Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed Colanî li ser pirsa rojnamevaneke Sûriyeyî Omer Şêx Îbrahîm, di derbarê kurdan da wiha gotîye:
“Kurd perçeyeke bingehîn a vî welatî ne.
Mîna me, ew jî rastî zilmeke mezin hatin.
Elhemdulîlah bi rûxandina rejîmê re ew zilma ku li wan hatiye kirin jî dê nemîne.
Bi îzna Xwedê xelkê me yê Kurd dê li paşeroja Sûriyeyê bibe yek ji pêkhateyên sereke.
Em dê bi hev re jiyana xwe bidomînin.
Her yek ji me dê bi rêyên yasayî mafên xwe bi dest bixin.
Piştî vê, zilm û zordariya li ser Kurdan jî qediya.
Ev ji bo Sûriyeyê destpêkeke nû ye, dîrokeke nû ye.”
Colanî ji pirseka ku di derbarê xelkê Efrînê da jî wiha dibêje:
“Înşallah em dê bi hemû hêza xwe alîkariya wan bikin ku vegerin war û herêmên xwe.”