Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Meclisa Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia ragihand ku damezirandina dewleta Kurdan dê aramiya Rojhilata Navîn zêde bike.
Vigna di nirxandinên xwe yên di derbarê statûya Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje; „Em wekî parlamenter û saziyên Îtalyayê hêvî dikin ku li Sûriyeyê jî, desthilateke xurt a Kurdan a herêmî were avakirin.
Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal, rêvebiriyeke xweser û herêmeke xwedî desthilatên yasadanê hebe.“
Rayedarê Îtalyayî ji bo têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê nêrînên xwe wiha tîne ziman;
„Hem Ewropa hem jî Amerîka dizane ku gelê Kurd ê qehreman ji bo welatên Rojavayê li hemberî celladên DAIŞê şer kir.
Rojava nikare şerê ku jin û mêrên Kurd li dijî celladên DAIŞê kirin, ji bîr bike.“




