
İkram Oguz
Di navbera 17-19ê Tîrmehê da Kolektîfa Huner, Wêje û Bîranînê ya Heidelbergê bi sernavê „Musa Anter – Hrant Dink: Du Deng, Yek Bîranîn“ çalakîyek li dar xistibû. Ez jî wek axaftvan beşdarî wê çalakîyê bûm û di derbarê zimanê Rojnamegerîya Kurd da axifîm. Axaftina min bi kurtayî li jêr e:
Di Rojnamegerîya Kurd da ziman…
Ziman birîna me ya herî kûr e.
Bi taybetî li Bakûrê Welat ev birîn her dice kûr, êş û jana wê jî bêtir zêde dibe.
Di jîyana kes û miletan da ziman xwedî roleke grîng e.
Jiber ku ziman ne tenê amûra axaftinê, herwiha berdevkê hiş û hişmendîyê ye.
Himê netewîbûnê yê herî grîng…
Nasnameya bingehîn û mayînde ye.
Civaknas ji bo pîvana netewîbûnê 5 şert û mercan pêwîst dibînin, ku ew jî ev in:
Yekitîya Axê
Yekitîya Ziman
Yekitîya Bazarê
Yekitîya Çandî
Yekitîya Avayîbûna Derûni…
Hinek civaknas „Yekitîya Olî“ jî li van şertan zêde dikin.
Lebelê gor nêrîna min ji bo gelên bindest du şertên bingehîn hene , ku ew jî ax û ziman in.
Yekîtîya çandî û yekitîya avayîbûna derûnî bi ziman va girêdayî ne û bi zimaneke hevpar pêk tên.
Her wiha yekitîya bazarê ya gelên bindest nîne, jiber ku ew jî bi dewletbûnê va girêdayî ye.
Sedem vê yekê ye, ku dagirker dema ku axa welatek dagir bikin, berê êrişî zimanê gelê ku li ser wê axê dijîn, dikin.
Zimanê gel qedexe dikin…
Bi çerxa pişaftinê ra gel ji koka wan a bingehîn diqetînin û bi demê ra dikujin.
Di derbarê ziman û tekilîya welat da gelek kar û xebat hatine kirin. Lêbelê ez dixwazim qala nêrînên du kesan bikim, ku ji wan yek Fîlozofê Alman Wilhelm von Humboldt, yek jî Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Beg e.
Humboldt gor encama kar û xebata xwe ya zanistî ji vir kêm zêde 250 sal berê girîngîya ziman û rola ziman nirxandîye û wiha gotîye.
„Di rastîya jîyanê da welat, ziman bixwe ye. Mixabin dûrketina bi hêsanî û bi hêztirin a ji welat jî dîsa bi rîya ziman dibe.“
Dema ku mirov îro li rewşa kurdan ya îroyîn dinihêre, dibêje qey Humboldt ev rewş 250 sal berê dîtîye û ev gotina xwe ya dîrokî jî ji bo wan anîye ziman.
Jiber ku Kurd ji zimanê xwe, bi rîya ziman jî ji welatê xwe dûr dikevin.
Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Beg jî di encama serpêhatîyên xwe yên cêribandî da girîngî û rola ziman nirxandîye.
Bedirxan Beg Mîrê Cizîra Botan e. Ji bo azadîya welat û gelê xwe li hemberî Osmanîyan şer dike. Mixabin di encama şer da têk diçe û ji alî împaratorîya Osmanî va sirgûnî Grava Girîtê dibe.
Li Girîtê û 150 sal berê, ji welatê xwe, ji axa bav û kalên xwe dûr, ji bo girîngî û rola ziman wiha dibêje:
„Di tekoşîna gelê bindest da, gelê bindest xwedî sê çek û sîleh in. Ji wan yek ol (dîn), yek ax, yek jî ziman e. Heger ola gelê bindest û serdastan yek be, wê gavê çeka olî ji destpêkê da ji holê radibe. Heger serdest, rêvebir û rewşenbîrên gelê bindest ji axa wan dûrbixînin û bi demografîya axê ra bilîzin, wê gavê ax jî ji dest derdikeve û tenê ziman dimîne. Dema ku gelê bindest li zimanê xwe xwedî dernekeve û di hemû xalên jîyana xwe da bikar neynê, wê gavê gel jî, çek jî namîne“.
Gotinên Mîr Bedirxan, qasî rastîya xwe, ewqas jî ji bo hemû kurdan, bi taybetî jî ji bo rewşenbîr û nivîskaran, hosîyeke netewî û dîrokî ye.
