
Riza Çolpan
Xwedevanên xoşewîst, di çar koşeyê vê cîhana me ya gewre da çend gel dijîn, çend ziman hene, ez bawer im sedî sed kesek nizane; lê li gor hin agadarîyan, agadarîyên Yeketîya Gelan di vê cîhana me da 208 dewlet hene, ji van 193 dewlet endamê vê rêxistina cîhan in, balam hejmara zimanan ez bawer im sedî sed kesek nizane, lê hin kes dibêjin “6-7 hezarî zêdetir ziman hene” lê ev jî çıqas rast e, nizanim.
Belê, di vê cîhana me ya gewre û çar koşe da, ku ji hemû jîndararan ra bûye kozik, qul, koxik û mal, bûye qesr û konax, bûye meydana ceng, şer, pevçûnan, bûye têgeya hezkirin û evînîyê, bûye dawera mêrxwasî û xayîntîyê, bûye sedema hevaltî, dostî û dijminatîyê.
Gelo di vê cîhana me da ji bilî me mirovan ew kîjan zindîye ku bûye afirandêr û hacetekî nûjen çêkirîye jibo hem cinsê xwe?
Gelo di destpêka derketina me mirovan da, rewşa vê cîhanê çawa û çito bûye?
Mirov di nav rewşek çawa da derketîye, jîyana xwe domandîye?
Xwarina wî, wan çi bûye?
Xwe ji lawîrên har, wekî hirç, gur, şêr, piling, çito paraztine?
Di cîyên sar û germê da çi kirine?
Kinc û kolên wan çi bûne; çi li xwe kirine?
Pêywendîyên jin û mêran çito bûye?
Gelo wekî vê dema me zewaca jin û mêran hebûye, yan na?
Ez bawer im bersîva van pirsan dîsa sedî sed kesek nizane, hemû gotin texmîn in, balam berî 5 hezar sal, rewşa cîhanê û jîyana mirovatîyê hatîye guhartin; mirov di nav rewşek kevneyarî da derketîye, destpêka çandinîyê kirîye, genim, ce, garis, nok, nîsk ajotîye, ajalên weki mî, bizin, çêlek, ga, hesp, ker, hêştir kedî kirîye, dûra şîrê wan kirîye mast, dew, toraq, rûn, pênîr anîye vê roja me. Jibo çandinîyek baş bendav, jibo şeran xirç, şîş, tîr-kevan, çûnbarên bi çerx çêkirîye û destpêka kuştina hem cinsê xwe kirîye, ku ew cîyê şeran û kuştinê jî kîşwera Asya, Mezopotamya. Ango serdema Sumerî, Hûrî, Gutî, dûra jî Misir, Akad, Asûr, Babîl. Helbet di wê demê da, bi tevahîya kîşwera Asya, Awropa, Afrîka, Amerîka, Awistûralya da jî mirov hebûne li ser wan erdan jîyan e, balam navenda şaristanîyê Mezopotamya bûye cîyê yekem. Ango Şaristanî li wir, li cîhanê belav dibe, ku ew der jî Kurdistan e. Kurdistan di wî parçeye cîhanê da, cîyekî gewre, cîyê çar demên salê, zivistana bi berf, gûl çîçegên biharê, germ û çandinîya havînê, sar-serma û weşandina pelên her cure darên payîzê. Ango zevîyek gelek mezin; pîvana erdnîgarîya erdê wê nêzî 550 hezar kîlometre çar koşe û ser vê erda jibo min pîroz, gelek çîyayên bilind, ên nav û deng, wekî çîyayê Agirî, Cûdî, Sîpan, Nemrût, Minzûr; bi dehan deştên mezin û berdar, wekî Haran, Mûş, Zêrîn, Hewlêr, Şehrîzor hwd; gelek jî çem û robar, wekî Dîjle, Firat, Mûrad, Pêrî, Aras, lê li ser vê erda pîroz Kurd bûne dilên sê har û barbaran, ku ew har û barbar jî Tirk û Ereb û Faris in. Ku heye hêzek jê ra “Xwedê” dibêjin, nepejirîne, şêr ji çeqelan ra bûne nêçîr, dil û xulam. Bi taybetî jî bi destên hin Kurdên namerd û xayîn; wekî yekî wek Abdo û hin serî gewreyên DEM’ê.
Belê, xwendevanên delal, ez gelek, gelek xemdarê çîrokan û dîrokê me. Her çiqas naveroka çîrokan lihevanîn be jî, ez bawer im rastîya jîyanê, ango jîyana civakî mirov di vegotina çîrokan da jî dibîne. Lê di dîroka gelan da her çiqas derew têda hebin jî, pirranîya bûyeran rast in. Ku rast nebe jî hin kesên ku dı wan bûyeran da cîh girtine, yan jî bûne govan, rastîyê tînin ziman jibo nifşên ayende. Mînak, di çîrokan da hûtên heft serî, lêvek wan li erdê, lêvek li asîman in, ku vana ne rast in, lihevanîn in, bi demcame î hatine afirandin, pişk wekî hîn derew û afirandinên girse û feylezofê girava Îmrali yê. Ew dibêje “Dîroka gelê Kurd, di derketina min da destpêdike, berî derketina min gehlekî nav Kurd tunebû, min ev gehla derxist meydanê, hebûna vî gelî li cîhanê belav kir, da nasîn, îro jî ez ji vî gehlî ra dibêjim, guh bidin min, hûn û Tirk bira ne, bi hev ra di nav Komarek Demokratîk, yan jî sazûmanek Ekolojîk, Komînal da bijîn, lê hin hesûd û dexes li dij van gotinên min derdikevin”. Vî ne-camêrî di şerekî 50 salî da, 5 hezar gund wêran kir, nêzî sed hezar xort da kuştın, erdnîgarîyek gewre tar û mar kir, bû sedema 10-15 mîlyon, kesên ku bûn koçebar, çûn ketin ber çerxên asîmîlasyon û pişavtinê, bostek erdê Kurdistana bindest jî rizgar nekir, lê namerd îro jî usa dibêje, lê xulam, mirûd, guhdervanên wî jibo van gotinên wî çepikan li hev dixînin, ji wî ra “Rêzdar, berrêz, Rêber, Serok her bijî” dibêjin. Dîsa ku heye Xwedê “Nepejirîne” dibêjim.
