
İkram Oguz
Kesên nabînin kor…
Kesên ku dibînin û dixwînin lê dîsa jî fam nakin, famkor in.
Jiber ku famkor ji xwe û ji takekesîya xwe bêhayîdar in.
Xwe û kesayetîya xwe bi malbat û aşîret, gund û bajar, hêl û herêm, tarîqat û partîyên xwe va didin naskirin û tarîf dikin…
Ji bo rê û rêbazên rast û durust jî xwe zêde nawestînin…
Kesayetîya xwe bi çi tarîf bikin, hiş û hişmendîya xwe jî teslîmî mezin û rêvebirên wê yekê dikin, ku ew jî di civaka Kurd da ya axa û beg ya jî şêx û serok in…
Jîyana xwe, bîr û bawerîyên xwe, daxwaz û hêvîyên xwe jî gor helwesta wan kesan nîşan dikin û tînin cîh…
Loma gor kesên famkor:
Axa û begê aşîreta wan çi bike û bibêje, ew tişt rast…
Şêxê tarîqata wan çi bike û bibêje, ew tişt pîroz…
Serokê hêz û partîya wan çi bike û bibêje, ew tişt jî bêguman rast û pêwîst e.
Loma di di civaka me da jî tewna alîgirîyê tûj û tund e.
Jiber ku famkor zêde ne…
Ew bi hiş û aqilê xwe yên nîvco rastî û çewtîyê ji hev derxînin û bibînin jî, nikarin bînin ser zar û ziman.
Guhên xwe didin axa û beg, şêx û serokên xwe û li devê wan dinihêrin…
Ew çi bibêjin, famkor jî wê gotinê ezber û dubare dikin.
Civaka Kurd ne tenê civakeke paşdemayî, herwiha civakeke bindest e jî.
Loma di civakên paşdemayî da famkorî qatek be, di nav kurdan du qat e.
Bêguman sedema famkorîyê nezanî…
Dermanê wê jî zanîn e.
Mixabin zanîn jî bi gotina axa û began, şêx û serokan…
Bi îbadet û xebata di nav tarîqat û sîyaseta di nav partîyan da pêk nayê.
Jibo pêşveçûna civakî filozof û zana, ronakbîr û rewşenbîr pêwîst in.
Ew jî di Civaka Kurd da nayên dîtin.
Tespîteke zanyarî ye…
Zanyar dibêjin, ku di warê rastgotinê da fîlozof zarok, zarok jî fîlozof in.
Jiber ku fîlozof jî zarok jî rastgo ne.
Çi bibînin û bijîn, wê yekê gor dîtîna xwe tarîf dikin û vedibêjin.
Bêguman fîlozof ji zanebûna xwe rastgo ne û derewan nakin…
Zarok jî nizanin derewan li hev bînin.
Lêbelê Kurd ji rastgotina herdu alîyan jî bêpar in.
Jiber ku li der û dora xwe fîlozofan nabînin, li zarokên xwe û derdora xwe jî guhdarî nakin.
Ew zarokên ku wek fîlozofan rastgo jî, bi demê ra hînî derewan dibin û dişibin mezinên xwe…
Gavekî xwe pêşda bavêjin, di heman demê da du gav jî şunda davêjin.
Jiber ku Kurd hê bindest û belegaz in.
Yên li ser koka xwe dimînin kor…
Yên di çerxa dagirkeran ra derbas dibin, ew jî dipişifin û dibin famkor.
16.07.2024
ikramoguz@navkurd.com
Ji arşiva min…