
Arif Qurbanî
Par, di germegerma ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê meha çiriya pêşîn, min di dîdareke televîzyonî de metirsiya wê yekê anî ziman ku encama hilbijartinan û dabeşbûna kursiyan li ser hêzên beşdar bi awayekî wisa ye ku ne alîkar e Kurdistan bi hêsanî bikare ji wê xetimîna siyasî ya ku ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de ketiye navê, rizgar bibe.
Ji ber vê yekê, baweriya min wisa bû ku PDK û YNK avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hilbijartinên Encûmena Nûneran a Îraqê ve girê didin ku biryar e di meha Çiriya Paşîn a sala 2025an de bêne kirin, û bi vê yekê pêkanîna kabîneya dehem a Herêma Kurdistanê diçe sala 2026an.
Ji ber ku sê lîsteyên serketî (PDK, YNK û Nifşê Nû) pir zû her yekê proje û mercên xwe ji bo awayê pêkanîna hikûmetê danîn holê, kêm kes alîgirê wê nêrînê bûn ku pêkanîna kabîneya dehem bi vî rengî dereng bikeve.
Dihate çaverêkirin ku ev sê hêz an du ji wan û çend fraksiyonên biçûk, bikarin kabîneyê pêk bînin. Bi taybetî jî ji ber ku piştî çend meh derengxistinê, yekem civîna parlamentoyê hat lidarxistin û li pey wê jî li ser asta bilind, her du partiyên sereke, YNK û PDKê, komîte ji bo amadekariyên pêkanîna kabîneya dehem ava kirin.
Lê belê, her di wê demê de jî nîşan diyar bûn ku ew nikarin zora kêşe û nakokiyên xwe bibin û civînên wan ên li pey hev jî ji bo wê yekê bûn ku bi demê bilîzin, heta ku digihîjin demekê ku ji ber nêzîkbûna hilbijartinên Encûmena Nûneran a Îraqê, dema wan namîne ku xwe bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê ve mijûl bikin.
Niha em gihiştine wê demê ku 10 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin, ji bilî hin daxuyaniyên medyayî, ti gaveke praktîkî nayê dîtin ji bo ku Herêma Kurdistanê bikare hikûmeteke nû ava bike.
Di demekê de ku hikûmet û serokatiya Herêmê, bêyî ti yasa û biryareke parlamentoyê, yan jî bêyî lihevkirineke giştî ya hêzên siyasî, çar sal in temenê xwe dirêj dikin.
Ji bo rizgariya ji vê xetimîna siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê, min berî çend mehan di gotarekê de li Rûdawê pêşniyara wê yekê kiribû ku ligel lidarxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Îraqê di dawiya vê salê de, hilbijartin ji bo Parlamentoya Kurdistanê jî ji nû ve werin kirin, ji ber ku nabe ev saziya girîng a Herêma Kurdistanê jiderbxistî bimîne.
Tevî ku hin fraksiyonên parlamentoyê jî heman pêşniyar dubare kirin û li Dadgeha Bilind a Federal jî gilî hat tomarkirin ji bo hilweşandina parlamentoyê û neçarkirina Herêma Kurdistanê bi dubarekirina hilbijartinan, lê ti encamek jê derneket.
Jixwe eşkere ye Dadgeha Federal biryarekê nade ku ji aliyê stratejîk ve di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be, ew kêfxweş in ku rewşa Kurdistanê bi vî awayî bimîne û saziyên Herêma Kurdistanê rewatiya xwe ya yasayî, destûrî û cemawerî ji dest bidin.
Tiştê ku ez dixwazim li vir bibêjim, metirsiyeke din e, zengilê metirsiyê ye ji bo rewşeke xerabtir û metirsîdartir ji bo paşeroja rêveberiya xwecihî li Başûrê Kurdistanê.
Di demekê de ku piştî lawazbûna Îranê û hilweşandina rejîma Sûriyeyê û di wan eger û pêşhatên ku tê payîn li herêmê rû bidin de, ji bo Kurdan wekî netewe berbang li ber hilatinê ye, lê tiştê ku cihê rawestanê ye û astengiya li pêşiya her destkeftekê ji bo Kurdan e, mana Herêma Kurdistanê di nav vê xeleka xetimî de ye.
Egera ku wek neçariyekê dihate payîn, ango girêdana pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Îraqê ve, ew eger jî ber bi pûçbûnê ve diçe.
Eger PDK û YNKyê nedin ser rêya peymaneke din a mîna Peymana Stratejîk, bi piştrastî ji we re dibêjim, hilbijartinên Îraqê jî dê bi dawî bibin û kabîneya nû li Bexdayê jî dê pêk were û Herêma Kurdistanê dê her wekî xwe bimîne.
Ne ew ê karibin parlamentoyê ji nû ve bidin xebitandin, ne jî dê karibin kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin. Bi vê yekê jî, ti wate ji bo hilbijartinan û rewatiya hikumdariyê namîne.
