Dîroka deng û dengbêjîyê dîrokek kûr û dûr e.
Deng û bêje…
Du peyv ya jî du gotinên bi hev ra girêdayî û li hev ra xemilandî…
Çawa ku di Încîla Yûhennayê da tê gotin, ku di destpêkê de gotin hebû, gotin bi Xwedê ra û gotin Xwedê bixwe bû…
Di destpêka dîroka kurdan da jî dengbêj hebû.
Dengbêjî parçeyek ji jîyana kurdan, dengbêj jî Kurd bixwe bû.
Jiber ku dengbêj, kanîya zimanê Kurdî…
Afirînerê vegotina bi peyv û hevokên xemilandî…
Deng û avazên ji kurahîya dil…
Pesindarê mêranî û mêrxasîya li qada şer…
Gotarvanê destanên azadîyê…
Vebijerê êş û jana koçberîya ji bindestîyê ye.
Di civata Surmelî Memed Paşa da Şahê Dengbêjan, Bavê Temeo û Suwarê Kuvî Evdalê Zeynikê…
Li deşta Mûşê mîrê dengbêjan Resoyê Gopala…
Li Serhedê Kewê Ribat Şakiro bixwe ye.
Dengbêj di jîyana xwe da koçber…
Di xewn û xeyalê xwe da evîndar e.
Bi hestên ji kurahîya dil va evîna xwe…
Bi deng û sewta xwe gotinê dixemilîne.
Loma, heta ku deng û gotin hebe, Dengbêj dijî û ti car namire…