
Lokman Polat
Min di parvekirina Facebook û X-twîterê de gotibû; ”Niha min dest bi xwendina pirtûkên birêz M. Sadık Varlî kir. Herdu roman ji li ser komkujiya Gêliyê Zilanê ne. Ez ê bi dor herdu romanan jî bixwînim û derbarê wan de dîtinên xwe bi xwendevanên kurd re parve bikim, romanan binirxînim.”
Min bi dor herdu romanan jî xwend, lêbelê gotara ku min derbarê herdu romanan de nivîsî dirêj bû. Lewre jî min nivîsê kire du beş. Ez ê di beşa yekem de behsa romana M. S. Varlî ya bi navê ”Gêliyê Zîlan / Cebanî” bikim û di beşa duyem a nivîsê de jî behsa romana bi navê ”Reşoyê Silo û Zeynê” bikim, binirxînim, şîrove bikim.
Di van çend salên dawîn de derbarê serîhildan û komkujiyên ku ji alî dewleta Osmanî û berdewama wê dewleta kemalîst ve li bakurê Kurdistanê li dijê kurdan hatine pêkanîn çend pirtûkên lêkolînî û hinek romanên kurdî yên hêja e ku hatine weşandin. Birêz M. sadik Varlî yek ji wan nivîskar/romannivîserê kurd e ku li ser serîhildana Agriyê û komkujiya Gêliyê Zîlanê rêzeroman nivîsiye. Ez ê di du nivîsan de behsa naveroka herdu romanan bikim. Herdu roman jî di nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê derketine. Romana ku navê wê ”Gêliyê Zîlan – Cebanî” ye 411 rûpele û ya ku navê wê ”Reşoyê Silo û Zeynê” ye 224 rûpel e.
Li gor agahdariya ku nivîskar/romannivîser di pêşgotinê de dide xwendevanan, ev rêzeroman li ser komkujiya Gêliyê Zîlanê dê 7 cîld be. Ji xwe çar cîldên wê hatine weşandin. Rêzeromaneke 7 cîld di rêzeromana kurdî de rekorek e. Di wêjeya kurdî de rêzeroman neewqas pir in, hindik in. Nivîskarên kurd yên ku rêzeroman nivîsîne hindik in. Wek hejmar ji tiliyên herdu destan naburin. Bi hêviya ku hersê cîldên din jî bêne weşandin û hejmara romannivîserên ku rêzeroman binivîsin pir bibin.
Niha em li naveroka cîlda yekem binêrin. Pêşî ez dixwazim li ser peyva ”Cebanî” çend gotin bibêjim. Cebanî çiye? Cebanî xeyalet e. Bi tirkî ”Xortlak” e. Tirk jî peyva xeyaletê bi kar tînin, lêbelê koka peyvê peyveke kurdî ye. Çawa ku peyva xeyal kurdî ye, xeyalet jî kurdî ye. Li herêma me peyva ”Cebanî” bi kar naynin, lêbelê peyva xeyal û xeyaletê pir bi kar tînin.
Li gor agahdariyên romannivîser û herweha li gor mijara naveroka romanê de aniye zimên; kesekî malbata wan li gundekî Geliyê Zîlanê 16 sal berê tê mişextkirın (sirgunê Panosê dibe) Lê Sofî Mihe her sal diçe gund. Dema gundiyan dibin cihê tevkujiyê wî jî dibin…Di tevkujiyê de bi tesadifî di bin terman de bi birîndarî rizgar dibe. Ev kes bi tevî birîndarekî din piştî rêwîtiyeke 20 rojan xwe digihînin malê. Lê malîvan pê hesyabûne ku Sofî Mihê jî di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest daye. Şîna wî kirine, helewa wî xwarine. Dema dibinin Sofî Mihê hat, malîvan jê ditirsin, direvin û dibêjim cebaniye.Bi saetan têkoşîna xwe isbatkirina zindîbûnê didome. Jineke cîran bi hawara cebaniyan ve tê. Dibêje; „Cebanî mirî ne. Hin caran ji Gora xwe derdikevin di nav zindiyan de digerin paşê careke din diçin dikevin gora xwe. Mirî xwarinê naxwin. Em xwarinê bidim ber wan heke nexwarin cebanî ne. Heke xwarin zindî ne. Dema cebanî dest bi xwarina xilindorê çêlekê dikin malîvan pê dizanin ku zindî ne û dest bi girînê dikin.
