Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir, ku merasîma çekdanînê sibeha roja înê 11ê Tîrmehê li navçeya Raperînê pêk tê.
Berpirsê Ofîsa Ragihandina KCKyê Cûdî Serhed jî ji wan rojnamegerên ku xwe di merasîmê de akretîde kiribûn ra maîl şandîye.
Cûdî Serhed di maîla xwe da ragihandiye, ku merasîm dê berî nîvroya 11ê Tîrmehê li devera Silêmaniyê pêk were.
Li gorî çavkanîyan, merasîm dê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Silêmaniyê pêk were.
Li gorî zanyariyan, hejmara grûpa ku biryar e wek bi niyetpakî çekên xwe deyne, derdora 20 heta 30 gerîlayan e.
Şeva borî KCKyê ragihand, ku ji ber rewşa ewlehiyê rojnamevan nikarin rasterast li qada merasîmê amade bin û weşana zindî jî dê neyê kirin.
KCKyê di daxuyaniya xwe wiha dibêje, “Li cihekî nêzîkî merasîmê dê şaşeyeke mezin bê amadekirin û piştî merasîmê dîmenên tomarkirî dê li ser wê şaşeyê bên nîşandan. Ev yekane rê ye ku rojnameger karibin zanyariyan jê wergirin.”