Piștî êrişên esmanî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şêweyekî lezgîn civiya.
Di civînê da nûnerên Fransa û Yunanistanê di axaftinên xwe da cihekî taybet dan Rojavayê Kurdistanê.
Nûnerê Fransa yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê Jerome Bonnafont got:
„Li Bakurrojhilatê Sûriyeyê peymana ku di navbera deshilatdarên demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk da hatiye îmzekirin, ji bo çareseriyeke dan û standinê ya ji bo yekitiya Sûriyeyê û garantîkirina maf û berjewendiyên Kurdên Sûriye gava yekem a êrênî ye.“
Nûnerê Yunanistanê jî di axaftina xwe da dibêje, ku ew êrişên li bakur û bakurrojhilatê Sûriyeyê jî wekî êrişên din ên li Sûriyeyê her wiha yên li ser Bendava Tişrînê jî şermezar dikin, ji ber ku Bendava Tişrînê ji bo ewlehiya avê ya herêmê girîng e.
Nûnerê Yunanistan yê NYyê Evangelos Sekeris wiha anî ziman:
„Piştî rûxîna rejîma berê ya Sûriyeyê, Yunanistan bi berdewamî piştgiriyê dide gelê Sûriyeyê ji ber ku em ji bo vegerandina welat dixebitin.
Ev vegerandin tenê dikare bi rêya veguheztineke siyasî ya bi rastî ya berfireh pêk were, ya ku bi biryara sereke ya Konseya Ewlehiyê ya 2254an ve tê rêbazkirin û piştgirî dide avakirina saziyên dewletê yên pêbawer û berxwedêr ku rêzê li yasayên navneteweyî, parastina yekbûna tam a hemû civakên Sûriyeyê ku di nav de Elewî, Xirîstiyan, Durzî û Kurd cih digrin û ji bo lihevhatina demdirêj a welat jî girîng e.“
Cigîrê Nûnerê Îsraîlê yê NYyê Jonathan Miller di civînê da axifî û wiha got:
„Me li başûrê Sûriyeyê, nîşanêyên organîzekirina hucreyên terorîstan, avakirina pergalên çekan ên biyanî û hêzên dijmin dîtin.
Me çalakî kir û em dê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî ne bi armanca berfireh bûnê ye, tenê ji bo pêdiviya ewlehî û pêşîlêgirtinê ye.“