Ev tiştê ku di romanê te tê qalkirin ne bi xeyaliya romannivîser e. Ev bûyereke rasteqîn e ku di dema komkujiya Gêliyê Zîlanê de pêk hatiye. Bûyera Sofî Mihê bûyerek rastîn e û li wê deverê tê gotin, tê qalkirin.
Bi ya min, romanên li ser bûyerên dîrokî yên derbarê serîhildan û komkujiyan de ji pirtûkên li ser dîrokî baştir agahdarî didine xwendevanan û mijara serîhildan û tevkujiyan hîn baştir rave dikin. Mirov dîroka hinek neteweyan herî baş di romanên wan yên netewî ên li ser bûyerên dîrokî de fêr dibe.
Roman bi taswîra ravekirina herêma Gêliyê Zîlan, çemê Gêliyê Zîlan, gundên li herêma Gêliyê Zîlan dest pê dike. Ji bo ku mirov taswîrek weha bike divê mirov wan deran bi çavên xwe bibîne. Romannivîser ji bo ku li wan deran mezin bûye, ew der baş dizane.
Nivîskarê kurd M. Sadik Varlî bi metoda lêkolînvaniyê bi şêweyeke lêkolînî berhema xwe afirandiye. Wî di encama lêkolînên berfereh de bûyerên rastîn di nav rûpelên romanê de rave kiriye.
Romana komkujiya Gêliyê Zîlan wek romanên klasîk û wek yên adetî ên nûjen/modern û postmodern nîn e. Di vê romanê de panoramayeke siyasî, civakî û realîzm hene. Bûyerên di romanê de di rastiyê de pêk hatine. Leheng, kes, kesayetî û fîgurên ku di romanê de ne, hemû jî rastîn in.
Romannivîser M. Sadik Varlî rewşa gundiyên 40 gundên Gêliyê Zîlan, zilm û zordariya ku leşkerên artêşa dagirker a kemalîst li ser gelê kurd yên li herêma Gêliyê Zîlan dijîn, şkenceya ku fermandarê Qereqolê li gundiyan dike û mêrxasiya lehengê kurd Edoyê Ezîzî weke ”belgesel romaneke dokumenter” mîsoger dike, weke amadekirina raporeke ji cih bi şêweyeke herikbar û bi teknîka hunera wêjeyî pêşkêşê xwendevanan dike.
Hem di serîhildanên kurdan yên çar parçeyên Kurdistanê de û hem jî şer û berxwedanên van 40 salên dawîn de gelek kurdên egît, leheng, mêrxasên bi navûdeng li hemberê leşkerên artêşa hov a kemalîst destanên mêraniyê, mêrxasiyê nivîsîn. Edoyê Ezîzî jî yek ji wan mêrxasane ku bi mêranî fermandarê leşkerên artêşa dagirker a komara tirk dikuje. Ev bûyera şerê Edoyê Ezîzî û kuştina fermandarê tirk di romanê de tê qal kirin.
Di romanê de rewşa kurdan a siyasî û civakî ya wê demê, damezrandina rêxistina Xoybûnê, xebatên Xoybûnê ên siyasî û rêxistinî û herweha amade kirin û destpê kirina şerê çekdarî, amade kirina serîhildana Gilîdaxê/Agriyê bi vegotineke ku rastiya demê radixe ber çavan, di nav rûpelên romanê de tê rave kirin.
Roman wek ku min berê jî gotibû ne romaneke ji yên heyî ên adetî ku tê de 2, 3 leheng û çîrokek hene. Na, ev roman weha nîn e. Tê de ne çîrokek gelek çîrokên cure cure hene, gelek leheng, kes, fîgur hene. Di esasê xwe de romaneke înformatîf e. Tê de înformatîon/agahdariyên berfereh hene. Vebêjê romanê bi devê gelek kesan behsa dema çuyî û demasalên komkujiya Gêliyê Zîlanê dike. Roman bi çavkanî û agahdariyê hatiye xemlandin.
