Dayîkên Şemiyê li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hatin guhdarîkirin û wan ji bo lêkolîna çarenivîsa kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin, avakirina „Komîsyona Heqîqetê“ xwest.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê 5emîn civîna xwe li dar xist û li daxwaz û pêşniyarên Dayîkên Şemiyê guhdarî kir.
Ji Dayîkên Şemiyê Îkbal Yariciyê ji bo birayê xwe Hayrettîn Eren û hemû kesên winda û çarenivîsa wan nediyar e, edalet xwest.
Îkbal Yariciyê diyar kir ku armanca wan pêkanîna edaletê ye û xwest komîsyoneke ku ew bi xwe jî tê da cih bigirin were avakirin, da ku birînên civakê werin dermankirin.
Besna Tosun jî çîroka windakirina bavê xwe Fehmî Tosun parve kir û got:
„Dayîka min dîtiye ku sê kesan bi zorê bavê min li toroseke spî siwar kirine.
Me di heman demê de qêrîna dê û bavê xwe bihîst. Em 5 xwîşk û bira bûn, ji me yê herî biçûk 5 salî û ya herî mezin jî 14 salî bû.
Em bi bez çûn jêr, wan bi zorê bavê min li otomobilê siwar dikir.“
Tosun da zanîn ku ev 30 sal in li wê otomobîlê digerin da ku tiştekî ji çarenivîsa bavê xwe bizanin lê ji hewldanên wan ên hiqûqî ti encam derneketiye û hemû saziyên dewletê desteserkirina bavê wê înkar kirine
Besna Tosun piştre jî daxwazên hevbeş ên Dayîkên Şemiyê anîn ziman, ku ji wan daxwazan hinek ev in:
- Bila biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên bicihanîn.
- Bila qedexeya kêfî ya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibe.
- Bila di bin sîwana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de, ji bo lêkolîna kesên ku di dema desteserkirinê da wenda bûne, „Komîsyona Heqîqetê“ were avakirin.
- Bila dewlet berpirsiyariya xwe ya di sûcê windakirina mirovan da qebûl bike.
- Bila çarenivîsa kesên di dema desteserkirinê da hatine windakirin bên eşkerekirin û termên wan radestî malbatên wan bên kirin.
- Bila dawî li bêcezahiştina ku kiryar û berpirsan diparêze were anîn û edalet pêk were.
- Bila ji bo ku kiryara windakirinê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê were qebûlkirin û cezakirin, sererastkirinên yasayî bên kirin.
Dayîkên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995an va her hefte li qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiyan li dar dixin û ji bo xizmên xwe yên di salên 90î da hatine wendakirin, edaletê dixwazin.
Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çarenivîsa 8 hezar kesên di dema desteserkirinê da hatine windakirin hîn jî ne diyar e.