Belê, piştî evqas gotinan ez werim ser gelşa pêvajoya aştî. Gelo aştî çî ye? Li gor bawerîya min aştî di nav du kes, yan jî du hezên ku bi hemberkî şer kirine di nav wan dibe, lê di bin çavdêrîyek sêyem, bê alî da. Mînak, bavê min û sê apên min bi hevra erdekî gewre kirîyabûn, lê bavê min qet rojekî neçû ew erda najot, ji sê birayê xwe ra hîşt, lê roj hat Kekê min li dij bavê min derket, ji wî ra: “Divê tu ji erd û milkê xwe xwedî derkevî. Çira sê birayê te hemû erdê te bajon û tiştekî jî nedin te, heqê te bixwin?” got û ji apan û pismanên xwe ra destpêka şer kir, di dawîyê da bavê min gazî Axayê eşîra me Welî Xakî, Pîrê me Melê Alîyê Kurêş î kir, di mala apê min da misletek, ango civînek ji van kesan û mezinên gund amade kir, di wê misletê de Axa û Pîr ketin navberê, erazî nû va parvekirin, her çar bira û hemû pisman li hev hatin, gelş gîhîşt çareserîyê, aştî di nav me û apanên me da wekî çîyakî cîh girt; lê pêvajoya aştî, ê PKK û dewleta Romê ne usa ye. Ango kesekî sêhem, bê alî di vê gelşê da tune. Gelo navê vê aştî yê çî ye? Li gor bawerîya min ji vê tevgerê ra, ji vê gotin û daxwazîyê ra “Aştî” naye gotin. Navê vê yekser Radestbûn e, ku PKK jî radeste dijmin bû, bi şiklekî bê rûmetî çekên xwe radeste dijmin kir. Bi radestbûnê jî têr nebû, li hember çavên cîhan çekên xwe şewitand, ku wexta ku ez bûm temaşevanê wê bê-rûmetîyê, wî agirî tenê ew çekana neşewitand, dilê 50-60 mîlyon Kurd dax kir, hezar mixab. Ew ko di nav me gelê Kurd da çek û hesp namûsa herî evrar û pîroz e. Radestbûna van bê rûmetî û bê namûsîye. Jixwe Abdo, serperîştên Qendîlê û mirûdên wî jî hemû bê rûmet û bê namûs in. Gelo kî vî gelê mazlûm di bin bandûra van bê-rûmet û bê-namûsan da rizgar bike? Pirs ev e. Hêvî dikim ew felatkara derkeve jibo vî gelê bindest. Bi wê hêvîyê, dîsa ez bi çend çarînan va dawî bidim nivîsê.
Pêvajoya aştî
Ev pêvajoya aştî
Ne firawîn, ne taştî
Bûye tîrek serî jehr
Dilê Kurd da qul açtı
Xwîn diçe ji dilan
Ji dilên Kurdên resen
Di benda bijîşkî ne
Delal, Rizgar û Hesen
Lê ew bijîşk li kuye?
Kes nizane, nabîne
Li pêş çavan xayînek
Bûye bela, bi kîn e
Dixapîne gelê Kurd
Bi derew û bi virran
Dixapin bi mîlyonan
Bomên me yên wek mîyan
Ew bela Abdo yê har
Lê nabînin kor û kerr
Sed mixabin birano
Gelek Kurd jî bûne ker
Riza me xemgînim ez
Jibo vî gelê bomik
Qesrê da dijî Abdo
Bûye wek meşk, firşik, zik.
Têbinî:
Xwendevanên xoşewîst, hezar mixabin îro salvegera debeşkirina Kurdistanê ye. Ango sed sal berê, di roja 24’ê vê meh a Tîrmehê da, Kurdistan li Lozanê dibe çar parçe. Jixwe cara yekem 17’yê meha Gulanê, di sala 1639’an da, bi peymana Qesrî-Şîrîn di nav dewleta Safewî û Osmanîyan da hatibû parçekirin, di vê mehê da jî dibe çar parçe, dikeve bin zilma sê gelên barbar, Tirk, Ereb û Faris. Hêvî dikim hêzek li holê derkeve, dost û dijminan ji hev cuda bike, ji Îsraîl, Amerîka, Îngîlîz û Fransiz ra bibe dost û şîrık, dawî bide dabeşkirina Kurdistana çeleng, Kurdistanek Azad û Serbixwe pêşkêşe 50-60 mîlyon Kurd bike. Bibe ku ez vê daxwazîya evrar û pîroz nebînim, lê bi dîtina nifşên dahatû. Bimînin di xweşîyê da.