Di romanê de şervanên siwarî yên Îhsan Nurî Paşa çawa li gundan digerin? Çawa propaganda parastina doza netewa kurd dikin, çawa li hemberê artêşa dewleta dagirker a kemalîst şer dikin? Çawa qereqolên dewletê hildiweşînin,wêran dikin, tê qal kirin.
Di romanê de weha tê gotin ; ”…. siwarên ku şervanên Ihsan Nûrî Paşa bûne pir çûne û hatine… Piştî serdagirtina qereqola me bi qasî pazdeh-bîst siwaran dor li eskerên di navbera Hesenevdalê û Germavê de bûne girtine… Li gorî gotinan nêzikî dused leşker ji hêla şervanên Ihsan Nûrî Paşa ve dîl hatine girtin. Şervanan tiving rext û fîşengên wan ji wan standine û ber bi gelî ve birine.” Rûpel : 105.
Ji bo xwerêxistinkirin û xebata Xoybûnê û bandora wê di herêmê de jî di romanê de weha tê gotin : ”Tevgera li Gilîdaxê ya di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskê Têliyê hingî diçû xurt û geş dibû, pêş diket. Bandora wê pêl bi pêl belav dibû…..Xoybûnê rêxistinkirina xwe di warê siyasî û leşkerî de roj bi roj pêş dixist. Di Erdîşê de jî birêxistin bû. Dihat gotin ku di nav komîteya cara yekemîn saz bûbû de Sêvdîn Begê Cawo jî cih girtiye..” Rûpel : 157.
Di romanê de Serîhildana Gilîdaxê/Agriyê û sedemên têkçûna wê, derew û leyistikên dewleta kemalîst ku ew dem bi derewan gotine di serîhildana Agriyê de tiliya Îngilîzan heye û bi vê derewa xwe alîkariya Sovyetê wergirtine û herweha ax dane Îranê û piştgiriya dewleta Şahê Îranê girtine. Ji xwe komara kemalîst a faşîst bi alîkariya Sovyet û Îranê serîhildana Gilîdaxê têk birin… Komara tirk di serîhildana Şêx Saîdê nemir de jî bi alîkariya Îngilîzan û Fransizan bi ser ketin.
Di romanê de dorpêçandina navçeya Erdîşê ji alî şervanên Îhsan Nurî Paşa/Xoybûnê û parastina navçeyê ji alî milîsên/çeteyên hukmatê baş tê qal kirin. Yên ku navçeya Erdîşê diparêzin milîs in û rêvebirê wan jî Sevdîn Beg e. Fermandarê leşkerên dewletê jî Albay Derwêş e. Ev fermandarê artêşa kemalîst di romanê de kesê herî pîs, zilimkar, xedar, dijminê gelê kurd e. Di bin fermandariya Albay Dewrêş de di 15 gundên Gilêyê Zilanê de tevkujî/komkujî pêk tê. Li gêliyê Zilan ne carek çend cara komkujî pêk tê. Pêşî Albay Dewrêş û paşê jî General Salih komkujiyan pêk tînin. Di romanê de wahşeta komkujiyê weha tê qalkirin. Di komkujiyan de ” Xwîna bi hezaran jin, zarok, kal û pîran tevlihev bûbû û bi saetan ji Newala milkê herikîbû bi kîlometreyan şûn de tevlî çemê Milkê bûbû.” Rûpel 381.
