Fermandarê Leşkerî yê Durziyan ê Sûriyeyê Beha Cemal bûye mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandîye.
Beha Cemal wiha dibêje:
“Daxwaza me daxwaza hemû Sûriyeyiyên birûmet û azadîxwaz e.
Em daxwaza welatekî sekuler dikin. Welatekî mirovî ku rêzê li mirovan bigire, bêyî ku cudahiyê di navbera dîn û neteweyan da bike.
Tiştê ku di rewşa rastî da heye, sîstemeke tekfîrî ya selefî ya olî û nijadî ye û sîstemek nîne ku mirovahî tê da xuya bike.
Dema ku em dibêjin Serokkomar, divê hilbijartinên rewa li seranserî komarê werin kirin.
Em Serokkomar nas nakin. Em dê piştî hilbijartineke pak û zelal nas dikin. Em kesekî terorîst nas nakin.
Her peymaneke ku were kirin, divê ji aliyê Seroka Rûhanî yê Durziyan Birêz Ebû Selman (Hîkmet Hecerî) ve were qebûlkirin.”
Beha Cemal ji bo metirsiya êrişa Hikûmeta Sûriyeyê ya li ser herêmên wan dibêje:
“Em li vir, spas ji Xweda re, ji aliyê leşkerî va amade ne, bi hezaran leşkerên me hene.
Çek û pêdiviyên me hene. Eger êrişeke leşkerî li herêma Cebel an parêzgehê were kirin, mafê me heye ku em bersivê bidin lê em dê dest pê nekin.”
Cemal ji bo pêwendiyên Durziyan ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ra jî wiha dibêje:
“Em wekî komeke çekdar, ti hevahengiyên me bi wan ra nînin.
Lê ew yek ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê ne.
Birayên Kurd xwedî daxwazên rewa ne û em piştgiriya wan dikin.”




