Alîkarê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû Ehmed Silêman di derbarê rewşa Surîyê da bi Rûdawê ra axifî.
Ehmed Silêman diyar kir ku çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de “bi rengekî tevdigerin da ku Kurd li ser axa xwe neminin û ji cih û warê xwe derkevin.”
Ehmed Silêman di derbarê diyaloga navxweyî ya Kurdan jî dibêje, ku, ew bi PYDyê ra civiyane. Herwiha daxwaza civînê ji ENKSyê jî kirine, lê wan heta niha bersiv nedaye.
Divê were gotin, ku şandeyeke Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ye û bi partî û nûnerên Kurdan re hevdîtinan dike.
Alîkarê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû diyar kir ku ev şande dê bi partiyan ra jî bicive lê ya girîng ew e ku hemû Kurd li ser yek maseyê rûnin.
Ehmed Silêman di derbarê dîyaloga bi Şamê ra jî wiha got, “Girîng e ku Kurd bi şandeyekê herin Şamê” û bangî Kurdan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û kaxizeke hevpar amade bikin da ku li Şamê rola wan jî hebe.