Bi beşdariya berpirsên, Sûriyê, Amerîka, Almanya, Brîtanya Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li Parîsê Konferansa Sûriyeyê hat li darxistin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî li Konferansê bû û li ser paşeroja Sûriyeyê axivî.
Emmanuel Macron di axaftina xwe da got: “Em wefadarê HSDyê ne ku hevpeymanekî biqimêt ê di şerê li dijî terorê da.
Em li hemberî hevpeymanên xwe wefadar in û sedem kar û xebata wan em dizanin ku em çi qasî deyndarê wan in.
HSD bû ku bi mêrxasî li gel hevpeymana navneteweyî şer kir.
Ez bawer dikim di vê demê de erkê me ew e ku em berjewendiyên HSDyê biparêzin û dev ji wan bernedin.”
Serokkomarê Fransayê di konferansê Sûriyeyê re got ku di berjewendiya Sûriyeyê de ye ku şervanên HSDyê tevlî artêşê bibin „çunke ew bihêz in.“
Emmanuel Macron di derbarê şervanên HSDyê da jî bang li berpirsên Sûriyeyê kir û wiha got:
„Ez dixwazim li vir ji we ra bibêjim ku tevlîbûna wan temam di qonaxa veguhastina Sûriyeyê da, pêşî dê xizmeta armanca ewlehiya we bike, jiber ku ew şervanên bihêz û zêde ne.
Ez bawer dikim berpirsyariya we îro ew e ku hûn wan tevlî xwe bikin û destûrê bidin wan ku bibin beşek ji wan hêzên ku heman armanca wan heye.
Ji bo şerê li dijî wan komên terorîst ên ku aramiya we têk dibin û her wiha ji bo parastina serweriya we jî.”
Di konferansê de berpirsên welatan diyar kir ku ew dixwazin Sûriyeyeke azad, serbixwe, yekgirtî û aram bibînin.