Di romanê de kesên ku di wê wahşeta komkujiyê de birîndar xilas bûne, derbarê pêkanîna komkujiyê de weha dibêjin : ” Dema gulebaranê dest pê kir mirovên li derdora min bi ser min de hatin xwarê. Ez di bin terman de mam. Termên ketibûn ser min bûn sîpereke xwezayî û ez ji hemû guleyan parastim. Guleyên sêtiran li terman diketin, tê de asê dibûn xwe nedigîhandin bedena min. Gulebaran bi qasî nîv saetî domiya. Piştî qedîna gulebaranê leşker bi singûyan ketin ser terman. Min bi her du çavên xwe dît leşkerekî singûya xwe li yekî birîndar da. Dengê axîn û oxîneke nizm hema ew bû jê dihat bihîstin derket. Dixuya li ber sekeratê de bû. Dema wî sebavî pê derxist kalemêrê ku dihat texmîn kirin di temenê xwe yê 70-75’an de birîndar e, hê jiyana xwe ji dest nedaye, bedena wî ya bi guleyan birîndar heta canê wî jê kişya da ber singûyan. Digel jiyana xwe di dawiyê de ji dest da jî bêhna wî sebavî derneket, ji kêf re serê wî jêkir wekî gogekê avît wî aliyê din. Serê wî li aliyekî, laşê wî jî li aliyekê ma…”
“Piştî vê kirina wehşet ew sebava hat dora termên ku ez di bin wan de bûm. Hemû term da ber singûyan. Ji ti kesî deng derneket. Pê derxist ku mirine. Ez jî ketim ber xezaba wî. Du sê ciyan singû li min ketin lê min lêva xwe heta ji min hat gez kir, nehîşt deng ji min derkeve, êş û jana diherikî neanî ser xwe. Lê derba dawiyê ez pir êşandim. Sebavî piştî laşê min bi serê singûyê qelaşt sîngûya tûj di laşê min de bir û anî û di nav kûrahiya laşê min de ba da… lê dîsa min li ber xwe da. Heke dengek ji min derketa bêguman dê serê min jî jêbûbûya. Piştî sebavî derbeya dawiyê li min weşand êdî haja min bi min nema.” Rûpel 386/387.
Ber bi dawiya romanê de komkujiya ku artêşa kemalîst û milîsên xaîn pêk tînin û bi hezaran gundiyên kurd li serhevudu dikujin tê qal kirin. Komkujiyek bi wahşet, bi xezebeke har û hov/barbar bi gule û qasetorên askeran, asker kurd dikujin. Bi qasetoran bi singûyên kêran kesên ku birîndarin jî bi singûyan dikujin. Lêbelê du kes di bin lodê cesedan de ji wê komkujiyê xilas dibin. Û ev herdu şahîdê zindî ê komkujiyê paşê vê wahşetê, vê tevkujiyê vê qetlîama girseyî komkujiyê qal dikin.
Derbarê nasnameya rastiya Albay Dewrêş de di pirtûka Zeynelabîdîn Zinar de agahdariyên girîng hene. Ez dixwazim jêwergirtinek ji wê pirtûkê bigrim vir.
Di derbarê fermandar Albay Dewrêş Begê de di pirtûka Zeynelabîdîn Zinar de ev agahdarî hene.
”Serleşkerê bala yê Komkujiya Geliyê Zîlanê, Albay Derwêş bûye. Berî hatinê Derwêşî, payeya wî yûzbaşî bû, lê di Komkujiyê de payeyeke bala danê û ew kirin Albay.
Navê kujerê Kurdên herêma Zîlanî yê rastîn, Ahmet Dervîş e. Lê belê jê re tenê Derviş Albay hatiye gotin. Di bilêvkirina Kurdan de, jê re Derwêş Albay hatiye gotin.
Ehmed Derwêş Albay, di 1886an de li Vardara Selanîkê hatiye dinyayê. Mistefa Kemal wan daye xwendin û Derwêşî di Aqedemiya Herbiyeyê de xwendiye û di 1909an de jî kuta kiriye.
Demekurtek zewiciye û piştre jina xwe berdaye, lê zarûk jê zêde nebûne. Kemal Derwêşê qesabê Dêrsimê, hevlingê vî Ahmed Derwêşî bûye.
Nûredîn Paşa yê qesabê Qoçgîrê jî, xezûrê wan herdu Derwêşan bûye. Di nava demê de, Ahmed Derwêşî kirine serokê Tûmena Wî Derwêşî Serhilhildana bajarê Konya û Uşaqê jî perçiqandiye. Herweha bi Edhemê Çerkez re jî bûye yek û hemû serhildanên li pêşberê Misteta Kemalî perçiqandine.
Piştî ku Ahmed Derwêş helbestek li ser Mistefa Kemal nivîsiye, hem payeya wî bilind kirine, hem jî wî kirine şêwirmendê Wezîrê Bergîriyê.
