Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kesên ku li Amerîka û cîhanê Newroz pîroz dikin peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Trump di peyama xwe da dîyar dike, ku Newroz kevneşopiyeke kevnar a sembola nûbûn û hêviyê ye.
Trump di pîrozbahîya xwe da wiha dibêje; „Ez silavên xwe yên germ ji hemû kesên ku Newrozê li Amerîka û li çaraliyê cîhanê pîroz dikin ra pêşkêş dikim.
Ev kevneşopiya ku hatiye pîrozkirin, derfetê dide ku em li ser pîroziyên sala borî bifikirin û bi hêviyek nû pêşwaziya bihara nêzîk bikin.
Li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim.“
Trump di dawiya peyama xwe da jî bi Kurdî wiha nivîsîye: Newroz Piroz be.