewîyan…
Ji bo mafdarîya Asûrî û Durzîyan camêrîya xwe nîşan didin, ku xûya ye haya wan ji kok û esaleta Durzîyan nine.
Lê dema ku dor tê kurdan, stratejîstên tirk dest ji camêrtîyê jî ji mirovatîyê ji ber didin û dîn û har dibin, nayartîya xwe ya li dijberî kurdan derdixin pêş û çi ji destê wan were wê yekê dikin.
Mixabin di nav wan stratejîstên Tirk da hinek kurd jî he ne, ku ez wan wek ker û kurrîyên li ber destên tirkan bi nav dikim.
Jiber ku ew ji tirkan jî zêdetir xwe Tirk dibînin û di her firsendê da dibêjin, “dive dewleta me rê nede, ku li tenişta me terorîstanek ava bibe…”
Bi rastî, ez ji gotin û helwesta Tirk û ker û kurrîyên li derdora wan, ne diqahirim ne jî diêşim.
Ya ku min diêşîne, kirin û kiryarên kurdên kêmaqil in, ku ew gor vê rastîyê jî hê daw û doza biratîya kurd û tirkan dikin…
Bi vê yekê jî nasekinin, ji bo çareserkirina pirsgirekên rojhilata navîn jî wê biratîyê wek mînak nîşan didin.
Ew biratîya ku Tirk jê ra dibêjin „xulamtî…“
10.12.2024
ikramoguz@gmail.com