Xelkê Durzî li herêma Siweydayê li dijî desthilata nû ya Sûriyeyê derketin û daxwaza sîstema federalîzmê kirin.
Durziyên li ser sînorê Sûriye û Urdinê dijîn nerazîbûna xwe nîşanî însiyatîfa Heyeta Tehrîr El Şamê ya bi pêşengiya Ehmed Şer (Ebû Mihemed El Colanî) dan û daxwaza sîstema federalîzmê kirin.
Li ser navên Durziyên ku li herêma Siweydayê û Çiyayê Durziyan dijîn daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.
Di daxuyaniya da hatîye diyarkirin, ku kesên nêzîkî Colanî, 500 hezar dolar ji bo guherîna helwesta siyasî ya xelkê herêmê xerc kirine.
“Ev pêngav ji bo kirîna helwesta xelke Siweydayê û ji bo piştevanî ji Eniya El Nusrayê ra bê kirin hewlek e. Em vê hewlê bi dilgarînî dişopînin.
Em di wê baweriyê de ne, ku ev kiryar, rasterast metirsiyekê li ser destkeftên me yên netewî çêdike û hewldanek e ji bo binpêkirina mafên xelkê Siweyda û Cebel El-Diruzê (çiyayê Durziyan).
Bi taybetî dilgiraniya HTŞyê ya li hemberî mafê xelkê Siweydayê yê federalîzmê ku mafêke xwezayî ye, wê metirsiyê nîşan dide.”
Pêngav û armancên HTŞyê wiha hatin rêzkirin:
“1- Binpêkirina destkeftên gelê Siweyda û Cebel El Diruzê:
Projeya federalîzmê ku em daxwaza wê dikin, beşek e ji têkoşîna ji bo bidestxistina mafên hemû gelê Sûriyeyê.
Ew ne amûrek e ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên derve ra bike an jî ji nû ve bibe amûra ferzkirina desthilata navendî ya zordar.
2-Lawazkirina pêgeha niştimanî:
Hevkariya li gel kesayetiyên ku mîna El Colanî tevî terorîzm û tundrewiyê bûye, helwesta me ya neteweyî û têkoşîna me ya rewa dixe metirsiyê.
3-Vekişîna Siweydayê nav rikeberiya bi guman
Armanca van gavan ew e ku Siweydayê ji bo hesabên herêmî û navneteweyî bi kar bînin.
Ev yek xizmeta berjewendiyên me nake û li ser hesabê maf û hêviyên me yên netewî, herêma me dê bibe herêmeke aloz.”
Di daxuyaniyê de hatîye diyarkirkin ku ew dê li dijî her hevkariya bi Colanî û hêzên tundrew ra bin û ji bo vê yekê wiha hatîye gotin:
“Em wekî xelkê Siweydayê, her hevkariya bi HTŞyê yan piştgirên wê ra bi tundî red dikin, ji ber ku ev yek tenê dê maf û destkeftiyên me têk bibe.
Tekane çareseriya ji bo paşeroja Sûriyeyê û mafên gelê Siweydayê û hemû gelê Sûriyeyê, çêkirina destûreke nû ye ku dadmendî û wekheviyê di navbera hemû mezheb û koman de misoger bike.
Em wekî zarok û neviyên Sultan Beha El Etraşê li Siweyda û Cebel El Druzê, ti rêkeftinên li gel El Colanî û hêzên din ên tundrew qebûl nakin û van kiryaran wekî xiyanet li daxwazên xwe yên netewî dibînin.
Em dê rê nedin ku ev herêma me bibe qada bandorê ya komên terorîst an jî platforma ji nû ve pêkanîna hikûmetên navendî yên zordar.
Mafên me yên rewa tenê bi destûreke dadperwer û projeyeke niştimanî ya ku mafê hemû aliyan misoger bike dê bên parastin.
Cebel El Diruz dê wekî keleha rûmet û azadiyê berdewam be û dê ti carî mîrat û dîroka xwe nafiroşe sozên derewîn û pereyên gumanbar.”




