
Riza Çolpan
Xwendevanên hêja ez ne miroveki zimanzan filolog im; balam carna ez jî jibo zimanê dayîka xwe pîçekî mijûl dibim, di nivîsên xwe da jî dem bi dem raste hin şaşîyên xwe têm û ji xwe lêborîn dixwazim, bi xwe bi xwe ra “Kuro bala xwe bide ser rastî û şaşîyên xwe” dibêjim û jibo şaşîyên xwe, îcar dikevim nav rûpelên Ferhengên Kurdî, rûpelan yek bi yek şe-dikim, dûr û dirêj li peyvên şaşîyên xwe digerim, roj bi roj ber bi rastnivîsîna zara dayîka xwe Kurdî diçim û rê distînim. Di warê ramyarîyê da jî ez dîsa usa me, ne pisporê wî karî me. Lewra gelek kes wî karî dikin. Bawer bikin ez di dibistana wan kesan da şagirt jî nîn im, lê jîyan bi xwe jî ramyarî, ango sîyaset e. Lewra carna ez jî dikevim nav ramyarîya jîyanê, rewşa Kurd û Kurdistanê û mirovatîya cîhanê. Ji ber ku ez jî wekî we hemûyan di vê cîhana derewîn da dijîm, rastî û şaşîyan, serdestan û pehnbûyîyan, kujtar û mazlûman dibînim, şaş û metal dimînim û hin tiştan dinivîsînim.
Xuşk û birayê minên xoşewîst, qasî ku ez dizanim, di dem û dewra civatên kevneyarîyê da bigirin heya roja îro, hemû zimanê gelên cîhan roj bi roj pêş ketine, hatine gîhîştine vê roja me.
Belê, xwendevanên hêja, mirov di kîjan dewr, dem û sedsalê da zimanê xwe bi kar anîye, destpêka çend peyvan kirîye, ji yekî wekî xwe ra qise kirîye ew ne dîyar e, kesek rastîya vê gelşê nizane, lê hemû gotin gîşt bi rawêj, ango bi texmîn in, balam tiştî herî rast ewe ku destpêka hemû zimanan, berê di şikeft û kozikan da, dûra jî di gundan da destpêkirîye, piştî avakirina bajarok û bajarên mezin, ziman bêtir pêşve çûne, dibistan hatıne avakırın. Di destpêkê da mirov di jîyana xwe da, bi çavên xwe va çi dîtîye, bi zara dayîka xwe nav daye wî tiştî û wê hebûnê.
Belê, “bi zara dayîka xwe” dibêjim, lê ez bawer im dayîka hemû zimanan, dayîk bi xwe ne. Ango Xudawend, jin in.
Xwendevanên berrêz, bibexşînin, ez di wê bawerîyê da me ku, di destpêka ziman da, mirov wekî roja îro li xuşk, bira, bav, dayîk, met, ap, pismam, xal, xarzî, xaloja xwe nenêrîye. Ango mirov di wan dem û çaxan da, ne di zanîna hin tiştên evrar da, (Kutsal) ne jî wekî vê dema me xudan hişmendîyek wekî mirovên vê roja me, afrandêrên hemû hacetên nûjen û çûyîna ser hîvê û hwd. Xuşk û bira bi hevra rabûne rûniştine. Hetta bibexşînin mirov bi dîya xwe ra jî ketîye nav têkilîya cinsîyetê. Dîsa, heta di vê dem û çaxa me da jî me kar û kirinên wisa gelek caran bihîstîye û di rojnameyan da jî xwendîye.
Xwendevanên Ezîz, bibexşînin, divê ez dagerim ser rewşa zimên. Piştî ku mirov destpêka zimên kirîye, bi çavên xwe va çi dîtîye, li ser erda ku jîyaye navek daye wî tiştî û wê hebûnê. Heta hemû lebatên laşê xwe ra jî nav afirandine.
Belê, xwendevanên xoşewîst, ez dirêj nekim û serê we zêde neyêşînim, werim ser gelşa babetê. Ango gelşa sernivîsê.