Kurd li vî hosîya wî çiqas xwedî derketin û ziman û axa welatê xwe çiqas parastin, ev jî îro pirsgirekek me ya sereke ye.
Çima di rojnamegerîya kurd da ziman?
Ji ber ku amûra rojnamegerîyê ziman e.
Ya ku nav û nasmeya xwe dide rojnamegerîyê jî, ne xwedî û nivîskar û nûçevanên wê, zimanê ku tê da tê bi kar anîn, bixwê ye…
Her wiha himê rojnemagerîya Kurd jî ji alî Mikdad Mithat Bedirxan va hatîye avêtin, ku ev yek jî tişteke pişatî nîne…
Mikdad Mithat Bedirxan lawê Bedirxan Beg û ew li hosîya bavê xwe xwedî derdikeve…
Ji bo ku himê netewîbûna kurd bihêz û jîndar bike, di sala 1898an da Rojnameya Kurdistan amade dike û diweşîne.
Kurdistan, rojnemaya Kurd ya herî yekemîn e. Hejmara wê ya ya yekemîn 22yê Nîsana 1898an da li paytextê Misrê li Kahîrê yê tê weşandin, ku ew roj îro wek Roja Rojnamegerîya Kurd tê pîrozkirin.
Rojnameya kurdistan ji 4 rûpelan pêk tê û di navbera sala 1898 -1902an, heta hêjmara 31an weşana xwe didomîne.
Pênc hêjmarên wê yên ewlîn li Kahîrêyê, ji hêjmara 6an heta ya 19an li Cenevreyê, dû ra 4 hêjmar 20-24 li Londrayê, 6 hêjmar 24-29 li Folkestonê, herdu hejmarên wê yên dawîyê jî dîsa li Cenevreyê tên weşandin.
Zimanê Kürdistan ê, Kurdî û Tirkî ye.
Jiber ku di wê demê da jî Kurd bindest in û zimanê kurdî jî zimanek standar û serdest nîne.
Sedem vê yekê rojname bi duzimanî, bi zaravayê Kurmancî ya Botan û Tirkî hatîye weşandin.
Herwiha torinê Mir Bedirxan Beg, Celadet Bedirxan jî dîsa di derbarê ziman da kar û xebateke bêhempa dike.
Himê rêzimana Kurdî diavêje, ku em kurdên ku îro bi kurdî dinivîsînin û dixwînin, hemû deyndarê wî ne.
Ev kar û xebatên Bedirxanîyan, ku di derbarê ziman û rojnamegerîyê da kirine, bê sedem nînin. Ew gor hosîyên bav û kalen xwe, li ser hîmê netewîbûnê sekinîne û bi kar û xebatên xwe yên bêhempa ji bo hebûn û tekoşîna gelê xwe bingeheke xurt ava kirine.
Dîroka rojnamegerîya Kurd
Ez dîroka rojnamegerîya Kurd wek du dem dinirxînim, ku ji wan dema yekem, ji sala 1898an dest pê dike û heta sala 1992an didome. Ya din jî ji sala 1992an dest pê dike û heta roja îro tê.
Gor lêkolîna ku ji alî Malmîsanij û Mahmud Lewendî va hatîye kirin, di navbera salên 1908 û 92an da li Bakûrê Kurdsitanê 132 rojname û kovar hatine weşandin.
Piştî Rojnameya Kurdistan, rojname ya jî kovara yekemîn Şark ve Kürdistan (Rojhilat û Kurdsitan) e.
Ya 132yemîn jî Özgür Gündem (Rojeva Azad) e, ku Özgür Gündem di sala 1992an da li Stenbolê û wek yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e.
Zimanê Özgür Gündemê Tirkî ye.
Özgür Gündem ya ji bi Kurdî Rojeva Azad piştî weşana xwe rû bi rû zilm û zordarîyeke bêpîvan bû. Navenda wê hat şewitandin, gelek berpirsîyar û nivîskarên wê hatin kuştin. Her wiha gelek xebatkarên wê hatin derdest kirin û di heps zîndanan da zilm û zordarîyeke mezin dîtin…
Musa Anter jî nivîskarê Özgür Gündemê bû û ew jî ji alî hêzên dewletê va hate kuştin.
Her wiha din av 132 rojname û kovarên ku heta sala 1992an hatine weşandin, amadekar û weşangerê du kovaran jî Musa Anter e. Ji wan yek Çavkanîya Dicle ya din jî İlerî Yurt, (Welatê Pêşketî) ye.