Mistafa Kemal di axaftina xwe ya bi navê NUTUKê de jî, behsa lehengtiya qatilê Kurdan Ahmed Derwêş kiriye. Piştî ku bi qetlîama Geliyê Zîlanê re payeya Albaytiyê pê ve kirine, wî kirine endamê Eskerî Yargitayê jî. Lê belê roja 17/ 01/ 1932 dema ku li ser karê xwe bûye hema wisa ji nişka ve sekitiye û li Goristana Zincirliquyuyê ya Stenbolê hatiye çalkirin. Lê roja 29/ 11/ 1988 hestiyên wî birine Enqereyê û li Goristana Dewletê binax kirine” Binêrin pirtûka Z. Zinar ”Komkujiyên li sê Gêliyên Zîlanê”
Belê, di dorpêçandina navçeya Erdîşê de kurdên cehş ku bûne milîs piştgiriya hêzên dewletê dikin. Di her demî de, di her serîhildanên kurdan de kurdên cehş, xaîn ku li ber dewleta dagirker cih girtine û piştgiriya dewletê kirine hebûne û yên ku dikin hêj jî hene.
Şervanên serhildêr di bin fermandariya Nadir Begê kurê Kor Huseyîn Paşa û Mihemed Begê de êrişê leşker û milîsên dewleta dagirker dikin. Digel ku di destê leşker û milîsên dewletê de mîtralyoz û çekên giran yên Îngilîz /ên ku Îngilîzan dabû dewleta kemalîst hebe jî, ew têk çûn. Îngilîzan û fransiyan balafirê şer jî dabû dewleta kemalîst. Lê şervanên kurd çend balafirên wan dixine xwarê, dişewitînin, îmha dikin.
Salih Paşayê artêşa dewleta tirk bi 15 hezar leşkerên dagirker ên artêşa hov ve li gund û navçeyên herêma Gêliyê Zîlanê dest bi komkujiya kurdan dike.
Artêşa hov û fermandarê devbixwîn ê xwînxwar Albay Dewrêş bi komkujiyê qîma xwe naynê vêca dikeve pey keç, jin û zarokan, li wan digere, nêçiriya jin û zarokan dike. ”Leşkerên Albay Derwêş Begê sibehtirîna tevkujiyê derketibûn nêçîra jin û zarên ku xwe veşartibûn. Vê carê bi sedan leşker bi hev re carê gundek dorpêç dikirin, çiqas jin û zar kal û pîrên nikaribûn biçûna Newala Milkê li cihên xwe veşartibûn digirtin û dibirin…” Rûpel : 405.
Di encama komkujiyê de 15 hezar Kurdên Gêliyê Zîlan ji alî artêşa dagirker a kemalîstên nîjadperest, faşîst ve têne qetil kirin. Ev wahşeta ku artêşa hov/barbar pêk aniye ji alî rojnameya kemalîst ”Cumhurîyet”ê ve wek serbilindiyek bi nûçeyek tê ragihandin. Divê bê zann ku ji damezrandina komara kemalîst ji alî Îngîlîzan ve heta îro dijminê herî xedar yê kurdan kemalîzm e, kemalîst in. Di rojnameya kemalîst ”Cumhurîyet”ê de (Ev rojname hêj jî rojnameyek kemalîst, nîjadperest, faşîst û dijminê kurdan ê sereke ye) weha nivîsiye: “Kesên di Zîlanê de bi temamî hatine tinekirin. Ji wan ti kes xilas nebûye. Di tevgera Geliyê Zîlan de kesên hatine kuştin ji pazdeh hezar kesan zêdetirin… Geliyê Zîlan bi dev re tijî term in.” Rûpel: 408.
Wek gotina dawîn ez dixwazim vê bibêjim; Divê kurd dîroka xwe baş bizanibin û komkujiyên ku li hemberê netewa kurd ji alî dewlea dagirker ve pêk hatine tu car ji bîr nekir. Divê xwendevanên kurd pirtûkên lêkolînî û romanên ku derbarê komkujiyên kurdan de hatine nivîsîn bixwînin.