Xuşk birayê minên Kurd, qet şik tune ku (çawa ku min li jor jî got) bingehê zimanê hemû gelên cîhan, di destpêkê da şikeft û kozikan da, dûra jî di gundan da destpêbûye, di bajarok û bajaran da, di dibistanên wekî dibistana pêşin, a navçe, a bilind û zanîngehan da jî bêtir nûjen û dewlemend bûne. Di demek xweş da be, xuşka me Fatma ÎZOL dibêje “Zimanê Kurdî dayîka gelek zimanan e” ku ez jî di wê bawerîyê da me. Zimanê Kurdî qasî Derya Okyanûs fereh û kûr e/ şîrîn e, ji keran dûr e. Ez usa ji zimanê dayîka xwe dinêrim. Zimanê Kurdî, zimanekî zayende ye, mirov dikere di heman çirkekî da peyvan biafirîne, lê peyvên li gor zimanê Kurdî. Qet ji bîhra min da naçe, bi salan berê, ango di salên navbera 1977-1980ê, heya 90î da ez zû zû diçûm bajarê Melbourne yê, ku li wir Kurd birayên xwe di bin sîwana Komelek çandî a Kurdî da rêz bikim. (Min ew kara kir, lê piştî du salan ew rêxistin ket destê Abdoîyan, bû liqekî partîyek sîyasî, sed mixab) Şevekî ez mêvanê Hesen Baxdaşê wênekêş bûm. Çend kes jî hatibûn ku min bibînin û nas bikin. Bermalîya wî Zerîfê jî ji min û malê û mêvanan ra, ku Tirk dibêjin “Yaprak Sarmasî” pahtibû. Li dor texteyê masê, camêrekî ji min ra “Kek Riza, bi Kurdî navê vê xwarinê çî ye” got, lê minê kesîb, reben, belengazê Xwedê di jîyana xwe da navê wê xwarinê bi Kurdî çibû nedizanîya. Bi rastî min di jîyana xwe ya gund da qet ne xwarinek nav “Yaprak Sarmasî” dîtîbû û ne jî xwaribû. Li ser pirsa wî camêrî min di çirkekî da (sanîye) yekser “PELPÊÇ” got, îcar camêr bi dilekî pak “Kek Riza, bi rastî ev nav him gelek xweş e, him jî di cîh da ye” got û vêca dîsa bi Tirkî “Êhhh, Kek Riza, bunun dolmasının adı ne” got, min dîsa di çirkekî da “Onun adı da “PELTİJ” dir got, camêr gelek, gelek kêfxweş bû. Ango wî ez pisporê zimanzanê Kurdî didîtim û dihesiband; lê bi rastî ez ne di wê dûş û pîleyê da me, ez şivan û xulamekî Kurdistan im, lê ne fîlolog.
Xwendevanên hêja bibexşînin, gelo ez van tiştan jibo çi ji we ra dinivîsînim? Bawer bikin, çawa ku min li jor jî got, ez ne mirovekî zimanzan im, balam bengîyê zimanê dayîka xwe me û li ku kaxizek bi zara dayîka min va hatîye nivîsîn bibînim, bê derew bi xem digirim dixwînim. Gelek salan vir da jî di pirtûk, rojname, kovar û malperên Kurdî da hin nivîsên nivîskaran dixwînim, li gor bawerîya xwe, di nivîsên hinek nivîskaran da pirr şaşîyan dibînim. Bi taybetî jî di nivîs û weşânên alîgirên Abdoîyan da. Wekî mînak; çawa ku gelê Tirk ji kesekî mirî ra “Yaşamını yitirdi” (qaşo, camêr bi xwe xwastîye ku dawî bide jîyana xwe) dibêjin, Kurdên me jî wan lasayî dikin û heman wisa “Di jîyana xwe da dest da”. Yan jî “Dest di jîyana xwe da berda” dibêjin, ku ev gotin zimanê me dêrs û çûk dike, li gor bawerîya min gelek, gelek şaş e. Bav û kalên me ji yekî mirî ra “Xwedê rama xwe lêke, mir, çû heqîya xwe”. Ji kuştîyên destên dijminan ra jî dîsa “Xwedê rama xwe lêke, cangorî bû” yan jî ”Şehîd bû” digotin, lê ez dinêrim xwedegiravî gelek nivîskarên Kurd, bi hişê Tirkî, peyvan diafirînin, bibexşînin di zimanê me ye dewlemend û şîrîn da didirin. Mînak, çend roj berê min di malpera Rûpela Nû da nivîsek wekî nûçe xwend. Kê ew nûçe di wê malperê da weşandibû, belav kiribû nizanim, lê sernivîs heman wisa bû: “Bendava Tirşînê: 6 sivîlan canê xwe ji dest da” di ristek jêr da jî “Bi nêzikî bendavê di bombebaranê da 6 sivîlan canê xwe dest daye”. Gelo li gor bawerîya we va gotinana rast in? Jibo vê bûyerê di zimanê me da usa tê gotin? Bi rastî bav û kalên me ji kuştîyên wisa ra, (wekî nivîskarê malpera Rûpela Nû û hin kesên ku ji mirî û kuştîyan ra) usa digotin? Min qet ji mirîyan û cangorîyan ra gotinek wisa ji devê mezin û gundîyekî Dêrsimê û kalekî Kurdistanê ne bihîstîye. Lê eger we bihîstîye û rastî jî wekî gotina wan e, bi kerema xwe ji min ra wekî birakî binivîsînin, ku ez jî ji we lêborîna xwe bixwazim. Bi hêvîya vê daxwaza dilê keserkêş. Bimînin di xweşîyê da.