Di dema yekem da kovar û rojnameyên ku hatine weşandin, Rojnama Kurdistan da di nav da, hemû ya duzimanî Kurdî û Tirkî, ya jî wek Rojnama Özgür Gündem tenê bi Tirkî ne.
Bêguman sedemên vê yekê zêde ne.
Lêbelê yên bingehîn qedexebûna zimanê Kurdî û pişaftina kurdan e.
Dema duyem jî ji sala 199an dest pê dike û heta roja îro tê.
Piştî sala 1992an heta roja îro kovar û rojnameyên ku hatine weşandin, hêjmara wan bi hezaran e.
Ji bilî rojname û kovaran bi sedan radyo û televizyon hatine avakirin, herwiha îro gelek malper û platformên dijital jî ji alî kurdan va tên birêvebirin…
Lêbelê Rojnamegerîya Kurd jî xwedî taybetîyeke cuda ye û bi her xalî va ji rojnamegerîya cîhanê tê veqetandin.
Wek tê zanîn li welatên azad û serbixwe, çapemenî hêza çaremîn e.
Mixabin Kurd ne azad ne jî xwedî dewlet in.
Ji her sê hêzên din, ji zagonsazî, dadwerî û rêveberîyê bêpar in û di van hersê xalan da jî girêdayî dewletên dagirker in.
Loma rojnamegerîya Kurd rojnamegerîyeke sîyasî û di bin bandora sîyastea kurd da ye. bi sîyaseta Kurd va girêdayî ye.
Her wiha di warê ziman da jî ji rojnamegerîya cîhanê cudatir e, bi gelemperî bi zimanê dairkerên xwe weşana xwe dike.
Bêguman sedema vê yekê ya herî bingehîn jî bindestîbûna Kurdan û qedexebûna ziman e.
Loma herçiqas karmend û dewlemendên kurd hebin jî, ew sedem zilm û zordarîya dagirkeran ji kar û xebata rojnamegerîyê dûr disekinin.
Di dawiya salên 1990î da qedexebûna li ser ziman sivik bû, lêbelê kurdên ku nehatibin pişaftin, neman.
Sedem vê yekê Kurdên Bakûrî wek hemû kar û xebatên xwe yên din, di rojnamegerîyê da jî bi rêjeyeke zêde zimanê dagirkerên xwe, Tirkî bi kar tînin.
Ger ku mirov rojnamegerîya ku li welatên azad û serbixwe tê kirin û amûra raojnamegerîyê wek pîvan bigre, dikare bi hêsanî bibêje, rojnamegerîya kurd ya ku heta roja îro hatîye kirin û ji îro pê va jî tê kirin, ji rojnamegerîya kurd bêtir, rojnamegerîya ku ji alî kurdan va hatîye ya jî tê kirin e.
Çima?
Jiber ku amûra rojnamegerîyê ziman e.
Ya ku nav û nasnameya xwe dide rojnamegerîyê jî zimanê ku tê da tê bi kar anîn, bixwe ye.
Gor vê pîvanê, ev kar ji alî kî û kê va hatibe kirin.
Xwedî û xebatkarên rojname, kovar, televizyon û platformên dijîtal…
Nivîskar û nûçevanên wan…
Xwendevan û temaşevanên wê kî dibin bila bibin, ne girîng e.
Ew bi zimanê bi kar tînin va tên binavkirin…
Rojnamegerîya Kurd û Siyaset
Rojnamegerîya Kurd bi sîyasta Kurd va mil bi mil meşîya ye û wek berdevkê sîyasetê rola xwe lîstîye.
Dema ku mirov li dîroka tekoşîna Kurd dinihêre, kîngê sîyaseta kurd bi hêz be, rojnamegerîya kurd jî bi hêz e. Di dema bêdengîya sîyasetê da rojnamegerî jî kêm û bêdeng e.
Di dawîya salên 1990’î da bêyî garantîyeke zagonî be jî dewleta Tirk hebûna Kurdan pejirand û qedexebûna li ser ziman sivik kir.
Ji wan salan pê va sîyaseta Kurd a binerd jî derket ser erdê û bi girseyî meşîya. Bi wê ra, rojnamegerîya ku ji alî kurdan va dihat kirin, ew jî bi remngînî û bi dengîya xwe zêde û bi hêz bû.
Di wan salan da kurdên ku di warê roijnamegerîyê da kar û xebat kirin, bedeleke mezin dan.
Hatin kuştin…
Ketin heps û zindanan û zilm û zordarîyeke mezin dîtin…
Rêvebir û xebatkarên ku ji kuştin û zîndanan filitîn, hinek ji wan derketin serê çîyan…
Hinek jî ji axa bav û kalên xwe, dûrketin û koçber bûn.