Romana birêz M. Sadik Varlî bi şêweya realîzma civakî beriya komkujiyê, rewşa herêmê, fermandarên artêşê yên hov/barbar û xebata serhildêrên Xoybûnê qal dike û paşê jî çawa komkujî pêk tê, rave dike. Lewre jî ev roman romaneke naveroka wê gelek girîng e. Divê xwendevanên kurd û bi tevahî kurdên welatparêz vê romana hêja û girîng bixwînin.
Zimanê nivîskar kurdiyek baş û paqij e. Nivîskar li gor naveroka romanê û mijarên ku di romanê de têne rave kirin, zimanekî edebî bi kar aniye. Berhemên weha yên wêjeyî ziman dewlemend dikin. Herçiqas hinek peyvên herêmî yên ku di herêma Serhadê de têne bikaranîn hebin jî ew peyvana dewlemendiya zimanê kurdî ye. Hinek kes dibêjin çima peyvên herêmî bikar tînin ev ji bo standartbûna zimanê kurdî nebaş e. Lêbelê bi ya min peyvên herêmî dewlemendiya kurdî dide nîşandan û divê ew peyvana wenda nebin. Kurdî zimanekî ku tê de gelek peyvên hevmane/synonîm hene. Ev jî wek min got dewlemendiya zimanê kurdî ye.
Ravekirina naveroka romanek 411 rûpel ne hêsan e. Ji xwe min behsa gelek bûyer û tiştên ku di romanê de hene, nekir. Baştire ku xwendevan romanê bitevahî bixwîne û derbarê rewşa kurdan û komkujiya kul i Gêliyê Zîlanê hatibû pêkanîn, ango zilm û zordarî û wahşeta artêşa dewleta kemalîst fêr bibe.
***
Têbinî – Wek pêveka vê nivîsê, ez dixwazim xebatên lêkolînî yên birêz M. Sadik Varlî bi devê wî pêşkêşê xwendevanan bikim. Ew dibêje:
”Ez paleyê tevkujiya Geliyê Zîlan im. Min pir berê dest lêkolînê kiriye. Di salên 1991an de wek pirtûkeke lêkolînê amade kir. Birêz İsmail Beşikçî pir ecibandibû û hin pêşniyarên sererastkirinê kiribûn. Dema min sererast dikir polêsan ser mala min de girtin û ew xebat bi tevî dokumanê têra du pirtûkan dikir desteser kirin… Ew xebat çû û çû. Ez pir qehirîm, ji xwe xeyîdîm. Pênc sal şûn de careke din min wek çîrokên Geliyê Zîlan nivîsîn. Min dît ku bi çîrokan tevkujî nikare were ziman. Biryar da ku van çîrokan wek romanên dîrokî binivîsim. Çîrokeke min ya di nav malbata me de wek serpêhatî dhat gotin ya binavê „Cebanî“ bu romaneke 411 rûpel bi navê „Geliyê Zîlan Cebanî“ hat weşandin. Ji sedî 80 tiştên tê de derbas dibin rast in, sedî 20 tenê texmîni ne. Min di vê pirtûkê de wêneya tevkujiya li Newala Milkê qewîmiye kişandiye…
Xebata min ya di vî warî de wek projeyekê ye. Li gorî plansaziya min dê bi heft pirtûk ango heft cildan temam bibe. Ji wan pênc qediyan Sîtavê weşand. Heta niha nêzîkî 250 kesan re roportaj kiriye. Ji bo pirtûkên mayîn lêkolîn û roportajên min didomin. Dibe ku yek du pirtûkên din jî lê zêde bibin. Çend meh berê romana mijara wê jineke di tevkujiyê de jî ber hemû lêzmên xwe winda kiriye dîn bûye ya bi navê „Delaloya Dîn“ derket. Ev çend rojin jî ya „Reşoyê Silo û Zeynê“ derket. Reşo fermandarekî serhildana Geliyê Zîlanê ye. Piştî tevkujiyê tê girtin serê wî hevjî na wî tê jêkirin û teşhîr kirin…”
Ez ê di nivîsa xwe ya din de –ku wek berdewama vê nivîsêye- bi berferehî qala lehengiya Reşo û jina wî ya bi rûmet bikim û romana ku li ser jiyan û têkoşîna Reşo ji alî birêz M. Sadik Varlî ve hatiye nivîsin binirxînim, şîrove bikim û pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.