Li vir pirsa bingehîn ev e: Çima PDK û YNKyê li hev nakin? Di demekê de ku ew mehkûmî bihevrebûnê ne, çarenûsa wan û ya herêmê bi awayê reftara wan a bi hev re ve girêdayî ye.
Gelo bi rastî arîşyeke ew qasî mezin heye ku nikarin çareyekê jê re bibînin? Tevî ku berê di çend qonaxên pir xerab ên peywendiyên navbera xwe de, heta di wan deman de ku destê wan bi xwîna hev sor bû jî, karîne li ser astengiyan serwer bibin.
Niha çima nikarin nakokiyan derbas bikin? Di demekê de ku bi ezmûnê jî ji wan re derketiye holê ku di her bihevrebûnekê de hem wan bi xwe qezenc kiriye û hem jî gelê Kurdistanê. Di berevajiyê wê de jî wan bi xwe û xelkê Kurdistanê jî zirar dîtine.
Berê Mam Celal û Kek Mesûd dikaribûn bi tawîzdayîna ji bo hev, ango tawîza yekî ji bo yê din, nakokiyan bidin aliyekî. Lê PDK û YNKya niha cuda ne û wer xuya nake ku yek ji wan tawîzê bide yê din, an jî ji bo tawîzdayîna hev amade bin.
Tevî ku kêşeyên niha li gorî yên berê pir sade ne lê hêviyên gihiştina lihevkirinê û egerên derbaskirina wan qels in. Berdewamiya van nakokiyan jî di dawiyê de dibe ku serê Herêma Kurdistanê û qewareya wê bixwe.
Bêguman, kêşe û nakokiya wan li ser desthilatê ye. Di gera berê ya Peymana Stratejîk de, wer li hev kiribûn ku pişka şêr a para Kurdan di desthilata Bexdayê de li cem YNKyê be û Herêma Kurdistanê jî ji bo PDKyê be.
Lê piştî lawazbûna pêgeha Kurdan li Bexdayê, YNKyê hest dikir ku li Herêma Kurdistanê hatiye piştguhxistin û daxwaza ragirtina hevsengiyê dikir. PDK jî ev yek red dikir û ne amade bû ku tawîzê bide beramberê xwe, ji ber vê yekê nakokî û milmilaneyên wan gihiştin destwerdan û hewldana şikandina destê hev.
Lawazbûna Kurdan û ew derbên ku ji Bexdayê li Herêma Kurdistanê ketin, hemû encama wan hevrikî û nakokiyên di navbera van her du partiyan de bûn.
Binêrin, dema ku Peymana wan a Stratejîk hebû, pêgeha Kurdan di çi astê de bû. Vêga bibînin, ji ber nakokiyên wan gihişte kû derê. De ka em vê yekê bînin ber çavên xwe, niha bi vê pêgeha lawaz û bi vê rewşa xerab, eger nakokî û şikandina destê hev berdewam bike, piştî çar salên din dê çi ji Kurdan re bimîne?
Piştrastî û bawerî ji bo peywendiyeke siyasî ya saxlem girîng in. Ne baweriya PDK û YNKyê bi hev maye, ne jî bi hêsanî piştrastî di navbera wan de ji nû ve çêdibe.
Çareserî ew e ku bi awayekî din di dabeşkirina postan de û di pevguherandina hin ji wan postên navbera Hewlêr û Bexdayê di navbera xwe de, bi awayekî ku her du alî hest bikin ku li Bexdayê û li Hewlêrê celebek hevsengî di pişk û postan de heye.
Dibe ku ji bo rewşeke wekî ya niha heta radeyekê di derbaskirina nakokiyan de alîkar be. Wê demê nîgeraniya PDKyê namîne ku YNKyê desthilatê li Bexdayê li dijî wê bi kar tîne û nîgeraniya YNKyê jî namîne ku li Herêma Kurdistanê ne hevparê desthilatê ye. Ev yek dê bibe zemînsaz ji bo rewşekê ku ew karibin peymaneke demdirêjtir bikin.
Eger vê yekê nekin, nikarin bi pîne û mînekirinan zehmetiyên qonaxên dahatûyê derbas bikin. Ji ber ku wan kêşeya Kurd û wêne û rewatiya meseleya Kurd jî bi xwe ve girê daye, lawazbûna pêgeh û bêhêziya wan jî rasterast bandorê li ser pirsên neteweyî û niştimanî yên miletê me dike.
Ji ber vê yekê, tevî hemû xerabiyên wan, heta ku em vê qonaxa veguhêz derbas dikin, divê em xema bi hêz mana vê tevgera siyasî bixwin ku jê re tê gotin Tevgera Siyasî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê. Piştrast bin ku hêza tevgerê jî bi bihevrebûna PDK û YNKyê ve girêdayî ye.