Ew zilm û zordarîya ku rojnamevanên kurd rû bi rû bûn, berxwedan û tekoşîna wan, nepêwîst e ez bi hûrgulî bînim ziman û axaftina xwe dirêj bikim.
Lê li gel wê xebat û tekoşîna bêhempa, kêmasîyên wê jî bêguman hebûn, ji wan ya herî giring jî ziman bû.
Dema ku mirov li nav û naveroka rojnamegerîya kurd ya wê demê jî ya îroyîn jînbinihêre, di navbera nav û naverokê nakokîyek dijwar dibîne.
Nav bi kurdî…
Kesên ku wî karî bi rêve dibin û dikin kurd…
Mixabin naverok bi gelemperi Tirkî ye…
Ji bo vê yekê ez dixwazim ji kar û xebata ku min tê da cîh girt, mînakek bidim.
Rojnama Azadî wek rojnameyeke hefteyî, di 15 Gulana 1992an da, dest bi weşanê kir, weşana wê du sal kudîya. Piştî 104 hêjmarên wê ji alî deweletê va weşana wê hate qedexekirin.
Ez wê demê li Stenbolê û perpirsîyarê giştî yê Azadîyê bûm.
Navê rojnamê bi kurdî, xebatkarên we em hemû Kurd, li belê nivîsên ku tê da dihat weşandin ji %90 bi Tirkî bûn.
Di Azadîyê da kuncikek û rûpela çandî û hûnerî tenê bi kurdî bû, ku me bi destê xwe zimanê xwe yên dewlemend û şirîn bi rûpela çand û huner va sînordar kiribû.
Rewşa rojname û kovarên ku wê demê dihatin weşandin, ji rewşa Azadîyê xirabtir bûn, ku di hinekan da nûçeyek bi kurdî jî cîh nedi girt, ku weşana wan ji serî heta binî bi Tirkî bû.
Gor wan salan îro hêjmara û hêza rojname û kovaran zêde be jî, di warê ziman da pêşveçûneke baldar nayê dîtin…
Her wiha îro radyo û televîzyonên ku ji alî kurdan va tên weşandin, ew jî di kar û xebatên xwe da bi gelemperi Tirkî bi kar tînin.
Xedexekirina nivîsa ku hê nehatîye nivîsandin…
Di salên 90î da qasî zilm û zordarîya dewletê ya bêpîvan, bûyerên ku di dîroka rojnamegerîya cîhanê da nehatine dîtin jî diqewimîn. Em bi wan dikenîyan û me qilf û henekên xwe bi dadwerîya dewletê dikir.
Ji wan bûyerên wek pêkenok yek hatibû sere me.
Ji rojan rojek, nivîskarê me Ehmed Zekî Okçupglu ji me ra telefon kiribû, ku ew nexwaşe û nikare nivîsa xwe ya wê heftê bişîne.
Me jî wek têbînî, ji xwendevanên xwe ji wê yerkê hayîdar kiribû û leborîna ji wan xwestibû.
Roja şemîyê danê sibê rojname çap û belav bû.
Piştî nîvroyê polês hatin navenda rojnameyê û bir yara qedexekirina wê hêjmarê dîyar kirin.
Me li sedema qedexekirinê nihêri, ku em çi bibînin.
Bir yar di derbarê nivîsa Ehmed Zekî ya ku hê nehatîye nivîsan da hatîye dayîn…
***
Wek gotina dawîya dixwazim ji bo Apê Mûsa çend gotinan bibêjim.
Mûsa Anter, kurdekî welatperwer…
Mirovekî Zana û li ser koka xwe mezin bibû.
Rûmeteke mezin dida zimanê xwe û di jîyana xwe ya rojane da jî ew bi kar dianî.
Dı sal”en 90î da beşdarî hemû şîn û şahîyên kurdên ku li Stenbolê dijîyan, dibû.
Di şahîya zewaca keç û xortên kurd da derdiket ser dîkê, desten wan digirt û du hosîyên xwe li wan dikir. Digot, „Keç û kurên min ên delal, heta ku hûn dikarin zarokan çê bikin û wan bi kurdî, bi zimanê xwe mezin bikin, ku dagirker nikaribin koka me biqelînin…“
Ez jî bi vê mebestê Apê Musa careke din bi rûmet bibîr tînim û dibêjim, keç û xortên delal li zimanê xwe xwedî derkevin, heta ku ji destê we tê, di jîyana xwe da bi kar bînin, ku ji nasnameya xwe ya bingehîn bêpar neminin…
Heidelberg, 19.07.2025