Donald Trump îro sondxwar û bi fermî bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.
Donald Trump piştî ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê da bi ser ket, îro li Washingtonê merasîma sondxwarinê pêk hat û bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.
Li Washingtonê merasîma sondxwarinê ya Donald Trump bi beşdariya bi hezaran kesan pêk hat.
Trump sonda xwe da got: „Ez sond dixwim ku ez ê bi dilsozî erkê xwe yê serokatiya Amerîkayê bi cih bînim û destûra dewletê biparêzim û pêk bînim.“
Di merasîmê da endamên malbata Trump û rayedarên bilind ên dewletê amade bûn.
Wek tê zanîn Trump di navbera salên 2016-2020an da jî serokatiya Amerîkayê kiribû.
Ji îro pê va jî ew dê wek cara duyemîn dest bi erkê xwe yê serokatiyê bike û ji bo çar salên bê rêveberiya Amerîkayê bike.




