Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra civiya.
Civîn li Koşka Serokkomarîyê pêk hat û qasî saetek û nîv kudand.
Ji heyeta Îmralîyê Sirri Sureyya Önder û Perwîn Buldan, ji ya AKPê jî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, İbrahim Kalin û Efkan beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê DEM Partiyê di derbarê hevdîtinê da daxuyanî da û di daxûyanîyê da wuha tê gotin:
“Hevdîtina me ya bi Serokkomarê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û şandeya wî re, di atmosfereke gelekî erênî, bihêzker, berhemdar û hêvîdayî ya ji bo paşerojê da pêk hat.
Girîngiya xala ku di pêvajoyê de hatiye gihîştin hat teyîdkirin û bi hevdû ra qonaxên paşerojê hatin nirxandin.
Hat îfadekirin ku demeke bêyî tundî û pevçûn ku qada demokratîk û siyasî dê tê de bihêz bibe, ji bo welatê me, hemwelatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jîyanî ye.
Heyeta me û partiya me dê di pêvajoya pêşiya me da bi îradeyek xurttir û heşasiyetê karên xwe yên ji bo bicihkirina Bangaşiya Aştî û Civaka Demokratîk bidomîne.
Em bi serbilindî pêşkêşî hemû welatîyên xwe dikin ku li gorî xala ku îro hatiye gihîştin, em ji duhî hêvîdartir in.
Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku heta îro bi pêşniyarên xwe, hişyariyên xwe û rexneyên xwe hêz dane pêvajoyê.“